Bihuşta cîhanê "Geliyê Perî" bû qurbana HES’ê

Hevseroka Desteya Rêveber a KAYY-DER'ê Yelîz Vergîlî, der barê projeya HES'ê ya 9'emîn ku dê li ser ava Geliyê Perî bê çêkirin de axivî û got ku projeyek nû ji xwezaya ku ber bi mirinê ve diçe re darbeyek nû ye û bang kir ku 8 projeyên HES’ê yên li ser gelî çêbûne jixwe ziyaneke mezin gihandine herêmê û divê di demek zûtir de pêşî li vê rewşa şaş û bi xeter were girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Çewlîk- Li Geliyê Perî ku di nav sînorên Çewlîk, Xarpêt û Dêrsimê de ye, tê plankirin ku projeyek nû ya HES’ê were çêkirin. Li ser gelî jixwe 8 projeyên HES’ê hene ku 6 ji wan cureyên bendavê ne. Dema ku gelê herêmê û ekolojîstan bertek nîşanî projeya 9’emîn dan, tê fikirîn ku ew proje dê çandinî û ajaldariya li herêmê asteng bike. Hevseroka Desteya Rêveberiya Komeleya Piştevaniya Civakî, Alîkarî, Pêşxistin û Çandê (KAYY-DER), yên navçeyên Gêxî, Dep, Xorxor û Çemê Hinresî (Yedisu) Yelîz Vergîlî ku em pê re li ser projeya tê xwestin pêk were, axivîn diyar kir ku projeyên heyî ziyaneke mezin didin gelê herêmê û çandiniyê. Yelîz Vergîlî bal kişand ku gelê herêmê li dijî projeya HES’ê ku tê xwestin pêk were hişyar e. 
"Li ser gelî 8 projeyên HES’ê yên hatine temamkirin hene" 
Yelîz Vergîlî, diyar kir ku ji sala 2012’an vir ve 8 projeyên ku sê bajar û bi sedan gundan digrin nava xwe di faliyetê de ne û got; "Li erdnîgariya Geliyê Perî 9 projeyên HES’ê hene. 8 ji wan qediyane û ev proje herêmên Dêrsim, Çewlîk û Karakoçanê vedihewînin. Van projeyan di warê çandinî, xwedîkirina ajalan û veguhestina li herêmê de tengasiyên cidî didin mirovan. Ji ber van santralên elektrîkê, mirovên ku li gelî û gundan dijîn ji çûn û hatinê zehmetiyan dikşînin. Ji ber vê pirsgirêkê, gundî hem ji aliyê demê û hem jî ji aliyê madî ve windahiyek mezin dijîn.
"Ev du sal in zirarên projeyê xwe nîşan didin" 
Yelîz Vergîlî, anî ziman ku ji ber santralên ku li gelî hatine çêkirin hevsengiya xwezayî xirab bûye û bal kişand ku ji ber hişkesaliyê li gelî mirina masiyan zêde bûye. Yelîz Vergîlî ku diyar kir pezkoviyên ku ji bo herêmê pîroz tên dîtin; ji ber golên biçûk ji ber ava bendavê li ser riyên derbasbûnê çedibin dimirin û wiha got: "Di çandiniyê de pirsgirêkek cidî heye, ji ber ku ji ber hişkesaliya ku ji ber HES’ê çêbûye ava ji bo çandiniyê êdî tune ye. Ev hişkesalî du sal in xwe bi zelalî nîşan dide. Ji ber vê yekê, mirovên ku bi çandiniyê re mijûl dibin zehmetiyan dikşînin. Ev rewş hê nû bandorên xwe yên neyînî nîşan dide lê ev hê destpêk e û dê di pêşerojê de xwe zêdetir nîşan bide."
"Ji ber hişkesaliyê ajal birçî dimînin" 
Yelîz Vergîlî, diyar kir ku mêrg ji ber hişkesaliya ku tê jiyîn di bin xetera tunebûnê de ne û diyar kir ku kesên li herêmê bi çandinî û ajaldariyê re mijûl dibin difikirin ku dê zivistanê çawa derbas bikin. Yelîz Vergîlî axaftina xwe wiha domand: “Hingivê Çewlîkê di nava hingivê li cîhanê de, di rêza duyem de cih digirt lê ji ber hişkesaliya îsal derdor têr kulîlk nebûn, di xwedîbûna mêşa hingiv de pirsgirekên pir cidî çêbûn. Gelek gundî nêçar man ku mêşên xwe bi şekir xwedî bikin. Ji ber vê yekê, qalîteya hingivê berdest jî kêm bû. Ji ber hilweşîna ekolojîk, mêrgên li wir ziwa bûne. Loma ajal birçî dimînin. Gundî nizanin ajalên xwe li wir çawa xwedî bikin.”
"Dijminatiya erdnîgarî û gelê wê dike" 
Yelîz Vergîlî got; "Li gel ku ewqas pirsgirêk hene, projeyek nû ya HES’ê dê ji bo xwezaya ku li ber mirinê ye bibe darbeyek û destnîşan kir ku ew proje dijminê erdnîgarî û gelên herêmê ye. Yelîz Vergîlî got; "Tevî vê tengasiyê, projeyek nû tê wê wateyê ku zindiyên heyî nikarin nefesê bigrin. Ev ne tenê mijarek ku têne vê derê eleqedar dike. Zirara ku li wê derê çêdibe dê zirarê bigihîjîne hersê nuqteyên Tirkiyeyê. Ji ber vê sedemê, ev HES dê encamên wisa xirab bi xwe bînin ku; ne tenê li Çewlik û parêzgehên derdora wê, li seranserê welat ji wan bi bandor bibe." 
“Mirov li hemberî van projeyan zana dibin” 
Yelîz Vergîlî, diyar kir ku civîn û nêrînên wê yên li herêmê li ser navê komeleyê li dijî projeyan berdewam dikin û di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Îsal, agahiya mirovan ji hilweşandina çandinî û ajalkariyê heye. Mirov bertek nîşanî van projeyan didin û hişyar dibin. Li dijî hilweşandinê, me di bin pêşengiya KAYY-DER’ê de xebat meşandin. Me daxuyaniyek çapemeniyê da û bi mirovên li herêmê re em axivîn. Ne tenê em, her kes dê encama van projeyan bibîne. Em dikevin serdemek wisa ku jiyana me dê di nava qeyrana avhewayê de pir zehmet be êdî."