Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Sûriye
Şer, ol û çand; weke dorpçêke ji bo rewakirina tundiya li dijî jinan û ferzkirina sînordarkirina li ser wan di warê cil û berg, tevger, perwerde û kar de tê bikaranîn. Ev rewş, bi pêkanînan tê rewakirin û berxwedana jinan a li dijî van dijwar dike.
ROŞÊL CANYOR
Sûriye – Li Sûriyeyê tundiya li dijî jinan, yek ji çavkaniyên sereke yên qeyrana welat e. Li Sûriyeyê di salên dawî de du caran rêveberî guherî, çêteyên cîhadîst piştî rejîma Baasê hatin ser rêveberiyê. Li Şamê, polîtîkayên jinan ên herdu rejîman jî di bingeha xwe de li ser heman xetê ne. Di vê wateyê de, di polîtîkayên jinan ên her du rêveberiyan de jî nêzikatiyên îdeolojîk ên wekhev hene; ev têgihîştina ku hev xurt dike, pergala îro bi qalibên ku ji rabirdûyê girtiyê, bi şêwe dike.
Ev qalib jî di polîtîkaya pratîk a di bin maskeya cîhadîst û şerîetê de hatine cudakirin. Polîtîkayên dijminên jinan ên li seranserê welat belav bûne, di pratîkê de tabloyek pir hovane derxistine holê. Tundiya li dijî jinan, tenê bi kiryarên kesî yan jî bûyerên bêserûber sînordar nîn e; diyardeyek pergalî ye ku bi siyaset, civak, aborî û çandê re ketiye nava hev temsîl dike.
Ji dema ku şerê navxweyî yê di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir û vir ve dorpêça tundiyê ya li seranserê welat belav bû derket holê. Tundiya ku bi şer re berfireh bû, veguherî amûrek zehmet ku dewlet li dijî civakê û bi taybetî li dijî jinan pêk tîne. Di salên pêşveçûna şer de, zêdebûna komên çete yên mîlîtarîst ên hêzên derve di nava axa Sûriyeyê de, gelê Sûriyeyê û jinan xist nava şerekî kûrtir. Jin jî di navenda vî zimanê tundiyê de hatine bicihkirin û veguherîn hedefên rasterast ên kontrola di astên siyasî, civakî, çandî û aborî de.
Li Sûriyeyê tundiya li dijî jinan, bi awayên curbecur ên jiyana rojane xwe nîşan dide; ev yek êrîşa fîzîkî û derûnî, revandin, tecawiz, îşkence, tundiya aborî, civakî û siyasî vedihewîne. Her wiha bi şêwazên qanûnî û çandî yên armanc dikin azadiya takekesî sînordar bikin û îtaet û teslîmbûnê ferz dikin jî tên dîtin. Ev tundî ne tenê bi êrîşên kesî re sînordar e; parçeyek pergala sazûmanî, civakî û çandî ya serdestiyê ye û bi tevlîhevbûna hêza siyasî ya bi mêraniya kevneşopî û astengiyên civakî re hebûna xwe didomîne.
Li Sûriyeyê bingehên pergalî yên tundiyê
Tundiya li Sûriyeyê; li ser bingeha navendîbûn, hevkêşiya mêr-dewletê û cudakariya qanûnî û civakî şêwe dibe û di kûrkirina qeyrana li Sûriyeyê de mîna faktorên serekê derdikeve holê. Dewleta Sûriyeyê ya di formata netew-dewletê de hatiye avakirin, li ser lingên dinî, zayendperestî û neteweperestiyê bilind bûye û pirsgirêkên di nava sedsalek de kom bûne gihandiye roja me ya îro. Ev girêka pirsgirêkan, veguherî qeyranek ku ji sala 2011’an vir ve kûrtir bûye û bûye sedema parçebûna dewletê. Pergala netew-dewletê ya nikare çareseriyan hilberîne, veguherî pozîsyonek ku bi çarenûsa welat re dilîze. Bi hilweşîna rejîma Esed re, Sûriye ket serdemeke nû. Lê belê, ev serdem ji ya berê pir cudatir nebû. Rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê mîrateya pêkhatina dewleta navendî dewr girt û têgihîştinek ku gel, civak, bawerî û bi taybetî jinên li derveyî xwe û komên çete yên li dora wê kom bûne paşguh dike. Rola ku di salên dawî de di pergala hiqûqî ya olî, şerîetî û cîhadîst a li Idlibê hat tecrubekirin de ji jinan re hatiye ferzkirin; bi awayekî zextkirina li ser çarşefa reş û bêparhiştina ji hemû mafên wan derket holê û ev polîtîka îro heta Şamê hatiye domandin.
