Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 5: Çand

Çand yek ji rehendên bingehîn e Neteweya Demokratîk xwe li ser ava dike, bi riya çandê re nasnameya mirovan tê diyarkirin, ji bo parastina nirx, nasname û ramanên civakê ev rehend hilbijartiye û xwe li ser dide avakirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Di civaka xwezayî de çand derket holê, wê demê pêdivî û pêwîstiya mirovan bi derdora wan re bi çi hebûya pêk dianîn, ev wekî gavên yekemîn hat avêtin jê re gotin çand. Çand keda mirovahiyê ya ku bi hezaran salan hatiye afrandin e. Fikir, raman, hizir, cil û berg, çandinî, hest, bîr, bawerî, ziman, dan û standins bi derdorê re çand e. Çand li ser du beşan xwe ava dike yek têkiliya mirovan bi mirovan re ya din jî têkiliya mirovan bi xwezayê re ye. Yên ku çandê afrandin jin in, jinan di civaka xwezayî de çandinî bi pêş xist, civakbûyînê ava kir di wê demê de her kes ji bo yek kar û xeba dikir û her yek jî ji bo her kesî dikir. Eger em behsa demokrasiyê bikin em ê di civaka xwezayî de bibînin ji ber ku wekhevî, civakbûyîn hezkirin û alîkariya hev tê wateya demokrasiyê lewma civaka xwezayî civaka herî rast e dûrî sîstemên desthiltdar, ezezî û berjewendiyên ku her kes ji bo xwe bike.

Di avakirina Serdema Sumeran de tebeqat hatin avakirin bi wê re sîstema Netew-dewletê bi pêş ket û hemû nirxên civakê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bi kar anîn. Di cîhanê tevahî de gelek netew lê dijîn  lê bi derketina sîstema Netew-Dewletê re mafên gelan hatin xwarin û tenê yek pergal, ziman û çand hat qebûlkirin û neteweyên din zext, zor li ser wan hat ferzkirin ji bo ku bê çand, dîrok, ziman bimînin. Ji wê demê heye niha têkoşîna jinan a bi armanca parastina nirxên civakê û xwedîderketina li ziman û nasnameyê berdewam dike, di bin hemû cureyên şîdetê de hewldana zindîkrina çandê tê kirin.

“Çand berhema keda jinan a bi hezaran salan e”

Der barê vê mijarê de rêvberea komîteya çandê ya kantona Hesekê Efaf Hesekê da zanîn ku her netew  xwedî nirx, ziman û çand e, naskirina neteweyan bi çandê diyar dibe. Efaf çandê bi nasnameya neteweyan pênase kir û wiha anî ziman: “Çand keda mirovahiyê ya bi milyonan salan e, ger em ji civaka xwezayî bigrin dest, wê demê bi pêşengiya jinan çand hat afirandin, jinan çandinî bi pêş xist, civakbûyînê li ser bingehek wekhev ku her kes ji hev hez bike û alîkariya hev bike  dûrî ezeziyê da avakirin. Lewma em dibînin ku xwediyên çandê jin in û yên ku ji wê demê heya roja îro zindî jî dike jin in ji ber ku berhema ked wê ya bi milyonê salan e. Mirov nikare ji bo çandê pênaseyek teqez bike lê mirov dikare bibêje ku çand di nava demeke dirêj de hemû nirxên mirovahiyê yanî madî û manewî ye. Ji van nirxan ku ji nifşekî derbasî nifşeke din dibe jê re çand tê gotin. Bi çandê nasnameya gelan diyar dibe û gelan ji gelên din cuda dike.” 

“Ji bo bişaftina çandê şerê teybet li dijî civakê hat meşandin”

Efaf Hesekê destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar bi riya şerê teybet şerekî li dijî nirxên civakê dide meşandin ji bo ku civakê li gorî berjewendiyên xwe birêve bibe û wiha bilêv kir: “Piştî avakirina Sumeran zîgurat hatin avakirin. Avahiyên sêqat li jor xweda ya din jî rahib û ya sêyemîn jî kole hebûn. Bi demê re pergala netew dewletê hat avakirin ku tenê yek al, ziman û çandê qebûl dike, ev tê wateya ku tenê yek neteweyê qebûl dike û xwe li ser neteweyên din ferz dike. Bi wê sîstemê re û bi bikaranîna şerê taybet li ser civakê çanda gelek neteweyan hat pişaftin ew jî vê yekê armanc dike. Em bînin di Sûriyeyê de gelek netew dijîn Kurd, Ereb, Xirîstiyan û Ermen. Di sîstema netew dewletê de tenê neteweya Ereb dihat qebûlkirin û neteweyên din di hundirê xwe de hembêz nedikir. Ev bi xwe çi dide avakirin? Tevlihevî û newekheviya di navbera civakê de bi pêş dixe, ziman û çanda pêkhateyan hat helandin û di dibistanan de nedihat qebûlkirin. Bi vê sîstemê re civak ber bi fetisandinê ve diçû.”

Efaf Hesekê bal kişand ser kolekirina civakê di şexsê jinan de û wiha got: “Ji ber ku jin bingeha avakirina civakek dirust û bi exlaq in her wiha jin xwediyên keda bi milyon salan e çand afirandin û li pêş xistin îro hemû cureyên şîdetê li ser jinan tên meşandin bi riya urf û olê. Sîstemên dewletê di şexsê jinan de civakê kirin kole, bi vê rêbazê xwe dan avakirin. Di civakê de jin ziman, cil û berg , çandinî û civakbûyînê  ava dikin lê sîstemên desthilatdar vê civkabûyînê bi riya şerê teybet ji hev xistin û bi hemû cureyan nasnameya gelan kirin hedef. Bi vê yekê civakê fetisandinek jiya êdî her kesê vê sîstemê nema qebûl kir û di şoreşa Rojava de bi pêşengiya jinan banga xwedîderketina li nasnameya xwe kirin.”

