Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Yemen
Li Yemenê têkiliya adetên kevneşopî bi bandorên pevçûn û dabeşbûna siyasî re, jin û keçan bi gelek binpêkirinan re bêtir rûbirû hiştiye. Adetên civakî û xwezaya girtî ya Yemenê, sînorkirinên hişk li ser azadî û tevgera jinan ferz kiriye.
RANYA ABDULLAH
Yemen – Pevçûna berdewam a li Yemenê ku ji deh salan zêdetir e didome, bandorek kûr li ser jinan kiriye. Jin, rastî gelek awayên tundiya rasterast hatine. Mafên wan li gorî pergalek baviksalar ji nû ve hatine şekilkirin ku gelek ji wan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar kiriye. Di heman demê de rolên wan ên çalak, di civakê de bi tundî hatine marjînalîzekirin. Di encamê de, jin bûne qurbaniyên herî berbiçav ên şerê berdewam, bi binpêkirinên giran re rû bi rû mane. Van binpêkirinan, ji girtin û îşkenceyê bigre heya zewaca bi zorê û îstismara aborî, bandor li hemû aliyên jiyana wan kirine.
Piştî ku Hûsiyan Sana'ayê dagir kir Yemen ketiye qonaxek hilweşîna tevahî
Di vê raporê de, em ê li Yemenê bandorên dabeşbûna siyasî û şerê navxweyî li ser rastiya jinan, polîtîkayên fermî yên di derbarê mafên wan de, mafên ku di bin qanûnê de ji wan re têne înkarkirin, şêwazên berxwedana ku jin di warên cûrbecûr de nîşan didin û têkoşîna wan a berdewam a ji bo jiyanê, ronî bikin.
Ji dema ku Hûsiyan Sana'ayê di sala 2014’an de dagir kir pê ve, Yemen ketiye qonaxek hilweşîna tevahî, dabeşbûna siyasî veguherandiye şerekî piralî ku bi destwerdanên herêmî re tê xurtkirin. Vê dabeşbûnê ne tenê avahiya sazûmanî hilweşandiye, di heman demê de hişmendiya dûrxistina rayedarên fermî jî eşkere kiriye û beşdarî domandina tundî û cudakariya li dijî jinan bûye.
Beşdariya gelek jinan hat astengkirin
Hem li deverên ku ji hêla Hûsiyan ve têne kontrolkirin û hem jî li yên ku di bin serdestiya hikûmeta navneteweyî de têne naskirin, her du rêveberî jî şêwazek sîstematîk a bêçalakî, hevkarî û pêkanîna binpêkirinan li dijî jinan parve dikin. Bi rastî, polîtîka û pratîkên serdest, digel xwezaya tepeserkirina rêveberiyê li her du aliyan, beşdarî avakirina hawîrdorek bûne. Di vê avabûnê de sûcdar ji ceza direvin û jin wekî welatiyên pola duyemîn têne dermankirin. Aliyên şer normên civakî û olî bikar anîne da ku jinan sînordar bikin û çalakvanan tepeser bikin. Gelek jinên ku hewl dan beşdarî karên siyasî an mirovî bibin, hatin girtin an jî rastî tacîzê hatin. Ev yek jî, bû sedema kêmbûna rola jinan a di jiyana giştî de.
Perçebûna siyasî li Yemenê ne tenê têkoşîneke desthilatdariyê bû; bandorek rasterast li ser jiyana jin û keçan jî kir. Ew bû sedema siyasîkirina pirsgirêkên jinan, hilweşîna aboriyê û xisarkirina destkeftiyên ku tevgera femînîst bi dest xistiye. Ev hemû, beşdarî zêdebûna bê mînak a tundiya li dijî jinan bûn û êşa wan kirin beşek yekgirtî ya trajediya berdewam a Yemenê.
