Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Misir

Di civakek ku tê de hêz bi çandê re, hegemonya jî bi pêvajoya sosyalîzasyonê re ketiye nava hev, li Misrê şêwazên pir cûda yên tundiya li dijî jinan derdikeve holê.

ASMA FATHİ

Misir – Jinên li Misirê, hewl didin tora tundiya tevlihev perçe bikin, têkoşîna di navbera serdest û berxwedanê de li ser bedena jinê xuya û zelal bikin. Jin, destnîşan dikin ku edalet tenê bi qanûnan nayê pîvandin, di heman demê de bi kapasîteya jinan a vegerandina serweriya li ser jiyana xwe ya taybet ve jî girêdayî ye.

Li Misrê tundiya li dijî jinan tenê bi çalakiyên kesane ve sînordar namîne, veguheriye pergalek ku di nava saziyên dewletê de kok daye û bûye parçeyek ji çanda serwer. Ji tundiya nava malbatê bigre heta cudaxwaziya qanûnî, ji gotinên medyayê bigre heta polîtîkayên giştî, hegemonyayek pirqatî azadiya jinan sînordar dike û hiyerarşiya civakî ji nû ve hildiberîne.

Emê di vê beşa dosyaya xwe de, pirsên bingehîn ên ku xuyabûnên tundiya li Misirê bigre dest, aliyên wê yên avahîsazî analîz bike û di mijara edaletê û bihêzkirina jinan de, derxin pêş.

Îro rastiya tundiyê guheriye; tundiya li dijî jinan, êdî mîna pirsgirêkek kesî an jî avarêbûna tevgerî nayê dîtin. Ev, veguheriye amûrek ku avahiya desthilatdariya baviksalar a di nava dewletê de hatiye avakirin. Ji bo di hemû qadên jiyanê de kontrolê ferz bike û tevgerên jinan bi çavdêriyê dike bin kontrolê, bikar tîne.
Tevî ku li dijî tundiyê tevgerek xwecihî heye jî, nêzî ji sedî 31’ê jinên zewicandî an jî berê zewicîne yên temenê wan di navbera 15-49 salî de, rastî tundiya fizîkî an jî derûnî hatine. Ev rastî, ji bo kesên bi mijarên jinan re eleqeder dibin û lêkolînerên di vê qadê de, pir girîng e. Ji ber ku fêmkirina rastiya tundiyê, tevliheviya wê û têkiliyên wê yên tevlihev, ferz dike. Ev diyarde, li jiyana jinan, rêyên wan ên pîşeyî û malbatî bi kûrahî bandor dike û hebûna wan a di qada giştî û beşdariyên wan di asten cûda de diyar dike.

Avahiya tundiyê di hikûmeta dewletê de ye

Tundiya li dijî jinan a li Misrê, rasterast bi têgeha hikûmetê re girêdayî ye. Ev yek ne tenê têkiliyek di navbera du kesan de ye, xuyabûna torekî ya sazî û çandî ya kokbûyî ye. Dewleta Misrê, bi gelemperî diyar dike ku li pişta jinan e û gotinek siyasî ya hesas ku diyar dike di nav welatên Rojhilata Navîn de ji bo pirsgirêka jinan nêzîkatiya herî demokratîk e, nîşan dide.

Digel vê yekê, gelek rapor û analîz balê dikşînin ser kêmbûna bingeha qanûnî û makezagonî ya xurt ku jinên li Misirê bi rastî destek dike. Tevî ku hikûmet diguherin jî, di pergalê de veguherînek bi kok çênebûye û di nêzbûna mijarên jinan de pêşketinek şênber nehatiye tomarkirin. Îro, pênaseya tundiya li dijî jinan jî guheriye; ev rastiya tevlihev, ji çarçoveya xwe ya pergalî û siyasî tê veqetandin û mîna "nakokiyên malbatî" tê hêsankirin û hewl tê dayîn bê notralîzekirin.

