Senteza bawerî û olên yek xwedayî: Durzîtî - 2
Durzî, ji bo ku li Sûriyeyek demokratîk a wek modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweseriya xwe biparêzin, helwestek bi biryar nîşan didin. Helwesta jinên ku di dema Rejîma Baasê de li kuçeyan bi çalakiyên xwe balê dikşandin, di vê mijarê de jî zelal e.

Navenda Nûçeyan – Durzî, dilsoziya xwe ya bi çiyayan, avabûna civakî, çanda xwe û baweriyên xwe re, didomînin. Li kêleka Kurdan, Nusayriyan û Elewiyan disekinin, Sûriyeyek ku dê bi feraseta DAİŞ bê rêvebirin, red dikin. Bi aqilê hevpar, têkoşîna Civaka Demokratîk a li hember bermayiyên DAIŞ’ê û avabûnên bi vî rengî tê meşandin, li hemû eniyan didome.
Rizên Baweriyan
Dûrzî, civakek ku ji derve re girtî ye. Ji nasnameya wan a etnîkî zêdetir, nasnameya wan a baweriyê derdikeve pêş. Di sîstemên baweriya wan de kamilbûna rêberên baweriya wan, xwedî girîngiyek mezin e. Ev qonax, asteke ku herkes bikaribe bighê nîne; pêvajoya perwerdeyek dirêj û tecrubeyek girîng pêwîst dike. Bi van aliyên xwe Dûrzî dişibin baweriya Êzidiyan. Agahiyên têkildarî baweriyê, wek riz tên veşartin. Bi tevahî xwe dispêrin felsefeyek Batinî. Nêrîna wan a li dinyayê, felsefeya nirxandina wan a jiyanê, wek yê Elewiyan e. Gelek dişibin hemû tevgerên Batinî. Zanatî-aqil, gotin, nefs, paşeroj û pêşeroj; Di baweriya Dûrzî de ev pênc têgih di heman demê de wek nêzîkatiyek felsefî ya ku pênc pêxemberan temsîl dike, tê qebûlkirin. Di nav van doktrînan de ya herî bingehîn û herî girîng, aqil e. Dûrzî di koka hertiştî de li aqil digerin û xwe wek ‘rêwiyên rêya aqil” pênase dike. Piştî aqil; gotin, nefs, paşeroj û pêşeroj tên. Felsefeya Dûrzî, li ser van pênc bingehan teşe digre. Mirov pêwîste ku aqilê xwe bişxulîne û nefs û ajoyên xwe bike bin kontrola xwe. Dişibe hêmana “bi destê xwe, zimanê xwe, pişta xwe bikaribe” ya ku di baweriya Elewiyan de girîngiya tevgera ehlaqî û kontrola cewherî destnîşan dike. Dûrzî aqilê mirov û aqilê gerdûnê wekhev dibînin. Aqil ne tenê ji bo fikirînê, di heman demê de awayek tevgera li ser bingeha metoda rast e jî. Xebat û hewldan, wek pêkanîna metodê tê nirxandin. Ev jî wek encamek xwezayî ya lêgerîna daîmî ya mirov û civakê tê dîtin. Zanatî û metod, di baweriya Dûrzî de çavkaniya qudret û rêbertiyê ye. Bi vê yekê re, di baweriya Dûrzî de wateyên ku ruyê erdê ji bo rengên kokê diyar kirine jî hene. Kesk; aqil û zanatî, sor; nefs, zer; gotin, şîn; dersên ku ji tecrubeyên jiyanê hatine girtin, sembolîze dike. Spî jî tê wateya "Ez heqîqet im, di rêya heqîqetê de bi evînê dimeşim.” Her wiha Dûrzî, stêrkê wek sembol qebûl dikin.