Guhertina rolên jinan
Di nav pevçûna berdewam de, jinan xwe di dilê paradokseke trajîk de dîtin: krîz û tundî. Pevçûn ji wan ne dûr bû; berovajî vê, ew avêtin nav bingeha wê, bûn aliyê herî bindest û binpêkirî di têkoşîna desthilatdariyê ya ku ji hêla mêran ve serdest e. Her ku dabeşbûnên siyasî kûrtir dibûn û rewşa ewlehiyê xirabtir dibû, jinan di hemû aliyên jiyanê de barekî duqat ê berpirsyariyê girtin ser xwe. Di salên dawî de, Yemenê şahidiya paşveçûnek girîng a di polîtîkayên jinan de kiriye, ku bûye sedema marjînalîzekirin û îstismarkirina wan a berfireh. Ew ji qadên giştî, îdarî, siyasî û aborî hatine dûrxistin û ji beşdarbûna di jiyana civakî de hatine veqetandin. Wekî din, hêzên serdest bi sînordarkirina wan di nav avahiyên malbatê yên "pîroz" ku wekî amûrek ji bo jêbirina hebûna wan di qada giştî de têne bikaranîn de, hewl dane ku nasnameya jinan ji wan dûr bixin.
Di kampên koçberiyê de, jin bûne sembolên berxwedanê
Di kampên koçberiyê de, jin bûne sembolên berxwedanê, berpirsyariya lênêrîna zarok û extiyaran di nav şert û mercên dijwar de hildigirin ser xwe, di heman demê de bi îstismar û tundiyê re rû bi rû dimînin. Gelek çîrok nîşan didin ku koçberî ne tenê windakirina malekê ye, di heman demê de windakirina ewlehî û rûmetê ye jî.
Ji hêla siyasî ve, hin jinan hewl dane ku dengê xwe bilind bikin da ku aştî û beşdariya di biryardanê de bixwazin, lê dabeşbûnên siyasî hebûna wan marjînalîze kirine. Aliyên şer ji bo sînordarkirina jinan û tepeserkirina çalakvanan adetan bikar anîne, dengê jinan di qada giştî de kêm kirine. Dengê ku berî şer bêtir berbiçav bû.
Derfetên beşdariya perwerde û kar kêm bûn
Ji hêla aborî ve, jin bi hejmareke mezintir ketine bazara kar. Lê di şert û mercên ne ewle de, bi mûçeyên kêm û di bin xetereya îstismar û paşguhkirinê de ne. Ji ber ku derfetên wekhev an jî piştgiriyek rastîn ji wan re nayê dayîn, hebûna wan a aborî lawaz dimîne. Rewşa ewlehiyê ya xirabtir, jinan ji tundiya navmalî û cinsî bêtir di bin xetereyê de hiştiye. Koçberî, xizanî û zextên psîkolojîk hemû beşdarî kêmkirina derfetên jinan ji bo perwerde û kar bûne. Derfetên ku bûne sedema berovajîkirina destkeftiyên ku wan di dehsalên berê de bi dest xistine.
Tundiya navmalî û civakî li Yemenê ne tenê nîşanek ji adetên civakî ye, her wiha encamek rasterast a dabeşbûna siyasî û pevçûnên çekdarî ye jî. Encamek ku hişmendiya baviksalar a kûr di nav dewletê de nîşan dide. Jin û zarokan bedelên herî giran dane, rastî binpêkirinên giran hatine ku pêşeroja civakê bi tevahî tehdît dikin. Çareserkirina vê krîzê îradeyek siyasî ya yekgirtî, xurtkirina qanûnan, aktîvkirina bernameyên hişyariya civakê û tevlêkirina jinan a di pêvajoyên aştiyê û biryardanê de ji bo misogerkirina pêşerojek dadperwertir û wekhevtir hewce dike.
