Li parzemîna Efrîka çaremîn welatê mezin Libya

Libya ya xwediyê axek ferehe li Efrîka çaremîn welatê mezine, di cîhanê de jî di rêza 16’an de cîh digire. Ji aliyê rezerveyên petrolê ve jî di rêza 10’an de ne. 
Bajarê wê yê herî mezine li rojavayê welat cîh digire ku ji şeş miliyonê şêniya welat milyonekê di nava xwe de dihewîne. Mala Jamahria Lîbyayê (Bêt Alcemahîrye) di nîvê Terablosê de ye, tê de gelek perçeyên dîrokî yên girîng heye. Keleha Terablusê a ku girêdayî Mala Jamahyria yê ye di sedsala heftemîn de hatiye çêkirin û di dîrokê de ji gelek komên mirovan re malavahî kiriye. Di rêza duyemîn de bajarê wê yê mezin Bingaz e.
Di aliyê dîrokî de jî gelek deverên wê yên kevnare hene. Navçeya Lebda Mezin hezar sal B. Z ji hêla Fînîqîyan ve hatiye avakirin. Ji ber cûdabûna erdnîgariyê ev devera arkeolojîk a kevnar pir dihat hezkirin. Weke her deverên bedew û dewlemend çavê mêtîngeran li ser wê jî bû û herî zêde Îngîltere wê talan kiriye. Hin parçeyên perestgehên kevnar yê ku di Lebda mezin de hebûn, birin bexçe û muzeyên İngêltre.
Bajarê Xedmas, yek ji bajarên herî kevnar yê herêmê ye ku di lîsteya mîrateya cîhanî ya UNESCO de cih digre. Al-qîrewanî, bajarekî Yunanî yê kevnare û yek ji bajarên sereke yê wê serdemê bû. Sibrata, navendek bazirganiyê ya kevnare û di Mîrateya Cîhanî ya UNESCO yê de cîh girtiye.
Çiyayên Ekakos, li ser sînorê Lîbyayê û Cezayîrê ye, ji hezar şikeftan pêk tê, ev jî cudahî û dewlemendiyek mezin a herêmê ye. Çiyayên Nifûsa, lİ Rojavayê Lîbiyayê di demên berê de wekî depoya genim dihat karanîn.