Li wargeha Mexmûrê saleke bi berxwedan û têkoşîn derbas bû - PANORAMA

Sala 2023’an ji bo Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bû salek din a berxwedanê û bi qêrîna “Jin Jiyan Azadî” careke din bû nîşaneya hêz û berxwedana jinên Kurd.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Weke hemû salên din îsal jî li wargeha penaberan a Mexmûrê têkoşîn û berxwedanê mohra xwe li dîroka penaberiya 30 salan da. Di berxwedaniya xwe ya ji roja koçber bûne ve heya roja îro her sal, her roj û her kêlî bi pêkanîna çalakî û xebatên xwe soza xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dubare kirin. Ango li ber xwe dan, soza xwe û têkoşîna xwe li gorî wê meşandin. Têkoşîna wan temen nas nedikir, ji zarokên ku nû bi ser lingan ketine heya pîrên 80-90 salî ji soza xwe ya şikandina deriyê Îmraliyê paşve gav navêtin û li hemberî êrişên dewleta Tirk, îxanet û ambargoya PDK’ê bi daxwaza azadiyê rawestiyan û serî netewandin.

Di nava wê berxwedanê de jinan bi rola xwe ya pêşengiyê ne tenê li hemberî êrişan, li hemberî zîhniyeta paşverû ya ku jinan dike kole jî hêza xwe ya diyarker nîşan dan. Ji jiyanê hêvî, ji hêviyê jî jiyan ava kirin. Li ruxmê ewqas zorî û zehmetiyên ku bi salane dijîn jî bi huner, çand, deng, reng, çalakî û xebatên xwe sala xwe xemilandin. Di tevahiya qada jiyana xwe de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qêrîna xwe ya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku kirine nasnameya jiyana xwe li ser lingan bûn.

Jin li dijî tecrîdê li qadan bûn

Îsal di çarçoveya çalakiyê ku ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wargeha penaberan a Mexmûrê di 11’ê Kanûna 2022’an bi dirûşmeya ‘Duh derbas bû, sibê dereng e, hema niha em ê tecrîdê bişkînin’ Nobeta Azadiyê hate destpêkirin. Çalakiya nobeta azadiyê di 1’ê Sibata 2023’an de veguherî çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger, çalakiya greva birçîbunê di 8’ê Adarê de bi dawî bû. Di 20’ê Tîrmehê de, bi armanca mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê ya bi dorveger hat destpêkirin û ev çalakî heya niha jî bi biryardariyek xurt didome. Şêniyên wargehê ji bo komploya navdewletî ya di 15 sibata sala 1999’an de li ser Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan pêkhatibû meşek girseyi li darxistin û bi hêrseke mezin, komplo û komploger şermezar kirin.

Meclîsa Îştar 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de bi şevbirk û dengbêjiyê pirozkirin.  

Her wiha her sal di meha Nîsanê ji hêla qada perwerdê ve Mêhrîcana 4’ê Nîsanê tê li darxistin îsal 5’emîn mîhrîcana 4’ê Nîsanê hate lidarxistin. Di rêzeçalakiyên mîhrîcanê de pêşangehek hunerî ya ku xwendekaran kêrhatiyên xwe tê de pêşkêş kirin hat vekirin, pêşbirkên werzîşî di nava dibistanan de hatin lidarxistin, dar hatin çandin û şahî hat lidarxistin. Di roja 4’ê Nîsanê ango roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelê wargehê wek roja xwe ya vejînê pênase dike bi şahiyek girseyî û bi coşek mezin pîrozkirin.

Bi pêşengiya Meclisa Îştar komxebata bi dirûşma ‘Bi paradîgmaya Rêber Apo wê jina azad, civaka azad ji nû ve nûjen bibe’, hat lidarxistin. Di komxebatê de mijarên; ji bo jinan girîngiya Rêbertî û destkeftiyên bi jinan dane qezenckirin. Di navbera jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de girêdanek çawa heye? Di çarçoveya ‘Jin Jiyan Azadî’ de aliyên felsefî û jiyanî çi ne? hwd. hatin destgirtin û nîqaşkirin û bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûrê, bi dirûşma ‘Ji bo Rêbertî tu jî nameyek binivîsîne’, pêngava name nivîsandinê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin.

