Krîza avê ya li Urmiyeyê gefê li tendirustiya mirovan û çavkaniyên debarê dixwe
Hişkesalî û kêmasiya avê ya li bajarê Urmiyeyê gihîştiye asteke krîtîk, şêniyên bajarok û gundên li herêma Mukriyanê di warê ava vexweranê ya paqij de zorî û zehmetiyên gelek mezin dikşînin.
VIYAN MÊHÎR PERWER
Mahabad – Asta kêmbûna ava çeman bi awayekî vekirî tê dîtin û ev weke hişkesalî tên binavkirin. Tevî vê, dema ku kaniyên avê vedikî, dibînî av kêm e û rengê wê jî şêlû ye; mezinbûna felaketê diyartir dibe. Di demên dawî de li bajar û gundên herêma Mukriyan ê Rojhilatê Kurdistanê nexweşiyên kevirên gurçikan, enfeksiyona riya destavê, pirsgirêkên hezimkirin û penceşêra mîde zêde bûne.
Li van axên ku ji aliyê çavkaniyên avê ve dewlemend in; ji ber zuhabûna Gola Urmiyeyê, kêmbûna berf û baranê, tunebûna kontrola li ser hevsengiya ekolojîk, mirov ber bi rojên zor û zehmet ve diçin. Mirov nikarin têr avê vexwin, nexweşî zêde bûne, pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî zêde dibin. Van mercan dibin sedem ku pirsgirêkên jinan zêdetir bibin û zext li ser wan çêbibe.
Di vê raporê de tenê pirsgirêkên avê yên bajarê Urmiyeyê hatine destgirtin. Ji ber ku ev bajari yek ji cihên ku bi ava xwe dewlemend e, dema rewşa li cihên din ên Îranê li ber çavan tê girtin tê dîtin ku ev rewş li gelek deran wiha ye.
Ji ber krîza avê; ji pêkanîna karne heta koçberiya bi darê zorê
Di salên dawî de li gundên girêdayî bajar, her dem pirsgirêka avê heye, zuhabûna bîrên avê, çavkanî û zuhabûna çavkaniyên avê, ji bo gelek herêman pêşî li krîzê vekir. Li herêmê bi bandora hişkesaliyê, ava ku bi baranê tê, ji bo çandinî, endustriyalîzm û çêkirina avahiyên li bajaran tê bikaranîn û ji ber vê jî şêniyên gundan mexdûr dibin.
Li bajar bi kêmbûna berf û baranê re, di salê de tenê çend caran av li gundan tê belavkirin, gelek kes jî ji bo girtina avê neçar dimînin li benda kamyonên avê bikevin dorê. Şehla K. ya li gundekî herêma Manguraytî ya Mahabadê dijî, li ser vê krîza ku jin ji ber gelek êş û zehmetiyan dikşînin, di hevpeyvînek xwe de wiha got: "Salê tenê du meh ava me heye, em neçar dimînin ava kamyonan bi kar bînin. Çêkirina xwarinê, şûştin û paqijî hemû dikevin ser milên jinan. Em gelek caran li ber kaniyan karê xwe dikin. Hikumet gelek soz dan lê heta niha tu gav navêtiye. Di van mercan de ciwanên me nikarin li vê derê bimînin, gelek ji wan koçberî bajarên din kirin."
Li hinek gundan, bi taybetî di demsala çandiniyê de mirov neçar dimînin avê kêm bixebitînin. Ji şêniyên gundê Darman ê li ser riya Burhanê Manijeh M. diyar dike ku havîna derbasbûyî, li gund û li herêmê, bi karne tenê 8 saet av ji wan re hatiye dayîn û bal kişand ku li Urmiye, Mahabad, Bokan, Miandolab û bajarên din, asta avê kêm bûye.
Li gorî agahiyan, ava li van bajaran, ji bendavên bajarên weke Serdeşt, Bokan û Pîranşarê, ber bi bajarên weke Tebrîzê ve tê kişandin û hinek jî texsîsê mafên ava Gola Urmiyeyê hatiye kirin. Ji ber kêmasiya rêveberiyê û hişkesaliya zêde, destûr ji çêkirina avahiyan re nayê dayîn. Di ser de jî bazarên weke petrokîmya yên ku zêde avê xerc dikin vê krîzê mezintir dike. Li aliyê din, ji ber ku li Tirkiyeyê jî li ser çeman bendav tên çêkirin, miqdara ava çeman li herêmê kêm dibe.
Hişyariya xebatkarên îdareya avê: Ji ber kêmbûna klorê ber bi xetera metala giran ve
Li gorî xebatkara Daîreya Kanalîzasyon û Ava Bajarê Mahabadê Donya M. ava vexwarinê tenê di muameleyên klorkirin û dezenfeksiyonê de derbas dibe û di nav de metalên weke civa û gule dimînin. Ev yek jî dibe sedema penceşêr, nexweşiyên din û pirsgirêkên pêşketina zarokan. Her wiha rewşa bajarên weke Mîandoabê jî krîtîk dibîne û li ser gundan wiha dibêje: "Gundên ku xwedî çavnakiyên avê ne û ava bajaran bi kar naynin, bi giştî ji bîran avê bi dest dixin. Ew jî tên klorkirin lê diyar nîn e ka bi ewle ye yan na. Divê li her malê cîhaza sefandina avê hebe lê hikumet di vî warî de agahiyan nade.
Bêavî zehmetiyên aborî civakî û hawirdorê
Her ku Gola Urmiyeyê zuha bû, nîşaneyên hişkesaliyê diyar bûn. Beşek ji erdên çandiniyê yên li derdorê, êdî berhemdar nîn in, çavkaniyên avê yên li bin erdê jî ji ber derketina perçeyên xwê, êdî nayên bikaranîn. Her wiha her ku bahozên xwelî û qûmê radibin, zêdetir bandorê li axê dikin.
Li herêmên din ên bajar jî kêmasiya avê û hişkesalî, ji bo cotkaran fikarên mezin çêdike. Her ku bîr tên kûrkirin û av kêm dibe, gelek cotkar difikirin ku di salên li pêş tiştên cuda biçînin lê çi jî bikin encam texrîbat e.
Aboriya li bajarê Urmiyeyê ya bi çandiniyê tê bidestxistin, ji ber rewşa heyî di xeterê de ye. Koçberiya bi darê zorê, nexweşî û nexweşiyên civakî, di civaka baviksalar de digihîjin hev û jiyana jinan zortir dikin.
Krîza avê ya li bajarê Urmiyeyê ji aliyê tendirustiya gel û çavkaniyên debarê ve gefek mezin çêdike. Hişkesalî, bikaranîna bêserûber a çavkaniyên avê û qirêjbûna avê, hemû jiyana gelê herêmê xistiye xeterê. Ji bo ku çavkaniyên avê bi awayekî domdar werin bikaranîn û binesazî were başkirin divê tedbîrên lezgîn werin girtin an na dê vê krîzê bi xwe re encamên civakî û aborî yên telafiya wan tune ye bîne.