HDP: Pêşgiriya herî mezin a li pêşiya aloziya avê çûyîna desthilatdariyê ye

Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê di daxuyaniya xwe ya 22’yê Adarê ya Roja Avê ya Cîhanî de got; “Di sala 2022’an de li Tirkiyeyê çavkaniyên avê bi tecrîda desthilatdar û sermayeyê tên tunekirin.”

Enqere – Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê bi wesîleya 22’yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Hevberdevkên Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê Menekşe Kizildere û Nacî Sonmez hat weşandin de bal hat kişandin ku Roja Avê ya Cîhanê îsal di bin siha desteserkirina avê ya ji aliyê dewletan ve tê bibîranîn ku weke mafê her însan û zindiyê ye lê av di roje me ya îro de bi destên dewletan veguheriye amûra bazirganiyê.

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku ji bo xwegihandina ava paqij û parastina hebûna ekolojîk a hemû hebûnan mafeke ku divê were parastin e û wiha hat gotin: “Dîtina avê mîna metayek tîcarî  ango zirardayîna zindiyên nava avê, hem binpêkirina mafên însan e hem jî binpêkirina mafên xwezayê ye. Di sala 2022’an de bêyî ku li xwe berdewamkirina pergalê û mafên hebûnê ya hemû zindiyan were mêzekirin bi polîtîkayên rant û berjewendiyên xwemezinkirinê yên dewletan, ketiye wê rewşê ku nikare xwe berdewam bike. Mixabin di roja me de hê jî ji aliyê dewletên cîhanê ve ne weke hebûnek, weke çavkaniyek tê dîtin.”

“Av ji aliyê sermayeyê ve hat qirêjkirin”

 Daxuyaniyî wiha ye: “Li Tirkiyeyê jî aloziyek avê ya gihîştiye astekî bilind heye. Polîtîkayên înşaat û enerjiyê ya desthilatdariya heyî dimeşîne mîna pêkutiyek li ser hemû hebûnên ekolojîk, li ser avê jî pêkutiyek ku li ser hebûnê xeteriyek dihewîne, ava dike. Di sala 2022’an de li Tirkiyeyê hebûnên avê hatine qirêjkirin, zirar dîtine û heta hatine tunekirin. Di serî de bajarên li Behra Reş, Kurdistan, Marmara û Egeyê hema hema hemû çemên li welat ji aliyê sermayeyê ve hatine qirêjkirin û dîlgirtin. Di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê hebûnên avê, bi tecrîda ji aliyê desthilatdarî û sermayeyê ve tê pêkanîn, tên tunekirin.”

 “Di sala 2022’an de pirsgirêka hişkesaliyê hîn mezintir bibe”

Hat destnîşankirin ku dema daneyên hişkesaliyê yên 24 mehan a Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê tê lêkolînkirin tê dîtin ku di 22’yê Adara 2022’an de ji sedî 90’ê Tirkiyeyê ango li 73 bajaran hişkesalî bi awayekê zêde belav dibe. Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku di destpêka sala 2022’an de jiyîna hişkesaliyek pir cidî tê wateya ku di havîna 2022’an de careke din jiyîna xeteriya şewata daristanan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di sala 2022’an de dê hişkesalî pirsgirêkek mezintir be û wiha hat gotin: “Tu tiştekî ku desthilatdariya heyî sererast bike, baştir bike, nemaye. Divê desthilatdariya heyî demildest destên xwe ji hemu hebûnên avê û heta ji hemû welat bikşîne. Weke Partiya Demokratîk a Gelan em careke din bi bîr dixin ku av maf e û ji aliyê destihaldariya heyî ve parastina vî mafî li aliyekî, ev maf nayê parastin jî. Pêşgiriya herî mezin a li pêşiya aloziya avhewayê, aloziya avê û hişkesaliyê, demildest çûyîna desthilatdariya heyî ye.”