40 meh cezayê girtîgehê Shilan Kurdestani hat birîn

Li Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina Jina Emîn destpêkirin, ji ber piştgirî daye serhildanê nivîskar û çalakvana mafê jina Shilan Kurdestani hatibû girtin, ji aliyê dadgeha Devrîm ya Sine ve 40 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku destpêkirine ji ber piştgirî dane serhildanê nivîskar- wergervan, çalakvana mafê jinan û endama rêxistina jinan ya Zahivano Shilan Kurdestani hatibû girtin. Ji aliyê şûbeya yekem ya dageha Devrîm ya Sine ve ceza lê hat birîn.

Shilan Kurdestani ji ber sûcên ‘Endamtiya rêxistina jinan ya Zhivano’ û ‘Li dijî dewletê propaganda’ kiriye bi giştî 40 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Shilan Kurdestani, di 23’ê Cotmeha 2022’an roja Yekşemê di dema serhildanên li seranserî welat de ji aliyê hêzên girêdayî hikumetê ve hatibû binçav kirin. Çalakvan piştî dema dû hefteyan ya binçavkirinê ji aliyê Departmana Îstixbaratê ya Sine ve bi kefalet hatibû berdan.