9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyanî û meşekî girseyî hat şermezarkirin. Şêniyên wargehê beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bûn, di çarçoveya wê de daxuyanî û meş hatin lidarxistin.

Piştî erdheja ku 4’ê Kanûnê li Gemlîkê pêk hat, fikar û hêrsa şêniyên wargehê zêdetir bû her wiha ji bo ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin.

Bi giştî di nava salê de bi heman armancên ku me diyar kirin bi pêşengiya jin û ciwanan daxuyanî û meş hatin lidarxistin.

Meclîsa Îştar bi dirûşmeya ‘Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî dihunin Tevna Jiyanê’ starata 8’ê Adarê da, 8’ê Adarê roja jinên cîhanê bi coş û kelecanek mezin hat pêşwazî kirin, pêşangeh hat vekirin, meş hat lidarxistin, jinên ciwan belavok belav kirin, daxuyanî û semîner hatin dayîn.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê meşa meşaleyî hat lidarxistin, nava wargehê û li ser çiyayê Qereçox agir hat pêxistin. 21’ê Adarê jî bi çoşek mezin hat pîrozkirin.

Di nava salê de li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastina Medyayê, îxaneta PDK’ê û li hemberî kiryarên qirêj ên dewleta Tirk li ser cenaze û goristanên şehîdan meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Çalakiyên bîranînê

Her wiha di nava salê de şêniyên wargehê bi bîranînan xwedî li cangoriyên xwe derketin û di her bîranîn û çalakiyê de dilsoziya xwe bi şehîdan re dubare kirin. Jinên têkoşer Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Zeyneb Erdem, Viyan Soran, Zîlan, Ruken, Sara, Bêrîtan, Evîn Goyî, cangoriyên qada perwerdê, dayîka Uweyş û hwd bi çalakiyên cur be cur hatin bibîranîn.

Bi boneya salvegera yekemîn a Nagîhan Akarsal bi dirûşma ‘Jinerjî ya cîhanê wê ji kujerên Nagîhan Akarselan hesab bipirsin’, daxuyanî hat dayîn. Cangorî Denîz Firat bi pêşangehek wêneyan ji aliyê hempîşeyên xwe ve hat bibîranîn.

1’ê Gulanê roja cejna karkeran bi daxuyaniyekê hat pîrozkirin. Her wiha Cangorî Hozan Mizgîn di salvegera 31’emîn de ji aliyê Kevana Zêrîn a wargeha Mexmûrê ve hat bibîranîn û bi boneya salvegera wê kevanê navê xwe guhert û kir Stêra Zêrîn. Qadên Jineolojî, Akademiya Şehîd Jiyan û Tendurustî ji bo jinan perwerdeyan lidarxistin. Weqfa jin jî gelek dewreyên fêrbûna dirûtinê vekirin û gelek jin beşdar bûn.

Tevgera jinên ciwan bi dirûşma ‘li dijî şerê taybet serbixe azadî’ sempozyûmek li dar xist. Stêra Zêrîn, di betlaneya havînê de ji bo zarok û ciwanan dewreyek perwerdeya ensturmanan da destpêkirin. Perwerdeyê 3 mehan berdewam kir û 120 kes beşdar bûn. 6’emîn konferansa qada tenduristî bi dirûşma ‘Li hember sîstema kapîtalîst, em ê tenduristiya alternatîf ava bikin’ hat lidarxistin.