Hêrsa li hember jinan ku ji hêla Hûsiyan û hikûmetê ve tê gurkirin
Ji dema ku Hûsiyan di sala 2014’an de kontrola paytext Sana'ayê girtin destê xwe pê ve, jiyana jinan di hêla xirab de veguherînek radîkal derbas kiriye. Tiştên ku berê wekî "malên pîroz" dihatin binavkirin, veguheriye zindanên girtî ku jin hîn bêtir rastî tundî û îstîsmarê hatine. Kolan bûne cîhên xeternak ku jin rojane bêyî tu astengkirinek, bi destdirêjî û şermezariyê re rû bi rû dimînin. Û li cîhê kar, tevî axaftina berdewam a li ser temsîliyeta wekhev, hebûna jinan bi îstîsmarê tijî dimîne. Di şûna ku karê wan bihêz bike de, dike amûrek zêde ya ji bo qelskirina wan.
Li Sana'ayê, gelek çîrokên jinên ku tenê ji ber beşdarbûna li çalakiyên sivîl an mirovî hatine girtin, belav dibin. Hin ji wan bi zorê hatine windakirin, hinên din jî di girtîgehan de rastî îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî hatine. Raportên mafên mirovan di salên dawî de zêdetirî 400 bûyerên revandin, windakirina bi zorê û îşkenceya jinan belge kirine. Ev hejmarek ku mezinahiya trajediyê nîşan dide ye.
Li gund û deverên gundewarî, tundî bi awayên din digre. Jinên ku mêr û kurên xwe winda kirine neçar in ku di nav şert û mercên dijwar ên aborî de, berpirsyariya xwedîderketina malbatên xwe hilgirin ser xwe. Gelek ji wan neçar in ku di karên dijwar de bixebitin an jî zewaca zû, ji bo keçên xwe wekî rêyek ji bo sivikkirina barê xwe qebûl bikin.
Jinên Yemenî sembola berxwedanê ne
Di civakê de bi giştî, destdirêjî û îstîsmar bûye tiştekî asayî. Jinên bêwar ên li kampan bi xetereyên zêde re rû bi rû ne, ewlehî û nepeniya wan kêm e û rastî îstîsmara cinsî û aborî tên. Çîrokên jinên bêwar eşkere dikin ku tundî êdî bi dîwarên malan ve sînordar nîne, bûye beşek ji jiyana giştî. Adet û qanûnên hişk tên ferzkirin, jinan bêtir sînordar dikin û wekî amûrên kontrola siyasî û civakî xizmet dikin. Jinên li wir ne tenê bi şîdeta navmalî û civakî, di heman demê de bi amûrek tepeserkirinê re jî rû bi rû dimînin ku hebûn û rola wan hedef digre. Lê belê jinên Yemenî sembola berxwedanê û hêzek veşartî dimînin ku ger derfeta beşdarbûna di aştî û edaletê de were dayîn, dikarin beşdarî ji nû ve avakirina civakê bibin.
Koçberî û xizaniyê malbat neçar kirine ku keçan zû bizewicînin
Li Aden û deverên di bin kontrola hikûmeta demkî ya ku di asta navneteweyî de tê nasîn de, rewş kêmtir giran xuya dike lê ne kêmtir xeternak e. Jinên li wir şîdeta navmalî ya zêde dibînin, gelek ji wan ji ber qelsiya saziyên dadwerî û ewlehiyê neçar in ku bêdeng bimînin. Koçberî û xizaniyê malbat neçar kirine ku keçan di temenê ciwan de bizewicînin ku ev jî cureyek din a şîdeta civakî ye ku ji ber dabeşbûna siyasî û krîza aborî tê xurtkirin.
Zeynebiyat: Karmendkirina jinan di xizmeta sîstemek zordariyê de
Ji dema ku Hûsiyan di sala 2014’an de kontrola Sana'ayê girtin, amûra wan a ewlehiyê ne tenê bi zilamên çekdar an hêzên ewlehiyê yên kevneşopî ve sînordar bûye. Wan yekîneyek jinan a taybet ava kiriye ku bi navê Zeynebiyat tê zanîn. Ev yekîne ne tenê formasyonek ewlehiyê bû; ew veguherî amûrek sereke ji bo xurtkirina zilmê li ser jinan û xurtkirina amûra ewlehiyê, ku nîşan dide ka jin bi xwe çawa dikarin di nav pergala tepeserkirinê de werin îstismarkirin.
