Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (3)

Rahşan Demîrel a 17 salî bi agirê bedena xwe bersiv da gefên rayedarên derdiketin telefzîyanan digotin ‘Newroz qedexeye vêxistina lastîkan qedexeye’ û bû agirê raperînê. Rahşan wiha gotibû: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez bang li Îsmet Sezgîn dikim dê Newroz were pîroz kirin… ger bi lastîkan ne be jî em ê bi canê xwe pîroz bikin.”

“Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz”
 Navenda Nûçeyan - Di sala 1992’yan de Newroz hat qedexekirin, li Îzmîrê bersiva herî xurt Rahşan Demîrel da û got “Dê Newroz were pîroz kirin.” Rahşan, di 15’ê Tebaxa 1975'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat dinê. Wê demê gelê Kurd nû nû daxwaza azadiyê dikir. Malbata Rahşan jî wekî gelek malbatên Kurd ji ber zilma dewletê neçar ma ku koç bikin. Dema Rahşan 1 salî bû malbata wê koçî Îzmîrê bûn. Dayika Rahşanê ji bo debara malbatê di fabrîkayê de dest bi kar kir. Malbata Rahşanê malbatekî welatparêz bû. Hindî ji destê wan dihat diçûn Nisêbînê û pêşketinên siyasî yên li Kurdistanê jî ji nêz ve dişopandin.
Kesk, sor, zer Rahşan bû
Rahşan hêj di temenê zaroktiyê de di ferqa zilma dewletê ya li Kurdistanê dimeşand de bû, rewşên li wir dihat jiyîn dişopand û li hemberî zilma dewletê bi hêrs bû. Dema ji Rahşanê cil dihatin kirîn diviya bû rengên kesk, sor û zer di nav de habaya. Rojekê dema bi rengan diçe dibistanê mamostayê wê zileyekê lê dixe. Rahşanê jî bi heman şêweyî bersiv da û ev rewş ne pejirand. Ji bo wê ev reng Nisêbîn bûn, welatê wê yê ku jê durketî û hebûna wê bû. Rahşan ji Nisêbînê pir hez dikir û bi malbata xwe re diçû wir. Helwestên leşkeran ên li hemberî gelê Nisêbînê qebûl ne dikir û diavên dilê xwe.
“Li Cizîrê gelê me tê qetilkirin çima em tiştekî nakîn?”
Serhildana Nisêbînê ya di sala 1990’î de dest pê kir pêl bi pêl belav dibû û gihiştibû Kadefîkaleya Îzmîrê jî. Di dema ku gelê Kurd ruhê berxwedêr dît û rabû ser piyan ruhê Rahşanê jî zîndî bûbû. Rahşan di wê demê de hîna zarok bû lê zilma dewlerê ya li ser gel bi wê re hêrsek mezin ava dikir. Welatiyên Kurd ên li Kadîfekaleyê wê wekî jina ciwan a bi kevirê di destê xwe de li refên pêş şer dike nas kirin. Rahşan di her firsendê de ji dayika xwe re digot;“ Ez dixwezim biçim çiya, li Cizîrê gelê me tê qetilkirin çima em tiştekî nakin dayê?”
“Ji ber ku ez li hemberî înkarê têdikoşim serbilindim”
Hevalek Rahşanê gotinên ku ji dayika xwe re dibêje wiha behs dike: “Ma tu nabînî dayê her roj gundek me tê şewitandin. Mirovên me tên qetilkirin. Em li ser axa xwe najîn. Em bi zimanê xwe na axivîn û çanda xwe najîn. Ji ber ku ez li hemberî înkar kirinê têdikoşim serbilindim.”
