Krîza şewata daristanan û pandemiya koronayê bandorke neyînî li ser jinên Cezayîrê kir

Krîza tenduristiyê ya ku cîhan ji dawiya sala 2019’an heya îro tê re derbas dibe her wiha derketina agir li çend herêmên bakurê Cezayîrê bû sedema trajediyan û bandor li ser jinan di aliyê tenduristî û psîkolojîk de kir.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Cezayîrê jî mîna welatên cîranên xwe, ji krîza tenduristiyê ya ku cîhan dorpêç kir êş kişand. Hejmarek zêde kes bi vîrusa koronayê ketin. Hejmara giştî ya pêketiyan di navbera 27’ê Tebaxê û 9’ê Îlonê de gihîşt 5601’ê. Ya ku krîza tenduristî xirabtir kir jî derketina şewatê li çend herêmên bakurê Cezayîrê bû. Gelo van herdu qeyranan heta çi radeyê bandor li jinên li welat kir?
Amal D. ya sih salî dibêje ku wê berê bi malbata xwe re li eyaleta Guelma, li rojhilatê paytexta Cezayîrê, jiyana xwe zindî û çalak dijiya lê ji Adara borî û vir ve, ew ji malê dernakeve, nemaze piştî nîşaneyên nexweşiyê û tirsa wê ji ber gihîştina vîrusa koronayê ya malbata wê. 
“Tirsa girtina vîrusê derûniya civakê xirab kir”
Li ser bandora giran a vîrusa koronayê li ser jiyana mirovan û şiyana wan ku ji malê derkevin an biçin kar, Amal.D. dibêje; "Ez bi xwe, ji ber stresa psîkolojîk ji xetereya pêketina vîrusê, min hevserê xwe mecbûr kir ku zêdetirî du mehan li malê bimîne lê piştî demekê wî dît ku  ez hatime guhertin û bêtehemul bûme, ji ber vê yekê ew bi min re bû alîkar heya ku psîkolojiya min rihet bû.” 
Jinên ku bi taybetî di karên ne fermî de dixebitin di dema karantînayê de êş kişandin, ji ber ku piraniya wan ji ber dabeşkirina ne wekhev a derfetên kar ji bîmeya bêkariyê û tezmînatê bêpar in.
Civaknas Amina Harish dibêje; "Jin di geşedana herêmî de hevkaên bingehîn in, ji ber ku jin û keç berpirsiyariya lênihêrîna malbatê û malê digrin ser milên xwe, berevajî zilamên ku li gorî kevneşopiyên civakî tenê li derveyî malê dixebitin.”
Di navbera sala 2020-2021’ê de şîdeta li ser jinan qat bi qat zêde bû
Amina Harish wiha li axaftina xwe zêde kir; "Rêjeya şîdeta li dijî jinan ji ber gelek sedeman zêde bûye, di nav de hebûna jinan bi hevserê xwe re bi demjimêrên dirêj li malê û windakirina kar ji bo zilaman. Ji ber vê yekê jin encama vê yekê didin. Rawestandina dibistanan zêde bû, hiştina zarokan li malê barê jinan giran dike.”
Amina Harish destnîşan kir ku rêjeya şîdeta li dijî jinan digel zexta aborî û civakî ya têkildarî qedexeya derketina derve û ferzkirina tedbîrên karantînayê ji ber pandemiya koronayê zêde bûye û got; "Tunidya nav malê qat bi qat zêde bûye. Ji destpêka krîza tenduristiyê û vir ve, gelek bûyerên şîdeta li dijî jinan li Cezayîrê hatine qeydkirin. Malpera "Jinên Cezayîrî yên Femînîet" nêzî 80 jinên ku ji aliyê xizmên xwe ve rastî şîdeta nava malê di navbera 2020 û 2021’ê de hatine, tomar kir.” 
Krîza tenduristiyê ya li welat bi vê yekê nesekinî. Şewata ku cara ewil di meha Tebaxê de li çend herêmên bakurê Cezayîrê derket, bi taybetî li Tizi Ouzou, bajarê ku nifûsa wê 1,2 milyon e, krîzê zêdetir kir.
Çend vîdyoyên ku li ser torên civakî belav bûne, dîmenên trajîk ên wêraniyê yên ku dewletên Sêtif, Bejaia, Khenchela, Guelma, Annaba û heta Blida û gundên cîranên ku xwe bi agir dorpêçkirî dîtine, nîşan dane. Agir nebat û keriyên dewaran wêran kir, vê yekê jî rûniştvan neçar kirin ku birevin cihên ewle.