Qeydên Tundiyê yên li Misirê

Li gorî rapora herî dawî ya ji hêla "Saziya Edraakê ya ji bo Pêşketin û Wekheviyê" (مؤسسة إدراك للتنمية والمساواة) ve di Hezîrana 2025'an de hat weşandin, li Misirê di nîvê ewil ê 2025'an de 495 sûcên tundiyê hatin qeydkirin û piraniya van bûyeran, li gorî giraniya cezayên qanûnî yên têkildar, mîna sûcên giran hatine hesibandin.

Rapor, diyar dike ku sûcên cînayetê yên li dijî jin û zarokan, şêwaza herî berbelav a tundiyê ye; 156 kuştinên jinan hatine tomarkirin ûnêzîkî 120  ji wan, di encama tundiya malbatî de pêk hatiye. Sûcdar, bi piranî mêrên ku bi jinê re dijîn an jî berê têkiliyên wan hebûye ne. Di nava sedemên sereke yên van sûcan de, nakokiyên malbatî, şert û mercên aborî û nebûna pergalek demokratîk a ku di civakê de hêvî û baweriyê pêk tîne, cih digre.

Belavbûna erdnîgarî ya van sûcan, bi taybetî li parêzgehên navendî belav bûye. Li Qahîre, Gîze û Qalyûbiyê 48 kuştinên jinan hatine qeydkirin; piştre li parêzgehên Misra Jorîn 29 bûyerên êrîşa tund, li herêma Deltayê 26 bûyer hatin tomarkirin. Her wiha li Misra Bakur, herêma Kanala Sûweyşê û parêzgehên sînorî êrîşên tund hatine tespîtkirin.

Yek ji xalên balkêş ên di raporê de ew ê ku 14 kuştinên jinan li dijî jinên ne Misrî pêk hatiye; boykotek navneteweyî ya ji bo pirsgirêkê datîne û qelsiya parastina qanûnî ya ji bo jinên biyanî ya li Misrê tekez dike.

Daneyên bilind û banga mudaxaleya lezgîn

Her wiha, qetilkirina 15 jinên nasnameya wan nediyar hatiye belgekirin; muayeneyên otopsiyê nîşan dide ku li ser bedana wan şopên îşkence, kêr an xeniqandinê heye. Lê dewletê ragihand ku nikare nasnameya sûcdaran diyar bike; hat diyarkirin ku hinek bûyer bi paşguhkirin an jî mirinên di dema zayînê de re girêdayî ye. Ger ev daxuyanî rast be, kêmasiyên cidî yên di xizmetên tenduristî û civakî de radixe ber çavan.

Di aliyê tecawiz û destdirêjiyan de, 10 bûyerên tecawizê hatine qeydkirin û ji wan 8 bûyer li parêzgehên navendî pêk hatine. Her wiha, di navbera tecawiz û îşkenceyê de 62 bûyerên êrîşa zayendî ya li ser zarokan hatiye belgekirin û hinek ji wan bûne sedema mirinê. Di nav mexdûran de 9 zarokên keç, 9 zarokên kur û 5 zarokên astengdar hene. Ev hejmar rastiyek trajîk nîşan dide û eşkere dike ku beşên herî qels ên civakê ango zarok û astengdar, bi taybetî hedef tên girtin; ev rewş, di qada qanûnî û civakê de mudaxeleyek lezgîn û berfireh ferz dike.

Destdirêjî, yek ji şêwazên herî berbiçav ên tundiyê ye; 122 bûyerên tacîzê hatin tomarkirin û piraniya wan li qadên giştî û taybet ên parêzgehên navendî pêk hatine. Tundiya dîjîtal û şantaja elektronîk, mîna şêwaza nû ya binpêkirinê derketiye pêş; 13 ji wan li parêzgehên navendî, bi giştî 19 sûcên dîjîtal hatiye tomarkirin û ev bi têkiliyên zayendî an jî hewldanên şantajê re girêdayî ne. Ev rastî, nîşan dide ku qada dîjîtal gav bi gav vediguhere platformek nû ya tundiyê.