Di rewşa heyî de, Sûriye di bingeha xwe de veguherî dewletek çete; leşkerên bi pere, komên cîhadîst û saziyên ewlehiyê, tundiyê ne tenê mîna amûrek ji bo sepandina îtaetê, di heman demê de veguherandin mîna bingehek ji bo hilberandina hêz û serdestiyê jî tê bikaranîn. Em behsa pergalek dewletê ku di pratîkê de nîne dikin. Îro di rastiya herêmî de, ne pêkan e ku mirov li Sûriyeyê behsa dewletek dixebite, qanûnên wê, hikûmeta wê û bi taybetî mafên jinan bike.
Ev tiştên çeteyên cîhadîst ên li ser civakê qanûna Îslamaa siyasî ferz dikin, di dojeha Sûriyeyê de bûne agirek nû. Binpêkirinên mafên mirovan ên komkojiyên bipergalî, talan, tecawiz, revandina jinan, girtinên keyfî, sûcên ku di bin navê "namûsê" de tên kirin û bêparkirina mafên aborî û civakî yên jinan ên li dijî li herêmên Elewî, Durzî û Kurdan didomin. Ev tablo, dikare di roja me ya îro de mîna mijarên bingehîn ên qeyrana Sûriyeyê were dîtin.
Bi feraseta dinî ya argumanên olî mîna amûrek bi kar tîne, li ser çanda jiyanê, cil û berg, tevger, perwerde û kar sînorkarkirinê kontrolkirinê ferz dike û ji bo rewakirina tundiyê tê bikaranîn. Ev rewş, li dijî pêkanînên mijara gotinê tirsek kolektîf û helandine kûr dike. Çanda tecawiz û zextê ya tê xwestin li herêmê serdest bibe, armanc dike bi çewisandina wan pêşiya têkoşîna jinan bigre. Pergalên mîlîtarîst ên ji derveyî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li seranserê welav belav dibin, rastiya ku her herêma dikevinê veguherînin rewşeke nayê jiyîn jî raxist ber çavan.
Ev feraseta ku rolên jinan di civakê de dadixe rasta herî kêm, çanda tecawizê mîna yek ji şêwazên herî gelemperî yên êrîşkariyê bi kar tîne. Serdestiya mêran; di yekdestkirina mekanîzmayên biryardayîn û kêmkirina rolên jinan ji bo îtaet û lênêrînê eşkere dibe. Tundî jî mîna yek ji amûrên sereke ji bo dubarekirina vê serdestiyê xizmet dike. Di demên pevçûn û karesatan de, jin bi gelemperî ji ber têkçûna hevsengiyên hêzê û zêdebûna tengezariyên civakî-aborî rastî zext û tundiyek dijwartir tên. Ev rewş, hebûna domdar a pergala serdestiya mêran ku bi berdewamî di asta kesî û sazûmanî de tundiyê ji nû ve hildiberîne, nîşan dide.
Komên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û jin
8’ê Kanûna 2024’an, ji derbeyek leşkerî ku ji aliyê yek alî yê şerê Sûriyeyê ve li dijî aliyê din hat kirin, wêdetir nebû. Ev geşedan, bêguman bû sedema veguhestina desthilatdariyê ya nedemokratîk û dûrî aştiyane. Vederkirina hemû komên ne xwedî awayê ku bi nêzîkatiya "kî rizgar bike dê ew biryar bide" rêveberiyê dewr girt, hat rewakirin. Ev rewş, bi taybetî di aliyê civaka sivîl û tevgerên jinan de veguherî gefek cidî.
