Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Mexrib

Tenê bedewiyên nivîsên hûqiqî têr naki; li Mexribê tundiya li dijî jinan ne tenê tevgerek takekesî ye, nîşaneya çanda civakî û kêmbûna sazûmaniyê ye. Hikûmet bi qanûnan li çareseriyê digere lê civaka sivîl baweriya xwe bi gelek tiştan nayne.

HENAN HERÊT

Mexrib – Di civakên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de, ku kevneşopî, çand û dînamîkên siyasî bi hev ve girêdayî ne, tundûtûjiya li dijî jinan di tevna jiyana rojane de birîneke vekirî dimîne. Ev tundûtûjî, ku gelek şêweyan digire - fîzîkî, psîkolojîk, aborî û qanûnî - ne tenê bandorê li jinan dike, lê di heman demê de bingehên edalet û rûmeta mirovan jî têk dibe.

Di demekê de ku em nêzîkî Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Şîdeta li dijî Jinan a 25’ê Mijdarê û kampanyaya 16 Rojên Çalakvaniyê dibin, ajansa me dosyayek amade kiriye da ku rastiya tundûtûjiya li dijî jinan ronî bike. Ev rapor çarçoveyên civakî û qanûnî analîz dikin, çîrok û ezmûnên jiyana rastîn pêşkêş dikin, û têgihiştinên krîtîk li ser polîtîka û pratîkên heyî pêşkêş dikin.

Di navbera nivîs û çarenûsan de: Bêbextî du caran dikuje

Jina ciwan Wafa ya ku li gundekî herêma Benî Mellal-Khenifra dijî, tu caran xeyal nedikir ku hevaltiyek demkî wê bibe trajediyeke ku dawî li jiyana wê bîne.

Di meha Îlona borî de, wêneyên wê yên taybet ên ji aliyê ciwanekî nas dike ve li ser platformên medyaya dîjîtal belav bûn û li gundê wê yê biçûk, bi têgihîştina “gotin ji bayê zûtir belav dibe” xwe di nava nêrînên tawanbar û bêcezakirina tawanbar de dît. Dayika wê ya ku polîsan gazî wê kir, got “keça min ne sûcdar e, mexdûr e.” Di êvareke xemgîn de, Wafa dawî li jiyana xwe anî û li pey xwe pirsek bi êş hişt, “Gelo wêneyekî çawa dikare jiyanê tune bike?”

Di nava mehek de li bajarê Taza yê bakurê rojhilatê Mexribê, trajedî bi şêwazeke din dubare bû. Jina ciwan Imane, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li kolanê rastî êrîşê hat. Çav û rûyê wê bi awayekî cidî birîndar bûn. Imana ya beriya niha ji aliyê heman kesî ve rastî êrîşa zayendî hat, ji bo qeydkirina zaroka xwe neçarî zewicandinê ma. Zewac jî bi hevberdan û tundiyê re bi dawî bû.

Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê, ji bo piştgiriya hiqûqî û derûnî ket nava tevgerê. Polîsan tawanbar girt û rêxistinên jinan jî ji bo lêkolînkirina valahiyên hiqûqî yên ku metirsiya li hemberî jinan xurt dikin, banga lezgîn kir.

Çîrokên Wafa û Imane, du rûyên paralel ên tundiya li hemberî jinan li Mexribê nîşan didin. Tundiya dîjîtal a ku mexdûran li ser ekranan dişopîne û tundiya bedenî ya birînên kûr dihêle. Her du rewş jî ruxmê reformên qanûnî û zagonî yên hatine kirin, qelsiya parastinê û kêmasiya mudaxeleyê radixin ber çavan.

Dane kûrahiya birînan nîşan didin

Li gorî rapora ku di meha Adara borî de ji aliyê Delegasyona Bilind a Plansaziyê ya Mexribê ve hatiye weşandin, nêzî 825 hezar zarokên keç ên Mexribê yên di navbera temenê 15–19 salî de herî kêm bi cureyekî tundiyê re rû bi rû man. Zêdetirî jin û zarokên keç ên di navbera 20–74 salî de rastî tundiya nava malbatê yan jî derve hatin.