Jiyan û mirin
Dûrzî, ji bo hemû ol û baweriyan hurmet nîşan didin. Di bingeha vêya de jî, baweriya koçkirina rih (reenkarnasyon) heye. Li gor nêrîna wan gava ku pêxember dimre, rihê wî di bedenek din de jiyana xwe didomîne. Dibe ku ev beden kesek aydê olek din be jî. Ev bawerî, sedema herî girîng a ku Dûrzî ji bo hemû olan xweşbîn e ye. Li gor metnên pîroz ên Dûrziyan, ruhê pêxemberê pêncemîn Yuhanna, li ser ruyê erdê wek Îsa Mesîh ji nû ve beden dîtiye û wek Xweda hatiye dîtin. Ji ber vê ferasetê, naçin serdana gorên miriyên xwe. Li gor Dûrziyan ruhê mirovek ku peresana xwe temam kiriye, paş ve naçe û nakeve bedena nebat an jî ajalek; dîsa derbasî bedena mirovek dibe. Lewma jî di nav hemû zindiyan de ne koçkirina ruh, tenê dewra ruh a di nav mirovan de qebûl dikin.
Di Dûrziyan de jin
Li gor baweriya Dûrziyan jin û mêr wekhev in û mafê jinan heye ku di hemû qadên jiyanê de cîh bigirin. Di baweriya Dûrziyan de mafên jinê hatine parastin. Jin wek afirînera jiyanê û çavkaniya keda bi tengasî tê dîtin. Bêyî razîbûna jinê zewac an jî têkiliyek nayê qebûlkirin. Pir zewacî tuneye. Di Îslamiyetê de dibêje ku "Mêrek dikare bi çar jinan re bizewice, lê divê edaletê pêk bîne.” Di berdewama vê ayetê de dibêje "lê hûn mêr, nikarin edaletê pêk bînin.” Vê hevokê bandorê li Dûrziyan kiriye. Lewma jî pir zewacî nayê qebûlkirin. Piştî ku hevberdan hat qebûlkirin, ew jin û mêr êdî nikarin bên ba hev. Lewma jî beriya ku hevdu berdin, divê hemû hûrguliyan bi baldarî bifikirin û biryar bidin. Ji bo jinebiyan, qadên bi navê "Betîl Metaq" (mala şikestî) yên jiyanê tên avakirin. Lê bi giştî civaka Dûrzî jinên li van malan dijîn, biçûk dibînin. Jinên Dûrzî vê rewşê aydê çanda Dûrzî nabînin û li hember vêya têdikoşin. Tevgerên jinan, li hember nêzîkatiyên ku jinan der dikin û biçûk dibînin, di têkoşîneke hevpar de birêxistin bûne. Di dîrokê de navên jinên ku derketine pêş tunene. Lê li herêmên ku Dûrzî lê dijîn, bi taybetî jî li Suweydayê, gelek kevirên ku tiştên aydê jinan li serê hatine xêzkirin, hene. Ev xêz îro wek pîroz tên dîtin. Jinên Dûrzî xwe nagirin û xwedî taybetmendiyek sekuler in. Jin bawer dikin ku şara olî nikare bi Îslamiyetê ve bê girêdan. Tewar Dûrzî ji jinan re dibêjin "Mîna Humeyra ya ku jina Muhammed e bin.” Humeyra, jinek porê wê sor û serê wê vekirî bû. Lewma ji bo jinên Dûrzî wek mînakek tê qebûlkirin. Ji jinên hîzarkirî heznakin.
Dûrzî û berxwedan
Yekem civata ku li hember Xelîfetiya Misrê, Împaratoriya Osmaniyan, dagirkirina Fransayê û dawiyê jî Rejîma Baasêne liberxwe daye, civata Dûrzî ye. Herêmên ku lê jiyîne, veguherîne navendên berxwedanê. Kêm carek ala xwe nîşan didin; gava ku ala xwe bilind bikin, ev tê wateya pêwîst e herkes ji bo şer amade bin. Bi kurtasî Dûrzî, wek civatek şervan tên zanîn. Zilma Osmaniyan qebûl nekirin û di wê serdemê de xweseriyek nefermî îlan kirin. Di navbera salên 1921-1936’an de gava ku Sûriye di bin mandetiya Fransayê de bû Dûrziyan li çiyayên Cebel el Dûrzî federasyonek ava kir û avahiyek xweser pêk anîn. Bûn yekem civata ku mandetiya Fransiz û perçebûna Sûriyeyê qebûl nekir. Kurd, Dûrzî û Sûriyeyiyên welatparêz her tim li hember Fransiyan serî rakirine. Dûrziyên ku pêşengiya Şoreşa Ereban kirin, li Sûriyeyê hurmet dîtin. Berxwedana wan a bi lehengî ya li hember Fransiyan nîşan dan, li hemû Sûriyeyê bi rêzdarî hatine şopandin û peykerên ku van lehengiyan nîşan didin, li kuçeyên Dimeşq û Suweydayê hatine danîn. Suweyda, bû bajarek ku Dûrzî bi piranî lê dijîn. Di hinek çavkaniyan de Suweyda, wek dewleta Dûrzî an jî dewleta Cebel el Dûrzî derbas dibe. Piraniya kesên li wê herêmê dijîn Dûrzî re, gelek kêm Xirîstiyan û Misilman jî hene. Bi giştî Dûrzî li Çiyayên Golanê û qadên çiyayî yên li derdora wan dijîn. Çiya, ji bo wan çeperên herî bihêz ên parastinê ne.