“Em bi bêhna agirê ku bi gundên cîranên me ket hişyar bûn”
Na Louisa ku ji herêma Kabylie ya Tizi Ouzou ye, êşa dîtina agirê ku her tişt li gundê Nath Irathen wêran kir ji me re vedibêje û dibêje: "Em bi bêhna agirê gundên nêzî me hişyar bûn. Ger em ji malê derneketina em ê bimiriyana. Tizi Ouzou şewitî, her tişt, dar û malên me, zarok û heywanên me têk çûn. Em ditirsiyan ku bi vîrusa koronayê bikevin, gundê me di nav wan gundan de bû ku standardên dûrbûna civakî û hemî awayên pêşîlêgirtinê diparastin, heta me kampanyayek ji bo bicihanîna tenduristiya karantînayê 15 rojan dabû destpêkirin lê felaketa ku hat serê me rêjeya tirsê û êşa windabûnê du qat zêdeti kir û her tişt guherî.” 
Der barê bandora şewata daristanan li ser jinan, nemaze jinên gundî de Zahra Mişrî dibêje; "Hilweşandina daran an jî birîna wan tevgerek nemirovî û bêexlaqî ye, ji ber vê yekê mirov çawa dikare bi zanebûn agir pê bixe da ku dewlemendiya welatê xwe bişewitîne û debara jiyana jinên gundî yên ku tevahiya salê dixebitin da ku fêkiyan û berhemên tevahî salê bigirin. Bi rastî, ez ji ber vî sûcê giran ê li dijî xweza, nebat û axê pir xemgîn im, ji ber ku erd berhem e û ew ragirtina hemû afrînerên jîndar e.”
“Yên zêde ji agirê ku bi cîwar û daristanan ketiye bi bandor bûne jin in”
Zehra Mişrî wiha berdewam dike; "Ez înkar nakim ku agir bê îstîsna zerarê daye her kesî lê jin herî zêde yên zirar jê dîtine jin in, ji ber ku wan zarok, hevser û zeviyên xwe winda kirin. Zevî û dar ji jinan re piştgirî û hêz bûn.”
Digel ku gelek kesan xwe xistine karantînayê, lîstikvana şanoyê û dilxwaza di rêxistinên civaka sivîl de, Massiliya Ait, dest bi pêngava alîkariya ji bo gel û rûniştevanên herêmên ku ji şewata daristanan bandor bûne re kir.
Tevî hewldanên ku ji aliyê lêkolîner, profesor, pispor, rayedarên rêxistina tenduristî ya cîhanî û pisporan ve hatine kirin jî leza belavbûna vîrusa koronayê û şiyana wê ya mutasyonê zêdetir bûye û hejmara pêketî û miriyan zêde bûye.
Massiliya Ait dibêje: "Ez piştrast dikim ku vîdyo û wêneyên li ser medyaya civakî hatine belavkirin bandorek karesatî li ser giyana mirovên li herêmên cihê yên Cezayîrê bi gelemperî, û nemaze jinan kir. Mezinahiya zirar û wêraniyê karesat bû.
Krîza koronayê û şewata daristanan li Cezayîrê ziyanek mezin gihand jinan, ji ber ku ew ji windakirina ax, jiyan, stargeh û zarokan êşê dikşînin."
“Bandora pandemiyê dê li ser derûniya civakê bidome”
Wassila Hamdi, di lêkolînerek li ser psîkolojiya civakê de ev xal destnîşan kirin; "Wêraniya ji ber şewatên vê dawiyê çêdibe û zêdebûna berbiçav a hejmara pêketiyên koronayê dê ji bo mirovan pirsgirêkên derûnî yên kûr bîne. Li gorî lêkolînên vê dawiyê yên li ser tenduristiya giyanî ji ber tirsa pêketiya bi koronayê, dibe ku bandorên pandemiyê li ser tenduristiya giyanî demek dirêjtir bimînin.”
 Bandora şewatan ne tenê bi jinan re sînordar bû, di heman demê de hawirdorê jî bi bandor kir. Basma Decher, di Tevgera ekolojîk a cihêrengiya ekolojî de lêkolîner e, dibêje; "Şewatên ku îsal li Cezayîrê çêbûn li cîhanê ne îstîsnayek e lê rêbaza vemirandina agirê daristanan li zêdetirî 20 gundên li herêma Kabylie û tevkariya li wêrankirina dewlemendiya daristan û heywanan, ji bilî tomarkirina zirarên mirovî dê di pêşerojê de encamên neyînî li ser jîngeh û xwezayê çêbike.” 
Karbidestên Cezayîrê sedemên şewata daristanan bi tawanbariyek fermî ya "destên sûcdar" ve girê didin, ji ber ku zêdetirî 92 kes ku eleqeya wan bi pêxistina agir heye re hatine girtin.