Daneyên fermî, nîşan didin ku ji sedî 56.5’ê jinên Mexribê hê jî rastî cureyekî tundiyê tên; piraniya wan di nava malbatê de diqewimin. Tundiya aborî ya di sala 2009’an de ji sedî 8.2 bû, di sala 2019’an de gihîşt ji sedî 15.1.

Di rapora berfireh a heyama 2020–2023’an de, rêjeya “tundiya aborî û civakî” ji sedî 24,8’an hat ragihandin. Ev rewş, dibe sedem ku jin di nava malbatê de ji çavkaniyan bêpar bên hiştin an jî mafên wan ên biryardayîna aborî bên astengkirin; ji ber vê yekê gelek jin nikarin ji dorpêça tundiyê xilas bibin an jî gilî bikin.

Delegasyon, vê cureyê tundiyên mîna “rûyê nû yê lawaz” binav dike; ji ber ku tenê ji sedî 19,9’ê jinên Mexribê dikarin bi rêkûpêk dixebitin, ev yek jî girêdana aborî zêde dike û xetera şantaj û kedxwariyê çêdike.

Tundiya dîjîtal jî veguheriye dirêjkirina tundiya kevneşopî. Dane, nîşan didin ku ji sedî 58,1’ê jinan di hawirdora dîjîtal de rastî cureyekî tundiyê hatine û ji sêyeka wan diyar dikin ku êrîşa dîjîtal ketiye jiyanê.

Her wiha rapor, eşkere dikin ku ji sedî 70’ê zarokên keç ên di navbera 15–19 salî de di nava salekê de herî kêm bi yek cureyê tundiyê re rû bi rû mane; ev rewş jî pêwistiya parastina zû ya vê koma hesas tîne rojevê.

Tundiya sazûmanî: Pergal dayikan bi tenê dihêle

Li Mexribê, tundî tenê  bi mal an jî kolanan re sînordar namîne; digihîje saziyan jî. Li Nexweşxaneya El Hasan a li Agadirê 8 jinên ducanî jiyana xwe ji dest dan; ev rewş di mehên dawî de bû sedema protestoyên mezin ên gel. Federasyona Mafên Jinên Mexribê, diyar dike ku ev bûyer nîşan dide bi taybetî li herêmên dûr û çiyayî hê jî pergala tenduristiyê lawaz e.

Li gorî daneyên Delegasyona Bilind a Plansazkirina Mexribê û Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê, rêjeya mirina dayîkan li Mexribê di her 100 hezar zayîna zindî de 72 mirin ango yanî du qatê navîniya Efrîqaya Bakur e. Li herêmên dûr, ev rêje ji 100’î derbas dibe.

Komeleyên jinan, diyar dikin ku ev pirsgirêke pergalî ye û bi kêmbûna fînansmana dewletê û kêmbûna karmendên tenduristiyê ve girêdayî ye. Aktîvîsta koordînatora Komeleya Wekhevî û Hemwelatbûnê Raja Hamim, wiha got: “Tundiya li dijî jinan, diyardeyek ku civaka Mexribê tune dike ye. Ne tenê rêbazeke takakesî ya ji ber hêrs an xizaniyê derdikeve, rêbazeke ku ji bo xurtkirina modela jina îtaetkar tê bikaranîn e. Em tundiyê li her derê dibînin; li saziyan, malan, kolanan û ekranan. Ev tundî niha bi awayên cudatir û afirîner derdikeve pêş, cara tesbîtkirin an jî gilîkirin zehmet dibe.”

Raja Hamim, axaftina xwe wiha domand: “Di daneyên li gilî li navenda şêwaziyê yên komeleya hatine kirin de, me dît ku di salên dawî de rêjeya tundiyê du qat bûye; hejmara bûyerên salane yên ku em digrin hezar derbas dike. Ev zengilên hişyariyê lêdixe, ji ber ku mexdûr ji komên cuda yên temen û civakê pêk tên; ev yek jî nîşan dide tundî li hemû beşên civakê belav bûye.”