Di destê Hûsiyan de dibin amûrek
Li kolanên Sana'ayê, gelek caran jinên ku bi tevahî cilên reş li xwe kirine tên dîtin. Ev jin lêgerîn û serdegirtinan dikin û beşdarî tepeserkirina xwepêşandanên jinan dibin. Ev jin endamên Zeynebiyatê ne, di operasyonên ewlehî û îstîxbaratê de hatine perwerdekirin û dibin amûrên di destê Hûsiyan de da ku her dengek jina nerazî, bêdeng bikin.
Raportên mafên mirovan beşdariya Zeynebiyatê di girtina çalakvanan, serdegirtinên malan û pratîkkirina îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li dijî jinên girtî de belge kirine. Hin şahidî bikaranîna rêbazên wan ên şermok û rezîl vedibêjin. Armanc ew e ku îradeya jinan bişkênin û wan neçar bikin ku bêdeng bibin. Ev yekîneya jinan ne ji bo parastina jinan an zêdekirina rola wan, ji bo sînordarkirin û çavdêriya wan hatiye damezrandin. Ew dixebite ku normên ku azadiya jinan sînordar dikin, ferz bike. Her wiha wekî amûrek ji bo tirsandina tevahiya civakê tê bikaranîn. Her wekî Hûsî dighîjin jinan jî ku tê texmînkirin ku qurbanî ne, ne sûcdar in tên nîşandan.
Hebûna vê yekîneyê pergala ewlehiyê ya hişk û hişmendiya tundrew a Hûsiyan nîşan dide. Û, eşkere dike ku jinên li deverên di bin kontrola wan de ne tenê bi tundiya navmalî û civakî re rû bi rû dimînin, di heman demê de hêzek ewlehiyê ya jinan jî heye ku bi taybetî ji bo bêdengkirina wan hatiye damezrandin.
Hejmar çîrokê dibêjin
Sala 2025’an ne tenê dirêjkirina şerê dirêj ê li Yemenê bû, salek bû ku asta trajediya ku jin û keçan kişandiye eşkere kir. Hejmarên ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî ve hatine weşandin ne tenê îstatîstîkên sar bûn, lê çîrokên jiyana rojane yên bi xwîn û hêstiran hatine vegotin, ji ber ku jinên Yemenî bûn qurbaniyên sereke yên tundî û dabeşbûna siyasî.
Raporek ji hêla Tora Maf û Azadiyan a Yemenî ve hatiye amadekirin, zêdetirî 5 hezar û 618 binpêkirinan belge kir. Ev binpêkirin, ji hêla Hûsiyan ve li dijî jinên li Yemenê di navbera 1’ê Çileya 2017’an û dawiya Tîrmeha 2025’an de pêk hatine. Ev binpêkirin li 15 parêzgehên Yemenê, bi taybetî Hodeyda, Taiz, Hecah, Dhamar û Maribê pêk hatine. Binpêkirin ji kuştin, birîndarkirin, revandin, windakirina bi zorê û îşkenceya laşî û psîkolojîk bigre, heya ji kar derxistina ji karên sektora giştî û wergirtina bi zorê diguherin. Torê hezar û 479 kuştin û 3 hezar û 398 birîndarî ji ber topên hawanan, teqîna mayînan û gulebarana nîşangiran tomar kir. Ji bilî wan, 547 bûyerên revandin û îşkenceyê û 176 bûyerên leşkerkirina bi zorê ku di nav de xwendekarên jin jî hene.