HTŞ dijminahiyek zêde li dijî mafên jinan dike. Ev yek di komkujiyên ji aliyê rêxistinên mîna El Qaîde, El Nusra û DAIŞ’ê ve li dijî jinan tên kirin, bi awayekî zelal tê dîtin. Pergala ku HTŞ dixwaze ava bike, bi tecrubeya "Hikûmeta Rizgariyê" ya ku ji sala 2017’an vir ve li Îdlibê tê damezrandin, bi awayekî zelal derket holê. Vê hikûmetê bi awayekî pergalî jinan hedef girt; azadî û xebatên wan ên civakî û giştî bi navê "Şerîet" û "olê" sînordar kir. Tevgera jinan bi tevahî hat krîmînalîzekirin û daxwazên herî hêsan jî hatin redkirin. Redkirina têgeha "demokrasiyê" û hemû peymanên navneteweyî yên girêdayî wê û bi taybetî jî CEDAW’ê; ferzkirina hicab û çarşefê li dijî jinan û pêkanîna cudakariya zayendî ya di qadên perwerdeyê de, nîşaneyên bingehîn ên polîtîkayên domdar ên HTŞ’ê ne.
Îro, ev pêkanîn heta Şam, Hama, Humus û herêmên peravê yên Sûriyeyê belav bûye. Temsîliyeta siyasî ya jinan jî bi wezaretek sembolîk a di rêveberiya demkî ya bi gotinî hatiye avakirin de ji bo bêdengkirina raya giştî ya derva hatiye dayîn re sînordar maye. Vederkirina jinan ji jiyana giştî û siyasî, bi polîtîkayên ku armanc dikin jinan di hemû qadên jiyanê de bi riya ferzkirina sînorkirinên paşverû bêbandor bikin, hatiye domandin. Daxuyaniyên Ubeyde Arnaut ku qaşo mîna rayadar hatiye diyarkirin û Ayşe Dibis a mîna seroka "Ofîsa Karûbarên Jinan" hatiye destnîşankirin, bi zelalî nîşan didin ku ji bo jinan rolên sînorkirî yên di bin kontrola rayedarên olî û siyasî de tên pêşbînîkirin. Tu kesê
ji van jinên ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatine hilbijartin, helwestek cuda hêvî nekir. Meşandina vê polîtîkayê ji aliyê mêr an jî jinek ve, encamê naguherîne. Armanc ew e ku jinên Sûriyeyî di bin pençek cîhadîst û şerîetê de digrin û bi vî awayî hebûna wan paşguh bike û girêdayîbûna wan kûrtir bike.
Çerxa Îdlibê ya Şamê
Di heyama kontrola HTŞ’ê ya deverên gundewarî yên Îdlib û rojavayê Helebê de, êrîşên li dijî jinan bi awayekî diyarker zêde bûn. Revandin, tecawiz, girtinên kêfî, ferzkirina hicaba mecbûrî û sînorkirin û qedexeyên tund di qada perwerde û kar de pir zêde belav bûn. Ji bilî vê yekê, li bazarên ku li Îdlibê ava kir re, pratîkên ku serdema navîn tînin bîra mirov jinan veguherand amûrê. Li Îdlibê HTŞ’ê û komên girêdayî wî, di nava salan de gelek şêweyên tundî û cudakariya li dijî jinan derxistin holê. Li gorî raporan, HTŞ’ê hicabê ji bo jinan ferz kiriye û ji bo rêwîtiyê refaqetên mêr ferz kiriye û gelek jinên çalakvanên jin û parêzvanên mafên jinan jî di nav de, bi awayekî kêfî girtine, îşkence kiriye û hinekan jî kuştiye. Her çend hinek ji van binpêkirinan hatin belgekirin jî agahdariya li ser gelekan sînordar û kêm e. Lê belê dîsa xwendina asta dozên ku di çapemeniyê de hatine ragihandin jî ji bo fêmkirina asta rewşê bes e.
Piştî dagirkirina Şamê ji aliyê HTŞ’ê ve ev pêkanîn ji raya giştî re bêtir xuya bûn. Li gorî rapora Reutersê ya Hezîrana 2025’an, di dema êrîşan de herî kêm 33 jinên Elewî hatine revandin û hinek ji wan birine Îdlibê û yên din jî birine derveyî Sûriyeyê. Daneyên qadê jî nîşan didin ku hejmara jinên Elewî yên hatine revandin pir zêdetir e û bi hezaran jinên Êzidî û Durzî jî bi heman rengî hatine hedefgirtin. Ev jin, rastî binpêkirinê giran ên cîhadîstan jê re dibêjin "sabî" û di rastiyê de jî rastî muameleya "koleyên cinsî" tên û li bazaran tên firotin.