Her wiha qeydên tundiyê yên li Misrê hatine belgekirin, diyar dike ku 13 jin û zarokên keç rastî êrîşa asîdê hatine; ev êrîş bûne sedema seqetiyên daîmî û di hinek rewşan de jî bi mirinê encam bûye. Motivasyonên van sûcan, bi gelemperî redkirina ji nû ve têkilî danîna bi mêr re an jî biryara cûdabûnê ne ye û qeyranên derûnî û civakî yên kûr ên civak dijî, nîşan dide.

Li gorî dane û analîzan, ji sedî 10.5’ê bûyerên tundiyê, li dijî jinên temanê wan di navbera 19-30 salî de, ji sedî 15 koma temenê di navbera 12-18 salî de û ji sedî 7,92 jî zarokên keç ên temanê wan di navbera 6-11 salî de hedef digre. Ji sedî 72,56’ê van êrîşan ji aliyê mêran ve hatine pêkanîn û di piraniya bûyeran de nasnameya sûcdaran hatiye diyarkirin. Her wiha di ji sedî 11,18’ê bûyeran de nasnameya kiryaran hêj nehatiye tespîtkirin an jî eşkerekirin.

Ev nîşane, eşkere dikin ku di bûyerên êrîşa zayendî ya li dijî zarokên astengdar de zêdebûnek heye, di nava hinek kiryaran de zarok jî hene û tundiya nava malbatê mîna amûrek kontrola civakî tê bikaranîn. Eşkere ye ku parastina qanûnî ya ji bo zarokên keç ên biçûk jî, qels e.

Faktorên derûnî û aborî, bi taybetî di sûcên cînayetê de, di nav motîvasyonên sereke yên tundiyê de ne. Bûyerên xwekuştinê yên girêdayî tundiya nava malbatî û civakî, leza bilindbûna tundiya dîjîtal û zêdebûna cînayetên di bin navê "terbiyeyê" de têne kirin, careke din pêdiviya bicihanîna bi bandor a qanûnên jinan diparêze, tekez dike.

Travmayên derûnî yên kûr ên heta dawiya jiyanê bidome

Di encamê de bandorên tundiyê tenê bi birînên fizîkî re sînordar namîne; di heman demê de dibin sedema travmayên derûnî yên kûr ên wê heta dawiya jiyanê bidome. Lewma, peydakirina piştgiriya derûnî û dermankirina berfireh a ji bo jinên ji tundiyê rizgar dibin, ji bo başbûna wan, vegerandina wan a civakê û afirandina jîngehek ewle û adil ji bo hemû kesan, xwedî girîngiyek jiyanî ye.

Li gorî daneyên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî  (UNFPA), li Misrê her sal nêzî 7,8 mîlyon jin rastî yek an jî zêdetirê cûreyên tundiya li ser bingeha zayendî tên; ev tundî ji aliyê hevjîn, ji derdora nêz an ji qada giştî tê.

Li gorî lêkolînek hevbeş a Konseya Neteweyî ya Jinan a Misirê (NCW) û Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 48’ê jinên astengdar ji 15 saliya xwe û vir ve rastî tundiya fizîkî, derûnî an jî zayendî hatine. Ji sedî 61’ê yên zewicandî jî rastî tundiya hevjinên xwe hatine.

Em nikarin van hejmaran, mîna êrîşek kesanê binirxînin. Ev nîşan dide ku tundî çiqas kûr li avahiyên civakî belav bûye û pêwendiya wê ya bi çavkaniyên otorîter re nîşan dide. Tundiya li dijî jinan, rasterast encama wateya hikûmeta ku zayenda civakî dihilberîne ye. Ji jinê tê hêvîkirin ku serî deyne, bêdeng bimîne û "lihevhatî" be û gava ku wan rolan red dike jî, rastî cezakirinê tê.