6.2 milyon jin û keç bi xetereyên rasterast ên tundiyê re rû bi rû ne
Wîlayeta Taizê bi hezar û 802 kuştinan di serê lîsteya binpêkirinan de cihê xwe girtin. Di rêza duyemîn de Hudeyda bi 219 kuştinan û di rêza sêyemîn de jî Adenê bi 58 kuştinan cih girtin. Dozên mayî di navbera parêzgehên din de, di nav de Lehc, Marib, El-Cewf û El-Beyda, hatin belavkirin. Torê her wiha bi belgeyan da zanîn ku 274 jin bi mayînên ku ji hêla Hûsiyan ve li deverên niştecîbûnê û zeviyan hatine çandin hatine kuştin, 124 jin bi gulebarana nîşangiran hatine kuştin. 91 qurbaniyên gulebarana rasterast û her weha 46 kuştin bi rêbazên din ên wekî lêdana wan û kêrê wan çêbûne. Li gorî raporên mafên mirovan, 6.2 milyon jin û keç li Yemenê bi xetereyên rasterast ên tundiyê re rû bi rû ne û hewceyê alîkariya rizgarkirina jiyanê ne. Ji her sê keçên Yemenî du keç, berî 18 saliya xwe bi zorê tên zewicandin. Ev cureyek tundiya civakî ye ku bi xizanî û bêaramiyê ve girêdayî ye.
Pergala civakî mafê "disîplînkirina jinan" di nav malbatê de dide mêran
Pergala civakî ya li Yemenê ku bi qanûn û polîtîkayên fermî tê xurtkirin, mafê "disîplînkirina jinan" di nav malbatê de dide mêran. Her çiqas hin kuştinên jinan dibin sernav jî, gelekên din ji raya giştî veşartî dimînin. Bûyerên tundiya navmalî jî di nav vana de ne.
Di salên dawî de, ajansa me rapor û çîrokên rojnamegerî yên li ser tundî û kuştinên jinan belge kiriye. Di sûcek ku paytext Sana'ayê hejand de, mêrek di nîvê Hezîrana 2025’an de jina xwe gulebaran kir û kuşt. Kuştinek din di destpêka 2025’an de qewimî. Di vê bûyerê de jî, mamosteyek ji hêla hevjînê xwe ve hat kuştin. Ev sûc ne bûyerên yekane ne; ew pirsgirêkek cidî pêk tînin ku mudaxeleya rayedarên têkildar û derxistina qanûnên zelal ên ku tundiya li dijî jinan di hemî awayên wê de sûcdar dikin, hewce dike. Di civaka Yemenê de, jin pir caran pir dijwar dibînin ku tundî û zirara ku ew pê re rû bi rû dimînin ragihînin, nemaze ger ku di nav malbatê de be. Nebûna qanûnên zelal ên ku tundiya li dijî jinan sûcdar dikin, yek ji sedemên herî girîng ên berdewamî û giranbûna tundiyê ye. Adet û kevneşopî jî di rewakirina tundiya li dijî jinan a di civaka Yemenê de rolek dilîzin. Ji ber ku civak qurbaniyê sûcdar dike, tundiyê rewa dike û wê sûcdar dibîne û ew heq kiriye, carna jî kuştinê rewa dike.
Derxistina sîstematîk
Li welatekî ku ji ber pevçûn û dabeşbûna siyasî wêran bûye, jinên Yemenî ne tenê bûne qurbaniyên şîdeta navmalî û civakî. Di heman demê de rastî derxistina sîstematîk a ji meqamên biryardayînê jî hatine. Ev derxistin ne tenê meseleya nebûna ji meqamên fermî ye, her wiha di marjînalîzekirina dengên wan, sînordarkirina beşdarbûna wan û rûbirûbûna wan a bi binpêkirinên giran a di astên siyasî, civakî û aborî de jî diyar dibe.
Çalakvanên xwestin tevlî xebata siyasî û sivîl bibin hatin girtin
Li Sana'ayê, jin êdî di meqamên biryardayînê de xwedî hebûneke rastîn nînin. Çalakvanên ku hewl dan beşdarî xebata siyasî an sivîl bibin, rastî girtin û windakirina bi zorê hatin. Hinek ji wan rastî îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî hatin. Raporên mafên mirovan bi sedan doz belge kirine ku eşkere dikin ku jin rasterast têne hedefgirtin da ku bêdeng bin.