Piştî axaftinên Rahşanê dayika wê digirî û wê hembêz dike. Hevala Rahşanê behsa wêrekiya wê dike û wiha dibêje: “Rojekê di çalakiyê de êrîşî polîsekî ku ji me re çêr dikir kir. Polîsan bi porê wê re girtin û lêxistin. Rahşanê dikir qêr; ‘rojek dê were û hûnê li pêşberî dîrokê hesab bidin.’ Me bi zorê ew ji destê polîsan rizgar kir. Xwîn ji dev û pozê wê dihat lê ew dikeniya. Digot; ‘Min ji bo welatê xwe xwîn rijand.’ Min wê demê fam ne kir ku dixwest çi bêje û min pirs kir tu başî. Wê got pir başe.”
“Divê ez bersiva Cizîr û Nisêbînê bidim”
Rahşan ji serhilana Cizîrê ya di sala 1992'yan de pir bandor bûbû, serhildanên di Newrozê de dişopand û rojek beriya Newrozê ji televziyonê fêr bû ku pîrozbahiyên Newrozê hatine qedexekirin. Wezîrê Karê Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn got: “Îsal Newroz nayê pîrozkirin. Ger yek pîroz bike ya pêwît dê bê kirin.”
Roja piştî wê yanî di 22’yê Adara 1992’yan de serê sibê zu rabû û derket Kadîfekaleyê. Beriya ji malê derbikeve li ser parçeyek qertûnê wiha nivîsandi bû: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez bang li Îsmet Sezgîn dikim dê Newroz were pîroz kirin… Ger bi lastîkan ne be jî em ê bi canê xwe pîroz bikin.” Dema agir berda bedena xwe hîna 17 salî bû.
“Dema çalakî li darxist min di xewna xwe de didît ku Rahşan dişewite”
Dayika Rahşanê Emînê Demîrel wiha behda roja çalakiya wê dike: “Ez serê sibê rabûm nimêjê. Piştî min nimêj kir ez carekdin raketim. Min di xewna xwe de Rahşan dît. Min di xewnê de didît ku tupa me diteqiya û agir bi Rahşanê diket. Ez bi gotina Rahşanê ya ‘dayêêêêê’ şiyar bûm. Min mêze kir ku keça min a biçûk digirî. Çi ji xwişka xwe ya biçûk re got nizanim lê serê sibê zû derketibû ji malê. Sibeha 22’ê Adarê bû. Xwişka wê Nalân hat gel min, digiriya û got dayê Rahşan çûye. Dibe ku agahiya Nalâlê her tiştî hebû. Min got çibû tu çima digirî. Wê jî got Rahşan ji malê reviya ye. Ez beziyam û li hemû odeyan geriyam lê Rahşan tune bû.  Di wê demê de min qartûna ku nîşe ser nivîsî bû dît. Keça min a mezin hat min jêre got bixwîne wê jî xwend.”
“Tiliyên herdu destên wê nîşaneyên serkeftinê kiribûn”
Piştî nîşeya Rahşanê xwendin bazdan gel Rahşanê. Emîne Demîrel anî ziman ku wan dihizirî ku dê xwe bişewitîne û wiha got: “Piştî me şoqa li ser xwe avêt me li derdora xwe mêze kir. Me dît ku gelê me yê welatparêz ên Kadifekaleyê bi alên xwe yên kesk, sor û zer li dora me kom bûne. Hemû kes pê hesiyabûn û berê xwe dabûn Kadîfekaleyê. Herî dawî agahiya me jê çêbû. Polîsan derdora Kadîfekaleyê dorpêçkiribûn. Em bi zorê ketin hundir. Poşetek me yê nan hebû min ew li wir dît. Min got ‘ew keça mine min berdin.’ Polîsan got tu ji ku dizanî, min jî nîşaya Rahşanê ji me re hiştibû nîşanî wan da. Piştre ez çû ser serê Rahşanê. Laşê wê şewitî bû û tiliyên herdu destên wê nîşaneyên serkeftinê kiribûn.”
