Hevpeymana Civakî ya Şoreşa Jinan: Li dijî tundiya mêr-dewletê riya jiyana nû

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hişmendî û tundiya mêr-dewletê bi hevpeymana civakî hewl dan bibin bersiv. Jin bi riya hevpeymanê û xebatên xwe hewl didin bi diyarkirina çarenûsa xwe û temînata mafên xwe jiyana nû biafirînin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Ger mirov Behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, weke jin di destpêkê de şoreş û destkeftiyên jinan tên bîra me. Jin li vê erdîngariyê şoreşek li ser bingeha bîrdozî û siyasî bi pêş xistin ku di her warî de bibin temînata hebûn, nasname û pêşeroja xwe.

Peymaneke nû li ser bingeha siyasî ya Şoreşa Jinan

Bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê re jin û gelê wê yekser xwe birêxistin kirin û pergaleke xwe ya cuda ava kirin. Piştî 2012’an û heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala neteweya demokratîk tê meşandin ku ev pergal projeyeke xweseriya siyasî û veguherandineke civakî ye. Di vê wateyê de hevpeymaneke civakî hatiye avakirin ku xweseriya demokratîk, azadiya jinan, civakeke ekolojîk û nasnameyên pirjimar weke prensîbên wê yên bingehîn hatine destgirtin.

Ger em bala xwe bidinê, di van prensîban de tiştekî nû yê balkêş heye. Gelo heta niha di kîjan destûr û hevpeymanên civakî de azadiya jinan weke pîvaneke bingehîn hatiye destgirtin? Lê ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiyeke ku tê pêkanîn û şoreşa jinan bûye eksena  bingehîn a pergala wê ya siyasî û civakî. Bi taybetî jî ji sala 2014’an û vir ve ku Rêveberiyên Xweser a demokratîk bi rengekî fermî li kantonên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin êdî ev sîstem di hemû warên jiyana gel a civakî-siyasî de ket meriyetê.

Hevpeyama Civakî ya destpêkê di 27’ê Çileya 2014’an de di asta Cizîr, Efrîn û Kobanê de hat ragihandin. Piştî ku bajarên Minbic, Reqa û Dêrezorê ji aliyê Hêzên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, pergala Rêveberiya Xweser berfireh bû, di 2016’an de hevpeymana civakî li gorî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat sererastkirin.

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl bi gotinên; “Di salên destpêkê de hevpeyman hebû li gor xweseriya her kantonê hatibû amadekirin”, diyar kir ku hevpeyman li gorî rewşa herêmê hatiye amadekirin û wiha domand: “Lê piştî rizgarkirina gelek deveran ji DAIŞ’ê û dewlemendbûna pêkhate û etnîsîteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, me pêwistî pê dît ku divê bi hevpeymaneke nû ya temînata maf û nasnameya hemû pêkhateyan bike, hebe. Wiha jî bi nûnertiya zayendî û pêkhateyan ya wekhev hevpeyman hat amadekirin ku bi fermî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin.”

Nûnertiya ji sedî 50 û hevserokatî

Di 12’ê Kanûna 2023’an de Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymana Civakî ya hevgirtî û sererastkirî ragihand. Ev sererastkirina ku di 2023’an de pêk hat, ji bo mafên jinan û temînata rol, nasname û hebûna wan bû xaleke werçerxê. Di hevpeymana civakî ya nû de êdî azadiya jinan weke şertê bingehîn ê azadiya civakê tê destgirtin. Her wiha nûnertiya ji sedî 50 û hevserokatî madeyên destûrî yen bingehîn in. Yanî bi bilindbûna têkoşîna jinan û qezenckirina destkeftiyên dîrokî, peymaneke nû yê li ser bingeheke siyasî ya şoreşa jinan bi pêş ket.

Mizgîn Xelîl da zanîn ku pergala hevserokatiyê şênberiya nûnertiya wekhev e û got: “Hevpeymana Civakî di destpêkê de nûnertiya jin û mêr a wekhev misoger dike ku ev herî zêde bi riya pergala hevserokatiyê şênber dibe. Jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke pêşeng lîst ku ev şoreş bi şoreşa jinan hat binavkirin. Ji bo vê jî bi dehan destkeftiyên jinan ên di qadên cuda de hene ku ev bi riya hevpeymana civakî dikevin bin temîınatê.”