Rêbazên tundiyê û rehendên wê yên girêdayî hev in

Li Misrê tundiya li dijî jinan, bi gelek rêbazên cuda yên ji qada taybet bigre heta qada giştî, ji kiryarên kesanê bigre heta pêkanînên sazûmanî diçe, derdikeve holê. Ev rastî destnîşan dike ku tundî ne tenê êrîşa fizîkî an jî tacîz e; êrîşekî civakî ya organîzekirî ku bi awayekî avahîsazî girêdayî pergala hikûmeta siyasî û çandî ye.

Tundî, ji bo kontrolkirina bedana jinê û sînordarkirina serxwebûna jinê, mîna amûrek tê bikaranîn. Li ser tora berfireh a pratîkan a ku vê kontrolê bi rêya yasa, medyayê an normên civakî rewa dike, dixebite. Ev jî nîşan dide tundiya li dijî jinan ne rewşek kêm tê dîtin e, perçeyek pergaleke civakî ku bi domdarî xwe ji nû ve hilberîne û girêdayîbûn û hegemonyayê di bin navê sazûmaniya giştî an jî parastina malbatê de bihêz dike.

Tundiya bi pergalî: Birînek domdar a hesab nayê pirsîn

Tundiya saziyî, bi rêya polîtîka û mekanîzmayên ku jinan veder dike an jî ber bi pozîsyonên girêdayîbûnê ve dibe, şênber dibe. Mînak, saziyên perwerdeyê bi rêya bernameyan û gotinên pedagojîk, rolên zayendî yên civakî yên kevneşopî ji nû ve hilberînin; pergala tenduristiyê jî di hin rewşan de nerasterast bi pratîkên tundiyê yên mîna sûnetkirina jinan re dibe hevkar an jî bi bêdengbûyîn û hincetkirinê re dibe hevkarê veşartî yê vî sûcê giran.

Her çiqas îstatîstîkên tekûz nebin jî, texmîn nîşan dide ku di navbera salên 2015-2030'an de li Misrê nêzî 7 milyon zarokên keç di bin xeteriya sinetkirinê de ye. Ev tê wê wateyê ku divê hewldanên ji bo rakirina vê pratîkê ya heta 2030'an, 15 qat zêde bibin.

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Neteweyî ya Rakirina Sunetkirina Jinan, bi hevkariya Konseya Neteweyî ya Zarokatî û Dayîktiyê û Konseya Neteweyî ya Jinê, di Tîrmeha 2025'an de ragihand ku li Asyûtê hewldana sinetkirina 7 zarokên keç û bûyerek din a li Sohagê, bi fermana Dozgeriyê re asteng kiriye.

Ev rastî, eşkere dike ku tundiya li dijî jinan bi kesan re ne sînordar e. Di nava avahiyekî saziyî de ku ji bo parastina bi bandor û berfireh a zarokên keç û jinan, hewceyî reformên bi kok, qanûnî û çandî ye de cih digre.

Gelo malbat çima tundiye hildiberîne?

Li Misrê tundiya nava malbatê herî berbelav e, lê di heman demê de ji aliyê qanûnî ve ya herî kêm tê nasîn e. Qanûnên Misrê hêj xaleke ku tundiya nava malbatê bi awayekî eşkere sûc dihesibîne nahewîne. Li aliyê din lêkolînên Konseya Neteweyî ya Jinê û hin rêxistinên jinan, nîşan didin ku zêdetirê çaryekê jinên zewicî ne, di qonaxek jiyana xwe de rastî cûreyekî tundiya nava malbatê hatine. Tevî vê yekê jî civak û sazî vê rastiyê paşguh dikin, ev yek bi gelemperî mîna "pirsgirêka nava malbatê" tê binavkirin.
Tundiya aborî jî, ji tundiya fizîkî ne kêm wêranker e; ji ber serbixwebûna aborî ya amûra herî girîng a berxwedanê ji jinan distîne. Di encamê de, serxwebûn ji bo jinan dibe şerta jiyanê. Jin bi rêya bêparhiştina ji çavkaniyên aborî an jî astengkirina beşdarbûna wan a hêza kar, rastî vê cûreyê tundiyê tên. Jinên karker jî, dema dikevin qada giştî, bi newekheviya mûçeyan, derxistina kar a kêfî û nebûna parastina qanûnî ya di sektorên nefermî de re rû bi rû dimînin.