Têkiliyên Dûrziyan ên bi Îsraîlê û rejîma Baasê re
Îsraîlê, di çarçoveya polîtîkaya perçekirina herêmê de hewl da ku bi Dûrziyan re têkiliyên dostaniyê ava bike. Ji wan re got “Hûn xizmên me ne, tiştek we û Ereban tevî hev tuneye” û xwe nêzîkî wan kir. Îsraîlê, gelek Dûrzî du qadên leşkerî de peywirdar kirin û yekîneyek taybet a ji Dûrziyan pêk tê ava kir. Li derdora Girên Golanê nêzî 130 hezar Dûrzî jiyana xwe didomînin. Lê van Dûrziyan, nasnameya ku Îsraîlê daye wan, red kirine û xwe wek Sûriyeyî pênase kirine. Piştî Fransayê li Sûriyeyê desthilatiya Rejîma Baasê destpê kir. Dûrziyan destpêkê li hember wan helwestek gumanbar nîşan dan. Lê piştî ku polîtîkaya Hafiz Esad a zext û desthilatiyê ya li ser gelan û baweriyan dît, li gor Kurdan, Elewiyan û Îsmaîliyan helwestek zelaltir û hişktir nîşan dan û bîrdoziya Baasê bi awayek aşkera red kirin. Piştî ku Hafiz Esad mir, kurê wî Beşar Esad hat şûna wî. Dûrziyan demeke çavdêriya Beşar Esad kirin. Lê piştî ku dîtin ew jî ji bavê xwe ne kêm e, tewar desthilatiyek zêdetir zextê dike nîşan dide, helwesta xwe zelal kirin. Gotin ku “Em li Suweydayê xwedî avabûnek xweser in, ji me bigerin” û mesafe kirin navbera xwe û rejîmê. Beşar Esad jî, li hember Dûrziyan nêzîkatiyek agresîf nîşan daye û li hember wan zextên cur bi cur pêk aniye.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê û Dûrzî
Çirûska yekem a şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, li Derayê derket. Dera wek navenda serhildanê ye. Protestoyên destpêkê bi awayek xwînî hatin çewsandin, lê dîsa jî di demeke kin de li tevahiya welat belav bûn û hîmên rejîmê hejandin. Di vê pêvajoyê de Dûrziyan xweseriya xwe parastin û dest ji hedefên xwe yên jiyana xweser bernedan. Di serdema şerê navxweyî de gelek Dûrzî bi darê zorê kirin leşker. Piştre êrîşên DAIŞ’ê destpê kirin. Di van êrîşên ku ji aliyê başûr ve hatin de bi sedan Dûrzî hatin qetilkirin; toplu komkujiyên komî çêbûn. Li ser vê yekê Dûrziyan li hember DAIŞ’ê yekîneyên xwe yên parastina cewherî ava kirin. Polîtîkayên Şîîkirinê yên Îranê jî red kirin. Di sala 2023’yan de Dûrziyan ji nû ve li hember rejîmê serî rakir û careke din daxwaza xweseriyê kirin. Lê rejîmê wek hergavîn vê daxwazê red kir. Li ser vê yekê Dûrziyan xweseriyek ne fermî îlan kir. Gava ku rejîma Esad hilweşiya, Dûrziyan wek ku di guhertinên berê yên rejîman de kirin, dîsa pêvajoyê bi baldarî şopandin. Bermayiyên DAIŞ’ê, HTŞ (Heyet Tahrir el-Şam) û komên çete yên SMO’yê şopandin. Lê di demeke kin de dîtin ku ev kom dê demokrasiyê neynin Sûriyeyê û mafên gelan û baweriyan nedin wan, li hember vana jî helwestek aşkera nîşan dan.