Qanûna bi hejmara 103.13’an

Qanûna 103.13’an ku di sala 2018’an de hat qebûlkirin, di warê têkoşîna jinên Mexribê de mîna xaleke girîng hat nirxandin. Qanûn, tundî û tacîza li dijî jinan mîna sûc dibîne, di hawirdora dîjîtal û giştî de ji bo tacîzê cezayan pêşbînî dike û avakirina yekîneyên piştgiriyê di dadgehan û nexweşxaneyan de pêşbînî dike. Lê belê ruxmê ku heft sal derbas bû hikûmet di pêkanînê de hişk e jî qanûn di parastina mafên jinan de kêm ma. Îro hê jê bandora wê sînordar e û ji bo temînata wekheviyê têr nake.

Aktîvîst Raja Hamim, bal kişand ku qanûn bi tenê têr nake û heta ku bi amûrên pêkanînên rast neyê piştgirîkirin, wê bê bandor bimîne û got: “Ger qanûn bi budçe, dadwerî û perwerdeya civakî neyê piştgirîkirin wê tenê li ser kaxezê bimîne. Daxwaza îro, qanûneke ku ji rastiyan derdikeve û jinan bi awayekî bi bandortir biparêze ye; bi vî awayî em dikarin li Mexribê hawirdorek bi ewle ya rûmeta jinan tê parastin, biafirînin."

Raja Hamim, da zanîn ku komeleyên wan ji bo ku qanûn li gorî peymanên navneteweyî bê çavderîkirin û pêkanîn, bi partiyan re danûstandinan didomîne û got ku bi vî awayî armanc dikin ku parastin ne tenê şeklî, pratîkî be.

Tundiya dîjîtal û demxekirin

Di roja me ya îro de medyaya dîjîtal, di şerên hîbrîd de rola bingehîn dilîze; cîhana ferazî veguherî amûrekî ku meşrûiyetê dide cureyên cihêreng ên tundiya li dijî jinan. Ev qada niha ne cîheke ku bê lêpirsînkirin an jî kontrolkirin; berevajî veguherî amûrek ku zirarê dide nirxên civakî û jinan. Tundiya li hawirdora dîjîtal tê pêkanîn, tenê li ser ekranê namîne, sîrayetî hemû qadên jiyana rojane.

Di cîhana ferazî de tundî bi şêwazên nû dubare dibe. Jinên Mexribê, her roj bi îftira, belavkirin û zordariya sîberî re rû bi rû dimînin. Ruxmê zagonên ku van çalakiyan sûc dibînin hene jî pêkanîn hêdî ye û bersiv sînordar e, ev yek jî dibe sedem ku gelek jin ji jiyana civakî qut bibin û bi skandal an jî tolhildanê bi zorê gelek jin ji jiyana civakî dûr dikevin û ji ber tirsa skandal an tolhildanê bi darê zorê îzole bibin.

Seroka Yekîtiya Jinên Mexribê Xedîca Ahlîl, vê rewşê wiha şîrovê dike: “Demxekirina civakî, piştî êrîşê tundiyek duyemîn e; moral xirab dike û mexdûran bêdeng dibe. Gelek jin, ji ber tirsa çîrokên wan bi riya înternetê belav bibin, nikarin gilî bikin.”

Bi vî awayî, wêneyek du caran dikuje; carek dema belav dibe û cara din jî dema ji aliyê civakê ve tê darizandin.

Tundiya ku dikuje

Mexrib, di sala 2025’an de bû şahidê bûyerên trajîk ên bilindbûna tundiya ku heta kuştinê diçe. Ev rewş, lawaziya parastina hiqûqî û civakî derdixe pêş. Bûyerên herî balkêş ev in:

• Herêma Settatê (17’ê Cotmeha 2025): Mêrêkî 40 salî yê dihat diyarkirin hevjîna xwe qetil kiriye, hat girtin. Hat diyarkirin ku cenazeyê hevjîna xwe bi testereya elektrîkî perçe kiriye û avêtiye qadekî vala.

• Kazablanka (Cotmeh 2025): Memurekî polîs, piştî ku jinekî qetil kir, hewlda xwe bikuje.