Bi milyonan jinên Sûriyeyî, di bin şert û mercên dijwar ên aborî û civakî de têkoşîna jiyanê didpmînin. Sînordarbûna derfetên perwerdeyê yên pir kêm ên ji bo zarokên keç û sînordarbûna derfetên kar ji bo jinan, bi zextên koçberî, bûyîna ji cih û warên xwe û bêkariyê re lawaziya jinan di asteke bilind zêde dikin lewma, gelek jin neçar in di şert û mercên bê ewle de bixebitin û berê xwe bidin xebatên ne fermî. Papora Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA) ya 2024’an, destnîşan dike ku "qeyrana li bakurê rojavayê Sûriyeyê jinan bi xetera zêdebûna tundiya li ser bingeha zayendî û kembûna xwegihandina xizmetên bingehîn re rû bi rû dihêle."
Heleba ku yek ji bajarên herî stratejîk ên Sûriyeyê ye, yek ji cihên ku bandorên herî wêranker ên şer dijîn de ye. Pevçûnên dijwar, koçberiyên girseyî, bandora komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û valahiya siyasî û îdarî ya ava bûye, di asteke mezin de bajar wêran kiriye. Jinên li Helebê, beriya şer jî di bin zexta normên civakî yên girtî û sînordar de dijiyan. Hilweşandina binesaziyê ya bi şer re, rawestandina xizmetan, zêdebûna gefên ewlehiyê, koçberî û giranbûna barê aborî, rewşa jinan zêdetir xirab kir. Li gorî raporên curbecur, mîna li Helebê jinên li gelek bajarên Sûriyeyê, ji ber ku hem rasterast dibin mexdûrên şer û hem jî di aliyê civakî û aborî de komên herî xeternak in, mexdûrbûnek pir alî di heman demê de dijîn.
Binpêkirin û sînorkirinên herî diyar ên hatine belgekirin
Sînorkirin û qedexeyên li ser azadiya tevger, perwerde û kar, di nava binpêkirin û sînorkirinên herî girîng ên ku hatine belgekirin de ne. Çeteyên ku li deverên cûda yên Sûriyeyê kontrolê xistinê destê xwe, sînorkirinên li ser tevger, dibistan, kar û heta rêziknameya cil û bergên jinan ferz kirine û ev yek jî rasterast bandorê li mafên wan ên perwerde û kar dike. Rapora AVSI’ê ya projeyên piştgiriyê dide jinên li Sûriyeyê dimeşînê, nîşan dide ku li welat rêjeya beşdariya hêza kar a jinan ji sedî 22 daketiye ji sedî 13. Bi hezaran jin û zarokên keç ên li bajar û gundên li derveyî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, rastî tundiyê tên û di xwegihandina xizmetên SGBV’ê de zehmetiyên mezin dijîn. Kêmbûna personelên jin û kêmbûna xwegihandina xizmetên têkildar re jî di nava vê yekê de cih digre. Gelek rêxistinên herêmî, radigihînin ku bi belavbûna cînayet, zewaca di temenê biçûk û tecawiz re bi hinceta “namûsê” an jî “namûsa civakî” di rêjeya qetilkirina jinan de zêdebûn çêbûye.
Li gorî Mala Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê, Heyet Tehrîr el-Şam, piştî ku 8’ê Kanûna 2024’an de hat ser rêveberiyê, heta 8’ê Cotmeha 2025’an li bajarên ji derveyî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên edlî yên ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatine kirin û kuştina mirovan zêde bûne. Di nava vê demê de, 50 jin di nav de 359 kes hatin kuştin.
Di sala derbasbûyî de li Sûriyeyê, binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn. Bi zêdebûna şîdet û kaosê re, gelek awayên binpêkirinê hatin tesbîtkirin. Di navbera van de înfazên bê daraz, darvekirinên li qadê, bûyerên revandina mirovan, îşkence, bi awayê rasterast hedefgirtina sivîlan her wiha êrîşên çekdarî yên li herêmên cuda yên li welat qewimîn û teqînên ku çêbûn jî hene.