Li Sûriyeyê hebûna nû ya DAIŞ’ê û helwesta Dûrziyan
Komên çekdar ên ku bi polîtîkayên dagirkerî û kedxwaryê kişandin Sûriyeyê û berjewendiyên serdemî yên dewletên wek Tirkiyeyê, herêm ber bi krîz û tevliheviyek kûrtir ve kişandin. Li Sûriyeyê 13 salên şer li paş man. Vê pêvajoyê di aliyê gelên Sûriyeyê de jî dîmenek nû derxistiye holê. Gel, civatên baweriyan û avabûnên çandî yên ku destpêkê bê rêxistin û parastin bûn, bi demê re di mijara xwe parastin û berdewamkirina hebûna xwe de bûn xwedî tecrube û di aliyê birêxistinbûnê de gav avêtin. Di vê çarçoveyê de divê mirov Durziyan jî binirxîne. Belê, dibe ku Durzî hê tam nebûne xwedî avabûnek birêxistin. Lê bi tecrubeyên xwe yên dîrokî û cesareta ku ji paradîgmaya bi pêşengiya Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye, ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze girtine, seknek zêdetir bi biryar û bi hêz nîşan didin. Durziyan dem bi dem bi HTŞ (Heyet Tahrir el-Şam) re hinek hevdîtin û peymanên sînordar kiribin jî, HTŞ’ê ji ber feraseta xwe ya ku çavkaniya xwe ji DAIŞ’ê digre, helwesta xwe ya qirkirinê domandiye. Piştî Elewiyan vê carê jî li hember Durziyan polîtîkayek qirkirina sîstematîk hatiye meşandin. Hewldanên Durziyan ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê çêbûne, hatine piştguhkirin; di polîtîkayên kirin, dagirkirin, tecawiz û talanê de hatiye îsrarkirin. Li gor hinek çavkaniyên herêmî, hejmara kesên di komkujiyên li hember Elewiyan pêk hatine de mirine, gihîştiye 50 hezarî. Di serdema dawî de jî li hember Durziyan li deverên gundewar ên Şamê yên wekî Cemendan, Dera, Eşrefiye, Sahnaya û Suweydayê êrîş çêbûne û ji 50’yî zêdetir Durzî hatine qetilkirin. Dîsa jî şervanên Durzî, êrîşên bermayiyên DAIŞ’ê ango komên çete yên HTŞ û SMO’yê têk birine û berxwedanek bêhempa nîşan dane.
Avakirina Sûriyeya Demokratîk
Îro Durzî, ji bo ku li Sûriyeyek demokratîk a wek modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweseriya xwe biparêzin, helwestek bi biryar nîşan didin. Helwesta jinên ku di dema Rejîma Baasê de li kuçeyan bi çalakiyên xwe balê dikşandin a di vê mijarê de jî zelal e. Jinên Durzî di meclîsên leşkerî û rêveberiyên herêmî de zêdetir cîh digirin. Bi vî awayî jî, ji bo ku Sûriye li Rojhilata Navîn bibe welatek ku pêşengiya demokrasiyê dike, rolek girîng dilîzin. Durzî, dilsoziya xwe ya bi çiyayan, avabûna civakî, çanda xwe û baweriyên xwe re, didomînin. Bi vê sekna xwe jî, li kêleka Kurdan, Nusayriyan û Elewiyan disekinin, Sûriyeyek ku dê bi feraseta şerîet û cîhadîst bê rêvebirin, bi aşkerayî red dikin. Di vê wateyê de em bêjin ku “Li Sûriyeyê bihara gelan hê nû destpê dike” ewê nebe gotinek mezin. Bi aqilê hevpar, têkoşîna civaka demokratîk a li hember bermayiyên DAIŞ’ê û avabûnên bi vî rengî tê meşandin, li hemû eniyan didome. Lewma jî piştevaniya gelên herêmê, ji hemû serdeman zêdetir xwedî girîngiyek e.