Qanûnên Misrê sûcê tecawizê bi awayekî aşkera nas nake

Tundiya qanûnî, yek ji cûreyên tundiyê ya herî veşartî û ya herî kûr e; ji ber ku rasterast dikeve nav metnên qanûnê. Mînak, qanûnên Misrê "tecawiza di nava zewacê de" nas nake, ji bo mêran di mijarên welayet û hevberdanê de rayayên berfirehtir dide; qanûnên kar jî ji bo tacîz an jî cudaxwaziya di cihê kar de parastina têrker mîsoger nake.

Medya û çanda populer jî, qadên herî xeternak ku gotina mêrê serwer ji nû ve tê hilberandin e. Rêzefîlmên televîzyonê û fîlman, bi gelemperî tundiya li dijî jinan rewa dikin, tînaza xwe bi jinên mexdûrê tundiyê dike û îmaja "jina biîfet" mîna modela îdeal pêşkêş dikin. Bi vî awayî sembolên cudaxwaziya zayendî, mîna çanda civakî bi kok dibe. Di vê çarçoveyê de, kevneşopî û hin şîroveyên olî, vediguherin hevkarên tundiyê. Sebrê mîna qehremanî, itaetê jî mîna dilpakî hînî jinan dikin.

Gelo têkoşîn ber bi ku ve diçe?

Têkoşîn, ne tenê mijarek qanûnî an jî li ser bingeha mafan e; di heman demê de pirsgirêkek çandî ya kûr e jî. Di roja me ya îro de cûreyên tundiyê ne li derveyî têkiliyan e, di hundir de kok daye û di ziman, perwerde, saziyan û heta di nava malan de eşkere tê dîtin. Lewma, berxwedana jinê ne tenê lêgerîna edaletê ye, di heman demê de têkoşîna ji nû ve bidestxistina azadiya beden, ramanê û hêza xwe ye.
Nasnameya jinê, dê bi van pîvanan wateya xwe ya rasteqîn qezenc bike:

Gelo dikare xwe biparêze?

Gelo mafê wê heye?

Gelo dikare bixebite?

Gelo îradeya wê ya biryargirtinê heye?

Gelo di jiyana giştî de mîna aktorek bi bandor de rêzdarî dibîne?

Bersivên van pirsan, nîşaneyên bingehîn ên asta gihîştina civakê ye.

Ger dîwarên "demxekirin, bêdengî û dilsozî" yên jinê ji hundir ve dorpêç dikin neyên hilweşandin, wê qanûn bi tenê serê têrkêr nebe. Qeyrana pandemiya COVID-19, vê rastiyê bi eşkereyî derxist holê: Jinên ku di sektorên nefermî de dixebitin an jinên astengdar, di vê serdemê de bedêlên herî giran dan. Mîna her gavê, di qeyranên mezin, şer, kareset û hemû cûrê pevçûnan de barê herî giran jin hildigrin.

Tundî mîna avahî, mîrate û pratîkek didome

Sosyologên ji Pierre Bourdieu bigre heta Judith Butler, diyar dikin ku tundî ne tenê fizîkî ye, di heman demê de sembolîk e û mîna mekanîzmayek ku hiyerarşiya di civakê de bihêz dike dixebite. Di mînaka Misirê de, çanda Îslamê siyasî û aboriya baviksalarî vediguhere şêweyekî rêveberiyê ya li ser tundiyê. Tundiya nava malbatê, mîna sûcek eşkere nayê hesibandin; hinek organên medyayê tinazên xwe bi mexdûran dikin an jî demxe dikin û yên din jî gotinên olî yên tundiyê di bin navê "terbiye" an jî "perwerde" de rewa dike, belav dikin. Ev hemû pratîk, şaxên cûda yên heman pergala hegemonyayê ne.
Di asta sazûmanî de, gelek jin di cihên kar an jî lêgerîna edaletê de rastî tundiya burokratîk tên. Di piraniya qereqolan de giliyên tundiya nava malbatê, bi hinceta "parastina yekîtiya malbatê" an jî " divê perwerde di nava malbatê de be" re dibin mijara tinaziyê an jî tên redkirin. Tevî ku guhertinên qanûnî gelek car tên kirin jî, qanûn di dayîna mafê parastina rast a jinê de kêm dimînin; ji ber ku çanda qanûnî bi xwe, di hinek rewşan de cudaxwaziyê zêde dike û tundiyê hildiberîne.