Mala Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê belge kir ku di pêvajoya ku hatiye raporkirin de, li tevahiya welat 10.955 kes hatine kuştin. Ji vana 8.422 jê sivîl, di navbera wan de 463 zarok û 636 jin hebûne. Her wiha 3.054 kes hatine înfazkirin.
Li gorî rapora ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di meha Adara 2025’an de weşandiye, li Adara 2024’an heta Adara 2025’an, 19 car li dijî jinên aktivîst, parêzvanên mafên mirovvan û endamên saziyên civaka sivîl êrîş çêbûne.
Rewşa mirovî û civakî ya bi aloz
Aborî daket, texrîbata binesaziyê û girtina dibistan û navendên tenduristiyê, berpirsiyariyên jinan girantir kirine û jinan xistine bin zexteke cidî. Li gorî UNICEF’ê, di şer de zêdetirî 7 hezar dibistanan zirar dîtine û 2.5-3 milyon zarok ji dibistanê bêpar man. Vê rewşê pêşî li zêdebûna zarokên karker û keçikên di temenê biçûk de hatin zewicandin vekir. Bi hezaran kesên ku ji ber şer koçber bûne, hê di kampan de dijîn. Şert û mercên dijwar ên kampan, herî zêde bandorê li jinan dike. Di kampên ku lênerîna tenduristiyê kêm û bêewlehî serdest e de, jin bêhêvî ne û di nava lepên tundiyê de asê mane. Ev rewş di kampên li deverên gundewarî yên li Helebê û derdora wê de herî zêde xwe nîşan dide. Tundî, tecawiz û revandina bi dare zorê ya ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve mirovan û bi taybetî jî jinan, bi xeterên jiyanê re rû bi rû dihêle. Hemû bûyerên bi vî rengî li deverên ji aliyê koolîsyona çeteyên cîhadîst a HTŞ’ê ve tên kontrolkirin diqewimin. Li piraniya van deveran, ne pêkan e ku mirov behsa dadwerî yan pergalek hiqûqî ya dixebite bike.
Suweyda û azadiya ku hatiye taloqkirin
Suweyda beriya dagirkirina herêmê ya ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve, di aliyê sînordarkirina azadiya jinan de ji Îdlib, Heleb û Derayê kêmtir bi bandor bûbû. Vê rewşê, derfeta jinan ku xebatên xwe yên civakî di asteke berfirehtir de bidomînin û Suweydayê li gorî bajarên din ên Sûriyeyê di mijara jinan de veguherand mînakek. Lê belê, qedexeyên civakî û çandî yên hinek jinan neçar dikir ku dema ji Şamê yan jî li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de rêwîtiyê dikirin, ji bo rastî tacîzê neyên tedbîrên pêşîlêgirtinê yên mîna nixumandina serê xwe bigrin.
Lêb elê piştî êrîşa 13’ê Tîrmeha 2025’an, komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê li dijî jinên li Suweydayê serî li pêkanînên tolhildanê dan. Li herêmê bûyerên revandin, kuştin û tecawizkirina li dijî jinan qewimîn. Jinên ku neçar man ji gundên xwe koçber bibin û xwe spartin navendên stargehbûnê jî rastî binpêkirinên giran ên li dijî azadiya xwe hatin. Pêkanînên mîna çavdêriya tund û qedexeyên li ser tevgerê veguherîn gefê li ewlehiya jinan a fîzîkî û derûnî. Polîtîkayên li dijî jinan ên komên çete yên HTŞ’ê, herî zêde li herêmên Elewî, Kurd û Durzî diyarker bûn. Heman tiştên ku li dijî jinên Ezidî hatin pêkanîn, li ser jinên Durzî û Elewî jî hatin kirin. Bi dehan jin hatin revandin û tecawizkirin û komên çeteyan van jinan di bazarên ku nava xwe de ava kirine firotin hev. Tundiya li dijî Suweydayê, belavî tevahiya herêmê bû. Jin û mêrên ku bi nexweşxane, navendên perwerdeyê û qadên din ên giştî xebat dimeşandin, bi hovane hatin qetilkirin.