• Erfoud (Nîsan 2025): Mamosteyek jin, ji aliyê xwendekarek xwe ve li nîvê kolanê rastî êrîşa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da.

Ruxmê ku şêwaz û herêmên van bûyeran cuda ne jî cînayetên jinan ne tenê encama kesên pîskopat in; berevajî, nîşan dide ku pergala civakî û hiqûqî di parastina jinan de kêm maye. Hebûna qanûnan bi tena xwe têr nake; ji bo pêkanîna van qanûnan, pêdivî bi îrade, hişyariya civakî û mekanîzmayên kontrolê yên bi bandor heye.

Aktîvîst Xedîca Ahlîl, di vê mijarê de wiha dibêje: “Ger mekanîzmayên mudaxeleya lezgîn an parastinê hebûna dê pêşî li gelek cînayetan bihata girtin. Dema ku di navbera gilî û pêkanînê de winda dibe, dibe sedema kuştinê.

Têkoşîna nifşê nû

Mexrîb, di dawiya Îlona borî de, bû şahidê protestoyên ciwanan ên di bin pêşengiya nifşê Z de. Van protestoyan, daxwazên hevsengiyê û edaleta zayendî anîn ziman û di astên dîjîtal, qad û ewlehiyê de bi zextan re rû bi rû ma. Lê di heman demê de, nîqaşa giştî ya li ser tundiyê ji nû ve zindî kir û dîwarê bêdengiyê ya li dora qurbanan şikand.

Qada dîjîtal veguherî çekekî du alî: ji aliyekî ve zemîna provokasyon û îfşayê amade dike û ji aliyê din jî bi etîketên wekî #ما_ساكتاش (#EzêBêdengNemînim) û #StopViolence, bû qada piştgirî û berxwedanê. Van kampanyayan, ji aliyê aktîvîst û jinên hunermend ve bi daxwaza hesabpirsîn û rûmetê hatin destpêkirin.

Ruxmê tabloya tarî jî veguherînên erênî yên eşkere jî tên jiyîn:

• Asta hişyariya civakî ya li ser mijarên jinan zêde dibe.

• Her çiqas çavkaniyên aborî sînordar bin jî xebatên navendên guhdarî û stargehbûnê berfireh dibin.

• Hewldanên nû yên dîjîtal û qadê, jinên mexdûrên tundiyê piştgirî dike û ji wan re alternatîfên aborî pêşkêş dike.

Li hemberî vê, zehmetiyên pergalî didomin û sedemên serekê yên vê yekê ev in:

• Kêmbûna budçeyên ji bo komeleyên jinan û navendan.

• Pêşketina hêdî ya pêvajoyên hiqûqê.

• Berdewamiya cureyên tundiyê yên sembolîk, medyayî û sazûmanî.

Di vê çarçoveyê de Raca Hamim, wiha dibêje: “Têkoşîna li dijî tundiyê, berpirsiyariyeke kolektîf e ku pêdivî bi beşdariya hikûmet, civak û saziyên perwerdeyê heye. Hişyarî çiqas zû dest pê bike, ewqas nifşên ku tundiyê red dikin û bi mafên jinan bawer dikin, mezin dibin.”

Ji bo jinan ber bi Mexriba bi ewle ve

Ev tabloya dirêj tenê bi peyamek tê kurtkirin: Bedewiya nivîsê ya qanûnê bi tena serê têr nake. Tundiya li dijî jinên Mexribê, ne tevgerek takakesî ye; nîşaneya çandekî civakî, îhmalkariya sazûmanî û kêmbûna pergalê ye. Dema ku dewlet, di rêziknameyên qanûnî de li çareseriyê digere; civaka sivîl riyên paralel ên mîna perwerde, hêzdarkirin û piştgiriya domdar diparêze. Dema ku dewlet qanûnan bi pêş dixe, civak jî bi riya perwerde, aboriya kolektîf û aliyên civakî yên xwedî pîvanên etîk, estetîk û demokratîk riya xwe ava dike.

Îro, tevgera jinan a li Mexribê, li xaleke werçexê disekine. Yan dirûşm dê veguherin polîtîkayên ku jiyanê rizgar dikin an jî tundî didome.