Dengek nikare biryarên bi sedan mêran biguherîne
Li deverên di bin kontrola hikûmeta demkî ya navneteweyî de, tevî ku cîhek nisbî ji bo jinan heye jî, beşdarbûna wan rûkal û sînordar dimîne. Gelek jin ji meqamên serokatiyê hatine derxistin û derfet nehatiye dayîn ku beşdarî danûstandinên aştiyê an jî çêkirina polîtîkayên giştî bibin. Ev marjînalîzekirin nîşan dide ka dabeşbûna siyasî çawa têkoşîna ji bo desthilatdariyê, li şûna tevlêbûna nîvê civakê di avakirina pêşerojê de, daye pêş. Dengek nikare biryarên bi sedan mêran biguherîne.
Tenê jinek kursiyek girtiye
Di rastiyekê ku tê texmînkirin parlemento platformek ji bo hemû beşên civakê, mêr û jinan e. Lê belê, rastî pir cûda bûye. Mêran ji bilî kursiyek tenê, hemû kursiyan desteser kirine. Tenê jinek ew kursî girtiye. Ev yek bûye sedem ku beşdariya jinan bi rastî tune bibe û qanûnên cudakar li dijî wan bicîh kiriye.
Di hundirê hola parlementoyê de, zêdetirî 300 mêr li ser qanûnên ku çarenûsa civakê diyar dikin, nîqaş dikin û deng didin. Di vê navberê de, jinek tenê rûdine, berpirsyariya temsîlkirina nîvê civakê hildigre ser xwe. Lê dengê wê, her çend bihêz be jî, nikare biryarên bi sedan mêran biguherîne.
Ev nebûna hema bêje tevahiya jinan a di parlementoyê de, rasterast di qanûndanînê de xuya bûye. Qanûnên rewşa kesane, qanûnên zewac û jinberdanê û tewar qanûnên têkildarî kar û perwerdehiyê, hemû bi cudakariya eşkere ya li dijî jinan tijî ne. Kesek tune ku mafên wan biparêze an jî bi awayek cidî pirsgirêkên wan derxe holê. Ji ber ku dengek nikare li hember blokek mezin a dengên mêran bisekine.
Qanûna Yemenê tundiya li dijî jinan didomîne
Li Yemenê, tundiya li dijî jinan di nav nivîsên qanûnî de bi xwe ye. Qanûnên rewşa kesane û cezayî ku tijî kêmasî û pratîkên cudakar in, beşdarî rastiyek bûne ku jinan ji şîdeta navmalî û civakî bêtir xeternak dike û derfetan dide sûcdaran ku ji cezayê birevin.
Qanûnên Yemenê bi taybetî di zewac û jinberdanê de, desthilatdariyek berfireh li ser jinan didin mêran. Xalên Qanûna Rewşa Kesane destûrê didin zewaca zarokên temenbiçûk û maf didin parêzvanan ku jinan ji zewaca bê sedem vegerînin, ev pratîkek ku wekî "adhl" tê zanîn e. Ev bend jinan di bin parêzvaniya daîmî de nahêlin, wan bi îstismarkirinê re rûbirû dihêlin.
Gelek doz dibin sedema kêmkirina cezayan
Wekî din, di çareserkirina sûcên rûmetê û şîdeta navmalî de kêmasî hene. Gelek doz dibin sedema kêmkirina cezayan an jî ji kar derxistinê ya bi hinceta adetên civakî, ku çanda bêcezatiyê xurt dike. Her wiha li Yemenê qanûnek taybet tuneye ku bi şîdeta navmalî an şîdeta serhêl a li dijî jinan re şer bike, tevî zêdebûna binpêkirinan a di vî warî de.