Mizgîn Xelîl girêdayî heman mijarê teqez kir ku veguhertineke mezin di hişmendiya civakê de pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Hevserokatî pergaleke ku cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin e, ji bo vê jî ji civakê re rêbazeke nû bû. Civaka me fêr nebûye ku jin di navendên biryarê de bin ango di rêvebirinê de nêrîna wan jî were esasgirtin. Lewre jî jinan têkoşîneke mezin ji bo vê yekê meşandin ku veguhertinê di hişmendiya civakê de ava bikin û nûnertiya jinan a wekhev bipejirînin. Ji bo vê jî misogerkirina nûnertiya wekhev û hevserokatiyê di hevpeymana civakî de, derbeyeke mezin li hişmendî û sîstemên baviksalar û mêr-dewletê da.”

Naverok û bingeha felsefî ya Peymana Civakî

Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek aliyên xwe ve cudatirî destûrên dewletan ên klasîk dibe. Di destpêkê de hevpeymana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hişmendiya netew-dewletê red dike, li şûna wê konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dipejirîne. Li şûna têgihîştina navendîbûn û destpotîzmê, civaka azad weke alternatîf bi pêş dixe. Ji bo vê jî di naveroka felsefî ya hevpeymanê de, mirov dikare bibîne ku li dijî hemû şêwazên bindestkirina civakê, talankirina xwezayê û kolekirina jinan, sîstemeke alternatîf hatiye afirandin. Li gorî vê weke felsefeyeke bingehîn ango cewherê vê projeyê, civak xwe birêxistin dike ku rêveberî û biryar bi vîneke hevpar ji komîn û meclîsan destpê dike. Li aliyekî din azadiya rasteqîn a civakê bi azadiya jinan pêkan e ku vê xalê pîvaneke sereke ye. Her wiha fikirandina ku însan jî parçeyek ji xwezayê ye û divê li gorî vê yekê pergaleke ekolojîk were avakirin ku hevsengî hebe. Weke encam; destûrên netew-dewletê xwe dispêrin koletiyeke mutleq lê hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîna hevpar, hevjiyana azad û civaka rêxistinî  û pirnetew û  zimanan armanc digre.

Bi taybetî di vî warî de hevpeymana civakî di mijara azadî û mafên jinan de veguhertineke bingehîn ava kiriye. Di destûrên klasîk de em dibînin ku made û xalên weke; jin ji aliyê maf û hiqûqê ve bi zilaman re wek hev in yanî jin tenê entegreyî pergala heyî ya ku di esas de hebûna wan parçe kirine dibin. Lê di ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de perspektîfên zanista Jineolojiyê û prensîbên nûnertiya wekhev tên bingehgirtin. Bi wateyeke din destgirtina jinan weke zilam têr nake lê divê ku ji nû ve jin werin pênasekirin û vedîtineke nû were dîtin. Ji bo vê jî avakirina hevsengiyeke nû di civakê de, pêşxistina şoreşeke felsefî, avakirina civakê bi nêrîn û perspektîfên jinan xwe dide der. Lewre jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin entgreyî pergalê nehatin kirin dijberî wê pergal bi bi hebûn û nêrîna jinan hat avakirin.

Ji aliyê qanûnî ve jî gelek made û xalên ku temînata maf, mîsyon û hebûna jinan dikin hene. Di vî warî de hevpeymana ku ji 134 madeyan pêk tê, bi hejmara 12 made û 12 pîvanên girêdayî qanûn, pergal û şêwazê rêvebirinê ji bo jinan hatine veqetandin. Li gorî vê yekê; di madeya 24’an de rêbaza hevserokatiyê bi rengekî qanûnî ketiye bin temînatê ku nûnertiya jinan a ji sedî 50 di hemû qadan de qanûnî ye. Ji bo qedexeyên li dijî hemû cureyên tundiyê, madeya 50’î bi rengekî teqez mafên jinan diparêze. Girêdayî vê mijarê madeya 117’an derdikeve pêşberî me ku Meclîsa Edaleta Jin û komunên jinan ên edaletê rasterast di çareserkirina dozên jinan de xwedî însiyatîfeke qanûnî ye. Di heman demê de gelek made û pîvanên din ên di prenîsbên bingehîn, maf û qanûn, pergala civakî û rêveberî de hene ku jinan di her warî de diparêzin, bi pêş dixin û pêşerojeke civakî-siyasî ya şoreşa jinan misoger dikin.