Stran û gotinên pêşiyan ên cudakariya zayendî

Tundî, di cîhana hunerê de jî belav bûye. Bi rêya gotinên pêşiyan ên gelêrî, çîrok û stranan, feraseta mêrê serdest ji nû ve tê hilberandin. Gotinên mîna "Cihê jinê mal e" û “Tu tişt nikare mêr şermezar bike”, pirsgirêka jinê kûrtir dike û ji tundiyê re rewatiya veşartî mîsoger dike. Di civakê de cudaxwaziya zayendî, di astek mezin de bi van amûran tê kodkirin. Di vê avahiya çandî de; Mêranî bi hêz û kontrolê re û zarokên keç jî rêgeza "sebir dilsozî yê" tên mezinkirin.

Ev yek, tevgerên civakî xwedî dike û ji gelek kesan re bi pêşkêşkirina hinceta ehlaqî re tundiyê hêsantir dike. Bi vî awayî jin, di sûcên ku lê rast tên de, mîna sûcdar tên hesibandin.

Li gorî lêkolînên ji aliyê Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Civakî û Sûcî ve hatine weşandin, zêdetirê nîvê jinên Misrî yên rastî tundiyê hatine, bûyerê ji rayedaran re gilî nakin. Sedemên sereke yên vê yekê jî ev in;
“Tirsa şermê,
Fikara windakirina zarokên xwe,
Nebûna baweriyê ya ji edaletê re.”

Bi vî awayî tundî mîna çandî sazûmanî dibe; bi ziman, rêbazên perwerdeyê û medyayê tê kûrkirin.

Tevgera Jinê ya xwedî bandora sînordar

Misir hê ji çarçoveyek qanûnî ya berfireh û bi pergalî bêpar e. Sazî bi gelemperî tundiyê mîna "pirsgirêka civakî" digrin dest û mîna pirsgirêkek avahîsazî nas nake. Pirsgirêka rast, ne di kêmbûna çavkaniyên dewletê de ye; feraseta ku tundiya li dijî jinan mîna pirsgirêka malbatî dibîne û di nava pergalê de ji vê tundiyê re rewatiyê mîsoger dike ye.

Lewma, tundiya li Misrê berhema pergalek mêrê serdest a ji malê heta dewletê dirêj dibe ye. Tundî, tenê bi zirardayîna fizîkî re sînordar namîne; dighîje heta tunebûna sembolîk a jinê û bi rêya huner, siyaset, ol, aborî, medyayê li hemû qadên civakê belav dibe. Di warê de, Misir di Rojhilata Navîn de mîna kolana pişte ya cudakarita olî û zayendî ye.

Têkoşîna femînîst a li dijî vê pergalê, sînordar û belawela ye. Nerêxistinkirina jinan a bi awayekî bi hêz, ji bo berdewamiya çanda tundiyê dibe têrkarî. Di vê çarçoveyê de Misir bi du krîzên bingehîn re rû bi rû ye;
“Belavbûna tundiyê,
Qelsbûna têkoşîna femînîst.”

Şoreşa gel a bi Bihara Ereb re destpê kir, nekarî Misrê ji feraseta dijminê jinê paqij bike. Bêyî demokrasiyek hundirîn a rasteqîn, wê nasnameya jinê bi wateya tam pêk neyê; ev jî derketina Misrê ya ji qeyranê, ne pêkan dike.