“Şoreşa Rojava şoreşeke çandî ye”                        

Efaf di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava şoreşeke çandî ye, di vê şoreşê de bi pêşengiya jinan gel daxwaza maf û xwedîderketina li nirx û keda bi milyonan salan kir. Bi vê şoreşê sîstema Neteweya Demokratîk wekî sîstemek alternatîf ji sîstema netew dewletê ji aliyê Rêber Apo ve hat pêşkêşkirin. Gelên ji hemû neteweyan, mafê xwe û xwedîderketina li nasnameya xwe di vê pergalê de dîtin. Her netewe di bin sîwana vê projeyê de ji bo xwedîderketina li dîrok, ziman û çanda xwe têkoşînek dide meşandin. Di Neteweya Demokratîk de 9 rehend hene yek ji wan çand e. Çima çand? Ji ber ku netew bi çanda xwe tên naskirin, netewên ku çanda xwe nas nekin û hatibin helandin ew netew mirî ne bê nasname ne. Lewma hebûna hemû neteweyan di projeya Neteweya Demokratîk de girîng e lewma çand yek ji rehendên bingehîn e. Bi vê yekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her neteweyek xwedî çand, ziman û nasname ye. Ev gevek dîrokî ye ku xeyalên dapîr û bapîran bi riya vê projeyê pêk tê. Hemû netew bi serfirazî dikarin çanda xwe bi pêş bixin û xwedî li dîrok û nasnameya xwe derkevin. Ji bo xwedîderketina li çanda hemû neteweyan navendên çandê hatin vekirin û derfet hat dayîn ku her kes bi cil û bergên xwe bi folklor û çanda xwe derkeve pêş û xwe bide nasîn ku ew Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi çanda xwe hene û wê ji pişaftinê xwe biparêzin.”

“Hevpeymana Civakî wê hebûna gulên rengîn biparêze”

Efaf diyar kir ku Hevpeymana Civakî ji bo xwedîderketina li nasnameya her neteweya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Di vê gava hesas de ku hemû dewlet li dijî pergala Neteweya Demokratîk bûne yek û hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin ji bo ku hemû gelan qir bikin û bê nasname bihêlin. Rêvberiya Xweser komîteyek ji her neteweyê pêk tê ava kir ji bo nivîsandina reşnivîsa Hevpeymana Civakî, pêwîstî hat dîtin ji ber ku bi vê hevpeymanê dê destkeftiyên Şoreşa Rojava û hebûna her pêkhateyê were parastin. Bi vê yekê niha amadekarî tên kirin ku her netew bi rengekî fermî ziman û çanda xwe di dibistanên Rêvberiya xweser bide Eremen, Suryan, Êzidî, Ereb û Kurd. Ev gav pîroz tê dîtin ku îro mirov derbasî dibistanê bibin dê gelek gulên rengîn bibîne û her gulek bêhnek wê cuda be û bi reng û zimanê xwe bide nasandin, wê çiqas li ber çavan xweş be û mêjî wê qebûl bike. Ev gavek dîrokî ye ku tu dewlet bi teybetî yên ku banga demokrasiyê dikin bila bibînin demokrasî çi ye û bi çi rengî ye. Dema em diçin pîrozbahiyek ger Cejna Ekîto be yan jî Newroz be em dibînin her netew bi cil û berg û folklora xwe tevli pîrozbahiyê dibe û dibêje ez bi çanda xwe heme ev bi xwe serkeftinek e û yek ji deskeftiyên pîroz ên Şoreşa Rojava ye. Lewma ji bo xwedîderketina li van destkeftiyên bi nirx pêwîstiya me bi hevpeymana civakî heye .”

“Li herêmên dagirkerî nirxên pîroz tên dizîn û hedefgirtin”

Efaf axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her serkeftinek li hemberî wê êrîş û polîtîkayên cuda tên meşandin. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker de despêkê cihên pîroz, dîrokî û çandî wekî Til Xelef, hem jî navendên çandê hatin hedefgirtin. Bi van rêbazan dixwazin bibêjin ku em ê çanda we qir bikin em rê nadin ku çanda we zindî bibe. Niha di herêmên dagirkirî de hemû tiştên pîroz ên bi nirx û cihên dîrokî tên dizîn û xerakirin ji bo ku dîroka bi hezaran salan li wir hatiye çêkirin winda bikin û dîrokek li gorî xwe bidin avakirin. Dixwazin hemû nirxên pîroz ên civakê bikin malê xwe û civakê kole û bê nasname bihêlin, bi vê yekê dixwazin civakê bixînin û bikin bin serweriya xwe. Lê em jî wekî jin ji bo zindîkirina çandê û xwedîderketina li nirxên şoreşê nasekinin. Çanda ku bi keda mirovahiyê ya bi milyon salan hatiye afirandin, çiqas hewldanên çewisandinê werin kirin jî ew ê çand  bi keda dayik û hemû jinan were parastin û zindîkriin. Çand exlaq e, bi vî exlaqê dê her jinek ji bo zindîkirin û xwedîderketina li keda dapîr û bapîran têbikoşe. Jin xwediyên çandê ne ji bo wê jî tu carî dev ji keda xwe bernadin.”

Sibê: Li ser 9 rehendên Neteweya Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 6: Aborî