Her wiha 19’ê Tîrmehê salvegera şoreşa Rojava li wargeha Mexmûrê bi çoşeke mezin hat pîrozkirin. Di 24’ê Tîrmehê de ji aliyê şêniyên wargeha Mexmûrê ve li dijî hevpeymana Lozanê ku sedsaliya xwe temam kir daxuyanî hat dayîn.

Jinên Mexmûr piştgirî dan pêngava KJK’ê

Koordînasyona KJK’ê ji bo jinên Şengalî û Efganî di 3-15’ê Tebaxê de bi dirûşma ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ kampanyayek dan destpêkirin, Meclisa Îştar jî di 2’ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya KJK’ê daye destpêkirin de da. Di çarçoveya çalakiyan de daxuyanî, semîner hatin dayîn, meş û platforma azad hat lidarxistin û li nav wargehê afîş hatin daliqandin. Her wiha li ser navê jinên wargehê ji bo jinên Şengalê û Efganistanê name hatin nivîsandin.

6’emîn konferansa mamosteyên jin ên wargeha Mexmûrê bi beşdarbûna 120 delegeyan, bi dirûşma ‘Armanca me jinan, mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’ hat lidarxistin.

16’ê Îlonê bi pêşengiya Meclisa Îştar bi boneya salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyek hat dayîn. 11’emîn konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşma ‘Tolhildan bi şehîdan re rast jiyane’ hat lidarxistin.

Meclisa Îştar bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê di dirûşma “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî Dihûnin Tevna Jiyanê” starta çalakiyên xwe ragihand. Di çarçoveya çalakiyan de semîner hatin dayîn, panel û meş hat lidarxistin.

Di 19’ê Cotmehê de 13’emîn konferansa Meclisa Îştar bi dirûşma ‘Bi jina azad re ber bi pêşerojek azad ve bimeşin’ bi bejdariya hêjmarek zêde a jinan hat lidarxistin.

Jin li dijî kurkirina polîtîkayên dorpêç li refên pêş bûn

Di 20’ê Gulanê de hikûmeta Iraqê bi armanca derdora wargeha Mexmûrê bi têl û kûleyan dorpêç bike berê xwe da wargehê lê şêniyên wargehê bi berxwedaniya xwe ya 16 rojan armanca hikumeta Iraqê têk bir. Di berxwedaniya wan a 16 rojî de kon hat vedan, daxuyanî hat dayîn û hevdîtin hat pêkanîn.

Di 7 Cotmehê li dijî mizgefta wargehê êrîşek hewayî ji aliyê balafirek bê mirov a dewleta Tirk ve hat pêkanîn. Di encama êrîşê de 2 zarok û dayikek birîndar bûn. Piştî wê gel bi hêrseke mezin meşek girseyî li dar xistin û biryardariya xwe ya berxwedanê dubare kirin. Di heman mehê de ango di 13’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker dîsa malek wargehê hedef girt û bombebaran kir. Di encama êrîşê de dayikek 50 salî birîndar bû. Gelê wargehê bi daxuyanî û meşek girseyî ev êrîşkar û hevkarên wan şermezar kirin. Piştî wê êrîşê çar rojan ango di 17’ê Cotmehê de, li Koye li dijî seyarêriyê sivîlan a wargehê êrîş pêk hat, di encamê de ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest da. Şêniyên wargehê cangorî Dilovan Îşlek li wargehê spartin axê û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare kirin.

Di heman rojê de 5 karkerên wargehê ji aliyê PDK ve hatin girtin. Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Mexmûrê vekişandine. Piştî daxuyaniya NPG’ê hêzên Firqeya 14’an a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê vala kirine bi cih bûn. Piştî ku hêzên Iraqê li derdora wargehê bi cih bûn di 22’ê meha Cotmehê de di navbera hêzên Iraq û PDK’ê de pevçûn derket û di encamê de mirî û birîndarên wan çêbûn.

Di nava salê de dem bi dem li dijî îxanet û dorpêça PDK’ê û kiryarên hikumeta Îraqê, daxuyanî û meş hatine li darxistin.