Qanûna Yemenê bûye amûrek ji bo xurtkirina şîdeta li dijî jinan. Xalên cudakar û kêmasiyên qanûnî, digel adetên civakî, rastiyek acizker afirandine ku jinên Yemenî ji îstismarê re bêtir vekirî dike.
Tundiya dîjîtal û medyayî
Jin û keç rastî şantajê tên û ev diyarde ji ber nebûna qanûnên astengker ên li dijî sûcên sîber berfireh dibe. Ev ji bo jinan xetereyek çêdike. Ji ber ku qanûn tunene û yasadanerê Yemenî paşguh kiriye ku bi pêşketinan re bimeşe û qanûnan sererast bike û nûve bike. Armanc, bi wan pêşketinan re bimeşe, nemaze sûcên sîber û dozên tacîza dîjîtal û şantajên elektronîkî ku jinên li Yemenê rastî wan tên û vê kêmasiyê wan ji van sûcan re bêtir vekirî ye.
Gelek jin û keç ji tirsa skandalê neçar in ku bi şantajkaran re mijûl bibin. Civaka Yemenê hîn jî jinan, heta qurbaniyan jî, wekî sûcdar dibîne ku heq dikin tiştê ku bi serê wan tê, bêyî ku sûcdar bikin. Ev valahiya civakî ji hêla şantajkaran ve tê bikaranîn da ku bighîjin armancên xwe yên xerab.
Gefên dîjîtal di heman demê de çalakvanên jin, siyasetmedar, rojnamevan û kesên ku di jiyana giştî de beşdar in, hedef digirin. Jinên di meqamên serokatiyê û siyasî de rastî kampanyayên dezenformasyonê yên sîstematîk tên. Ev jî armanc dikin wan marjînalîze bikin û wan neçar bikin ku ji jiyana giştî vekişin.
Hedefgirtin û kuştina Ifteh El-Meşherî
Kampanyayên reşkirin û teşwîqkirinê yên sîstematîk, Rêvebera Nivîsgeha Fona Paqijkirin û Başkirinê ya li Taîza başûrê rojavayê Yemenê Ifteh El-Meşherî, berî kuştina wê di 18’ê Îlona 2025’an de hedef digirin. Ev, tenê mînakek ji astengî û dijwarîyên ku jin di cîhana dîjîtal de pê re rû bi rû dimînin e. Hemû jî armanc dikin ku wan ji holê rakin. Ifteh El-Meşherî bi dirûstî xebitî, rêveberiya baş da nasîn, saziyek girîng a dahatê di hawîrdorek tijî gendelî û nepotîzmê de ye. Gefên dîjîtal ên ku ew pê re rû bi rû ma tenê hewldanên marjînalîzekirin û bêhêvîkirina wê bûn, lê wê berdewam kir, şiyana xwe ya biryardanê û rêberiya bi aqilmendî nîşan da. Kuştina wê, sûcek li dijî hemû jinan bû.
Tevgera Jinan
Di navbera salên 2011 û 2014’an de, li Yemenê tevgereke jinan çêbû ku xalek werçerxê di rêwîtiya jinên Yemenî ya ber bi beşdariya çalak di jiyana siyasî û civakî de nîşan da. Ev tevger ne tenê sembolîk bû; encamên berbiçav da. Bi taybetî pejirandina sîstema kota ya ji sedî 30’yî kêmtir, ji bo beşdariya jinan a li saziyên cûrbecûr a ji hêla Konferansa Diyaloga Neteweyî ve.
Lê belê, piştî sala 2015’an, bi destpêkirina pevçûn û dabeşbûna siyasî re, tevgera jinan kêmbûnek girîng dît. Beşdarbûna qels a jinan di danûstandinên aştiyê de, nîşana herî berbiçav a vê kêmbûnê bû. Ji ber ku dengê wan li maseya danûstandinan tune bû, tevî ku ew ji şer herî zêde bandor bûne.