HTŞ’ê ku li Suweydayê tundiyê veguherand faktorek diyarker, îro jî kiryarên xwe yên zextker didomîne. Ev rêxistina ku beşek mezin ji Sûriyeyê ji bo jinan veguherandiye dojehek, di hawirdorek ku tundiye asayî kir de, veguherî hezêke herî zêde jinan hedef digre. Komkujî û tecawiza ku bi şer re li Suweydayê qewimî, li ser malbatan zextek mezin çêkir û di encamê de tundiya li dijî jinan jî zêde bû. Jinên Durzî ji rewşa ku ji ber zexta ku ji ber êrîşên hovane yên komên cîhadîst ên hewl didan dewletek ava bikin li ser malbatên wan dikin, bi bandor bûn, bi vî rengî di navenda tundiyê de hatin asêkirin. Ev tablo, bi awayê zelalî rewşa rast a herêmê radixe ber çavan.
Bi kurtasî, Suweyda beriya dagirkeriyê, li gorî bajerên din di aliyê jinan de xwedî atmosferek civakî ya azadtir bû. Lê belê, dagirkirin û tevgerên nifûsê yên piştî vê, bûn sedema guhertinên dramatîk şert û mercên jiyana jinan. Ev serdema ku tundiya fizîkî ya derûnî lê zêde bû, veguherî mînakek berbiçav a çawa zexta ji aliyê komên çete ve ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî tê kirin, dikare civakê xirab bike.
Tevgera jinan a li dijî tundiyê
Sala borî ango 2024–2025’an, ruxmê dijwarbûna şert û mercên aborî û siyasî, di xebatên çalakiyên rêxistinên jinan û yên civaka sivîl ên balê dikşînin ser têkoşîna li dijî tundiya navmalî û zewaca zarokan zêde bûn. Ji ber ku hêzên cuda herêmên cografîk ên cuda kontrol dikin, rewşa jinan ji bajarekî ji bo bajarekî din diguhere. Dema di demek ku hinek herêman mînakên pêşketî yên bihêzkirina jinan tên dîtin, li hinek herêmên din vegera şêwazên kevneperest û kevneşopî yên hebûna jinan di qada giştî de sînordar dikin, hat dîtin.
Yekemîn: Tevgera jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek cuda derketiye holê. Rêveberiya Xweser, di saziyên sivîl û siyasî de di navbera jin û mêran de pergala hevserokatiyê pejirand. Ev yek di dîroka tevgera jinên Sûriyeyê de mîna gaveke girîng hat dîtin û bû yek ji destkeftiyên herî girîng ên salên dawî. Vê pêşketinê, jinan di rolên pêşengiyê de bihêz kir û rêgeza wekheviyê ya di pêvajoyên biryardayînê de xurt kir. Rêxistinên jinan ên li van herêman ên mîna "Kongre Star" "Meclîsa Jinên Sûriyeyê" û "Kombûna Jinên Zenûbiya", ruxmê rîskên ewlehiyê û pirsgirêkên siyasî jî, di hişyarkirin û pêşvebirina bihêzkirina civakî û aborî ya jinan de rolên girîng lîstin.
Duyemîn: Tecrubeyên jinên Suweydayê
Li Suweydayê rewş cuda bû. Jin, ji bo ku hêrs û êşa xwe li dijî zilm û zexta demdirêj a di bin rejîma berê nîşan bidin, derketin kolanan û daxwaza guhertinek sivîl ku maf, wekhevî û azadiya wan mîsoger dike, kiribûn. Lê belê, vê kêfxweşiyê zêde berdewam nekir. Piştî hilweşîna desthilatdariya rejîma berê, hat xwestin polîtîkayên dijminên jinan ên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ê rêxistinek çeteyên cîhadîst e, li ser Suweydayê ferz bikin.