Peymana Civakî ya Jinan: Têgihîştineke xweser a qanûn û azadiya jinan e

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku modeleke alternatîf ji bo pergala hiqûqî ya hatiye serdestkirin bi pêş bixin, amadekariyên Hevpeymana Civakî ya Jinan dikin. Di encama nîqaşên ku ji aliyê rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Akademiya Jineolojî, Meclîsên Edaleta Jinan, Jinên ciwan û hwd. bi pêş ketin, di sala 2025’an de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya jinan hat amadekirin. Jin bi vê gavê re ketin merheleyeke nu ku heta niha di tu pergalan de nehatiye jiyîn. Di vê pergalê de jin ne weke amûreke mezinkirina malbatî tên dîtin berovajî weke şaneyên damezerîner ên civakî tên pênasekirin.

Li gorî vê hevpeyamana ku di qonaxa amadekariyê de ye mafên jinan ên em li jêr bînin ziman dixe bin temînatê ev in:

*Mafên jinan ên siyasî, civakî, aborî, çandî û perwerdehî.

*Tundiya ku bi sîstematîk li ser jinan tê meşandin ne tenê weke sûcekî takekesî, di heman demê de weke sûcekî siyasî û pergalî divê were destgirtin.

*Li dijî şêwe û pergala baviksalar a dewletê, hevpeyman qanûneke xwerêveberiyê ye.

* Li dijî dagirkerî, koçberî, qirkirin û êrîşan, hevpeyman temînata avakirina pergaleke konfedralîzma jinan e di komîn, meclîs, rêxistin û akademiyên jinan de.

* Ji bo sedsala 21’emîn bibe serdema azadî û şoreşên jinan, xwespratina felsefeya Jin, Jiyan, azadî.

Bi van madeyan û bi dehan made û pîvanên din, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, pêşengiya avakirina pergaleke konfedralîzma jinan û bihêzkirina projeya neteweya demokratîk dikin. Jin bi vê destkeftiya dîrokî re ji bo temînata mafên hemû jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û Rojhilata Navîn dibin îlham.

Mizgîn Xelîl li ser pêwistiya jinan bi hevpeymaneke serbixwe, ev nirxandin kir: “Ger em dîroka hinek şoreşên cîhanî vekolin, em ê bibînin ku di tu şoreşan de jî mafên jinan bi rengekî destûrî ango qanûnî nehatine misogerkirin û hatine paşguhkirin. Ji bo ku şoreşa me jî vê yekê nejî, li rex mafên jinan ên di hevpeymana civakî ya giştî de me pêdivî pê dît ku em bibin xwedî hevpeymaneke serbixwe jî. Esas bi riya vê hevpeymanê em ê bikaribin hişmendî, serdestî û pergala ku ji aliyê mêr-dewletê ve li ser jinan û civakê hatiye meşandin ji holê rakin û pergaleke  xwe dispêre azadiya jinan û demokrasiyê ava bikin.”

Di têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewlet de paradîgmayeke nû

Di demeke ku tundiya zilaman a di nava dewleta klasîk de bi riya bêcezatî û qanûnên baviksalar berdewam dike de, modela jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre mekanîzmeyên dadweriyê yên jinan bi xwe afirandine. Pergal û hevpeymana civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku paradîgmeyeke nû bi pêş xist, li dijî tundiya mêr-dewletê tundiyê ceza dike û di heman demê de rêbazên pêşîlêgirtina tundiyê û riyên veguherîna civakî diafirîne. Jinên Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkez, Şîşan û Turkmen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi hevpeymaneke li ser bingeha siyasî ya şoreşa jinan ketine riya avakirina civakeke demokratîk, wekhev û azad.

‘Em şoreş têkoşîn û destkeftiyên xwe digrin bin temînatê’

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Xelîl wiha bi dawî kir: “Hevpeymana civakî bersiva siyasî ya jinan a li dijî pergala mêr-dewletê ye. Têkoşîna jinan ji destpêka dîrokê ve heta niha jî ranewestiyaye, bi taybetî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jinan jiyana xwe bi têkoşînê re kirine yek. Ji bo vê jî Hevpeyama Civakî temînat û misogeriya têkoşîn, vîn, destkeftî û pergala konfederal a jinan e. Em nikarin bibêjin destûr lê Hevpeymana ma ya Civakî li dijî binpêkirina mafên jinan, zayendperestiya civakî, tundiya mêr-dewletê bersivek e.”