“Ya dikeve ser milê me xwedî li bîranînên wê dertine”
Dayika Emîne gotinên xwe wiha berdewam dike: “Çokên min ketin erdê. Ez li binê darekê rûniştim. Piştî demek kin min biryar da; ‘ger keça min biryarek wiha dabe, xwe ji bo gelê xwe feda kir a dikeve ser milê me xwedî li bîranînên wê derketine.’ Ez çûm gel keça xwe. Min dirûşmeya xwe ya dest pêkê avêt. Hemû cîhan bi çalakiya Rahşanê hesiya bû. Polîsan ne dixwest agahî bidin tû kesî û veşêrin. Polîsan ji bo otopsiyê xwestin Rahşanê bibin. Dixwestin bibin nexweşxaneyê dê li wir jî tune kiribana. Min keça xwe ne da. Min got; ‘Ger hun wê bibin ez ê jî xwe bişewitînim.’ Piştre me bi gelê me yê welatparêz re cenazeyê Rahşan ji wir rakir. Me bir mizgefta Kadîfekaleyê. Piştre me anî Nisêbînê. Keça min evîndarê axa xwe bû.”
Dayika Emîne diyar kir ku di çûnê de gelek pirsgirêk jiyan û wiha pêde çû: “Dema em gihiştin Wêranşehrê li Cizîrê rojnameger hatibû qetilkirin. Zarok hatibûn qetilkirin. Li her cihî rewşa awarte hebû. Du leşkeran em dan sekinandin. Fermandarê Tabûra Nisêbînê nêzî min bû min ew nas kir Velî Kuçuk bû. Digot; ‘Cenaze bidin me.’ Min got; ‘ez ê bibim Nisêbînê’ lê destur nedan. Ambulansek hat û keça min girtin. Em lê siwar bûn û ber bi Nisêbînê ve ketîn rê. Em birin qereqolê. Ji ber ku min keça xwe ne da wan û xwest bibim Nisêbînê bi saetan li qereqolê li min xistin. Dema ez ji qereqolê derketim gelek hestiyên min şikestî bûn. Piştre dîsa Velî Kuçuk hat cem min got; ‘Pir behsa Rahşanê dikin dixwazim wêneyekê wê bibînim.’ Li wêne mêze kir û got; ‘Çiqas keçek xweşike, ji bo çi, ma kêr dihat?’ min jî kulmek ax ji erdê rakir û got; ‘Ji ber vê, ji bo vê axê kêr tê.’ Bêdeng bû. Me cenazeyê Rahşanê dibin dorpêça polîsan de defin kir û em vegeriyan Îzmîrê.”
“Di Rahşanê de ruhê şer û azadiyê hebû”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha behsa çalakiya Rahşanê dike: “Li keleha Îzmîrê bûyera xwe şewitandinekê heye. Berxwedana keçek Kurd a temen biçûk Rahşan Demîrel heye. Niha li wir Kurdistanek yanî ciwanên ji Mêrdînê heye. Welatparêzî bibandore. Di vê keçikê de ruhê şer û azadiyê heye lê li aliyê din ew bi xwe pir jare.  Rêxistina min a şer bandorê li ser rastiyan dike. Rojên Newrozê zu û tejî derbas dibin. Dibe ku li vir dixwest xwe bide şerê azadiyê û dixwaze tiştekî bike. Lê ji ber ku hêza teorîk ne didît, xwe ne digihand çavkaniyên pratîk, ji ber dildariya wê ya azadiyê asta wê ya teorîk û rêxistinbûyînê derbas dikir, ji ber ku hewl da tiştekî bike berê xwe dide çalakiyek wiha. Şert û mercên xirap ên ku gelê me yê li wir dijiyan, dema nêrîna jiyana azad bi jiyanek binketî re li hev ne dikir, bi berxwedan û balkêşa Newrozê çalakiyek wê ya wiha derdikeve holê.”
Sibê: Du jinên ku li hemberî desthilatdaran serî rakirin Ronahî û Bêrîvan.