Berevajî vê yekê, jinên Suweydayê vê modelê bi tundî red kirin û li dijî sînordarkirinên heyî derketin. Ji bo îfadekirina nerazîbûnên xwe yên li dijî kontrola mêran, amûrên ragihandinê yên sêrhel bi kar anînin û destnîşan kirin ku dewlet nikare bi vederkirina jinan bê avakirin. Her çendî Suweyda ne di bin kontrola fiîlî ya HTŞ’ê ya rêxistina çete ya cîhadîst a bi serokatiya Colanî de be jî gotinên muhafezekar û tirsa tê xwestin ji aliyê van koman ve bê belavkirin, li bajêr rastî berxwedaneke mezin a jinan hat.
Sêyemîn: Krîza aborî û arestbûna jinan a bazara hêza kar
Qeyrana aborî ya kûr, jinên li herêmên cuda yên Sûriyeyê neçar kir ku ji bo mîsogerkirina pêdiviyên malbatên xwe, bikevin nava bazara hêza kar. Ev yek bû sedema derketina holê ya hewldanên aborî yên bi pêşengiya jinan ên di qadên mîna çandinî, perwerde, hunerên destan û karûbarên herêmî de.
Ruxmê vê yekê, gelek jin bi şert û mercên dijwar ên mîna mûçeyên kêm û demjimêrên xebatê yên dirêj re rû bi rû man û di hawirdorek xebatê ku parastina qanûnî û civakî nîn e de, rastî kedxwariyê hatin.
Çaremîn: Veger û astengiyên pergalî
Bi HTŞ’ê re jinên li Sûriyeyê bi paşketinên dubare re rû bi rû man. Ya herî girîng jî xirabûna rewşa aborî bû. Ev rewş bi mûçeyên kêm, kedxwariya kedê û nebûna jîngehên xebatê yên ewle re karkirin ji bo jinan ne vebijarkek, veguherand neçariyek.
Nebûna binesaziya qanûnî, valahiyên hiqûqî û nelirêtiya dewletê, di rewşa binpêkirina mafan de deriyekî serlêdane nehişt. Mînak, qanûnên demkî destûr didin jinan ku tenê heta asta ku hevjînê wan destûr didin bixebitin; ger jinek dixebite, mafê qanûnî ya hevjinê wê heye ku wê asteng bike. Qanûnên ku ji aliyê avahiya çeteyên cîhadîst a heyî ve hatine afirandin, li kêlaka mêran diksene û mafên jinan sînordar dike. Qanûnên rewşa kesane yên di çarçoveya qanûnên demkî de, li ser bingeha Şerîetê ye û jinan ji gelek mafên wan bêpar dihêle. Di vê rewşê de, gava ewil a demokratîkbûna Sûriyeyê ya bi pêşengiya jinan, divê makezagon bi awayekî ku jin û maf û qanûna gel bixe bin ewlehiyê, bê guhertin. Dabeşbûnên mezhebî û olî jî, mafên jinan li gorî herêm û nasnameya olî bandor dike. Li herêmên Sûriyeyê yên qaşo di bin kontrola demkî ya çeteya cîhadîst a HTŞ'ê de ne, hebûna jinan di mekanîzmeyên biryargirtinê de pir kêm e û di bin kontrola siyasî û civakî ya hişk de ye.
Ruxmê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdariya jinên berfireh û demokratîke jî ev tecrube di aliyê erdnîgarî de sînordar ma û di belavbûna jinên li deverên din ên Sûriyeyê de kêm ma.
Pêncemîn: Kurte û encam
Sala borî, tecrubeya jinan a li Sûriyeyê, hem destkeftî û hem jî paşketinan di nava hev de nîşan da. Ger pergala heyî ku xwe di asta demokratîk û mafên jinan de pênase dike guherîn û veguhertinek nejî, em nikarin behsa Sûriyeya demokratîk û mafên jinan bikin.
Li gorî vê yekê, her çendî tecrubeya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di aliyê beşdarbûn û nûnertiyê de mînakek pêşketî temsîl dike jî weke erdnîgarî sînordar dimîne û hemû jinên Sûriyeyê nagire nava xwe. Lewma, ji bo di pêşeroja Sûriyeyê de avakirina pergaleke jinan a adil û domdar divê qanûn ji referansên mezhebî û olî werin veqetandin û wekheviya qanûnî û siyasî bi awayekî ku bingeha pêvajoya veguherînek demokratîk ava bike, li erdnîgariya Sûriyeyê belav bibe.