Çend komên femînîst ên nû derketine holê
Li gel vê kêmbûnê, tevgera jinan di salên dawî de dest bi hinekî başbûnê kiriye. Çend komên femînîst ên nû derketine holê, hem li herêmî û hem jî li navneteweyî çalak in, bi armanca piştgiriya rola jinan a di avakirina aştiyê de û daxwaza beşdariya wan a di hemû astan de. Van destpêşxeriyan hêviya ku jinên Yemenî dikarin statuya xwe ji nû ve bi dest bixin û dengê wan, bêyî ku zehmetî hebin dê berdewam bike, vejandin.
Biryarnameya 1325... Berhema hewldanên bêwestan
Di cîhanek ku ji ber pevçûnên çekdarî perçe bûye de, jin pir caran qurbaniyên bêdeng bûne, barê şer hildigrin, bêyî ku destûr bê dayîn ku beşdarî biryardayîn an avakirina aştiyê bibin. Lê di sala 2000’an de, Biryarnameya 1325’an a Konseya Ewlekariyê hate pejirandin da ku vê bêdengiyê bişkîne û jinan di dilê hevkêşeya ewlehî û aştiyê de bicih bike, wan wekî hevkarên neçar di pêşîlêgirtina pevçûnan, çareserkirin û ji nû ve avakirina piştî pevçûnan de nas bike.
Biryara 1325 di valahiyek de derneket; berovajî vê, ew encama hewldanên bêwestan ên rêxistinên jinan û mafên mirovan a li çaraliyê cîhanê bû. Daxwaza naskirina rola jinan a di çareserkirina bandorên pevçûnan de kirin. Biryarê komek prensîbên ku rewşa jinan di dema pevçûnan û piştî wan de çareser dikin destnîşan kir. Entegrekirina perspektîfa zayendî di hemû polîtîkayên têkildarî ewlehî û aştiyê de teşwîq kir.
Di nav bendên wê yên herî berbiçav de ev hene: di dema pevçûnên çekdarî de parastina jin û keçan a ji şîdeta cinsî û fîzîkî. Beşdarkirina jinan a di pêvajoyên biryargirtina aştî û ewlehiyê de li ser asta herêmî û navneteweyî. Entegrekirina perspektîfa zayendî ya di planên pêşîlêgirtina pevçûnan û ji nû ve avakirina piştî pevçûnan de. Xurtkirina rola jinan a di avakirina aştiyê de ya bi rêya beşdarbûna di danûstandinan, navbeynkariyê û bernameyên civakî.
Pevçûna ku piştî 2015’an derket, hebûna jinan bi girîngî qels kir
Ev biryar du qat girîng e, ji ber ku pevçûna ku piştî 2015’an derket holê, hebûna jinan bi girîngî qels kir û wan ji danûstandinên aştiyê dûr xist, tevî ku ew herî zêde bandor bûne jî. Lê belê, înîsiyatîfên jinan ên herêmî û navneteweyî, li ser bingeha Biryara 1325’an, dest bi daxwaza temsîliyeta dadperwer a ji bo jinan û entegrekirina pirsgirêkên zayendî di her çareseriyek siyasî ya pêşerojê de kirine. Di encamê de, dikare were gotin ku êşa jinên Yemenî ne tenê bandorek alî ya pevçûnê ye. Di heman demê de, dilê trajediya mirovî ye ku Yemen bi salan e dikişîne. Digel vê yekê, jinên Yemenî sembola berxwedanê û hêzek veşartî dimînin ku dikarin civakê ji nû ve ava bikin ger derfeta beşdarbûna di aştî û biryardanê de were dayîn. Pêşerojek dadperwer û aram ji bo Yemenê, tenê bi îradeyek siyasî ya yekgirtî pêkan e. Îradeyek ku statuya jinan wekî stûnek bingehîn di lêgerîna edalet û wekheviyê de vedigerîne û pirsgirêkên wan dixe navenda her projeyek aştiyê ya neteweyî, dê were bidestxistin.