Di sala 2022’an de rewşa siyasî û destkeftiyên jinan ên li Başûr

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, salek bi bûyer û guherîn derbas bû. Jinên Başûrê Kurdistanê di aliyên cuda de rola xwe lîstin û bi têkoşina xwe serkeftinên girîng bi dest xistin.

JIYAN ELÎ

Silêmanî – Niha sîstema cihanî rastî qeyaranek hemû alî hatiye, Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî ji vê qeyranê para xwe girtin roj li pey rojê bandor li ser civakê bi giştî û bi taybetî li ser jinan kiriye. Lê belê jinan jî hewl dan ji vê qeyranê derbas bibin û rastî gelek zehmetiyan hatin.

Di vê panoramayê de em ê hewl bidin kar û çalakiyên jinan, guherîna siyasî, aborî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê raxin ber çavan.

Di destpêka salê de jinan gelek merasîmên taybet li dar xistin

Di 9’ê Çileyê de merasîma 9’emîn salvegera qetilkirina sê jinên pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku weke komkujiya Parîsê tê nasîn, li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Li bajarê Silêmanî bi merasîmek ji aliyê Rêxsitinên Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK xelata salane ya Sakîne Cansiz dan parlamentera bere ya HDP’ê Aysel Tugluk û ji rêxistina jinan a Afganistanê Rawa Ehlam Mensûr. Li Bajarê Kelar û Ranyayê der barê komkujiya Parîsê de semîner hat dayîn.

Di 8’ê Adarê de çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin

Jinên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan pêşwaziya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan kir û ji aliyên rêxistinan ve çalakiyên cur be cur ên weke kombûn, semîner, konferans, festîvalên çandî, pêşangehên karên destan û hunerê hatin encamdan. Li herêma Berdeqarman a girêdayî bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna jinan û hunermendên ji parçeyên din ên Kurdistanê şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Ev şahiya pîrozbahiyê li wargeha penaberan a Mexmûrê jî di asta herî jor de hat pîrozkirin, li bajarê Kerkûkê ji bo hişyarkirina jinan pirtûkxaneyek taybet ji bo jinan bi navê “Pirtûkxaneya rewşenbîrî ya jinan” hat vekirin.

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, jinên Bexdayê daxwaza guherîn û bicihkirina hinek zagonên li dijî qetilkirina jinan kirin û bi dirûşma “Tu hincet ji bo qetilkirina jinan tune ye” li ber deriyê encûmena bilind a dadwerî û dadgeha federal a Bexdayê kom bûn û jinên çalakvan û hemahengiya rêxistinên mafên jinan jî li ber keleha Hewlêrê kom bûn û li hemberî kuştina jinan nerazîbûna xwe diyar kirin, daxwaz kirin ku kuştina jinan were rawestandin û êdî jin neyên kuştin. 

Salvegera 5’emîn a JIN Tv. hat pîrozkirin

Di roja 8’ê Adarê de li ruxmê astengiya hêzên ewlehiyê, jinên li Silêmaniyê bi hemû rengên xwe bi dirûşma ‘Na ji bo kuştina jinan’,‘Na ji bo parastina bikujên jinan’, ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber deriyê Edliyeya Silêmaniyê xwepêşandan li dar xistin. Di heman rojê de salvegeran 5’em ya televizyona JIN TV ji aliyê karmend û beşek ji jinan bi peyam û şahiyekê hate pîroz kirin.

Bi vê ve girêdayî piştî pîrozbahiyên 8’ê Adarê, jinan bi cil û bergên xwe yên resen pêşwaziya cejna neteweyî, cejna Newrozê kirin. Li bajarê Kerkûkê bi biryarek pêşwazîkirina Newrozê ji bo çend saetan hat sînordarkirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina cejna Newrozê astengî ji bo Kurdan hat derxistin lê belê gel bi yek helwestê li hemberî hemû astengiyan li hemû bajarên Kurdistanê cejna Newrozê pîroz kirin. Şahiya mezin a Newrozê li binarê Qendîlê bi beşdarbûna hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê di asta herî jor de hat pîrozkirin.

Meha Adarê li Başûr meha serhildana gelê Kurd e

Meha Adarê ji bo Başûrê Kurdistanê meha serhildanê ye. Di 5’ê Adara sala 1991’ê de gel bi dirûşma “Dîlanê bigrin’” serhildan li dijî rejîma Baasê li Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin. Her sal ji bo vê serhildanê çalakiyên cur be cur tên lidarxistin û îsal jî di salvegera 31’emîn a salvegerê de, gelek festîvalên edebî û hunerî li bajarên cuda yên herêma Kurdistanê hatin lidarxistin. Di heman demê de beşek aliyên siyasî rexne li hikumeta herêma Kurdistanê kirin. Tevî 31 salan jî di Hikumeta Herêma Federal de heta niha destkeftî û armancên serhildanê ji bo gelê Kurd nehatine bikaranîn û desthilatdariyê hemû xeyalên gelê Kurd tune kiriye.

Di 34’emîn salvegera Helepçeyê de li bajarên herêma Kurdistanê bi merasîman hatin bibîranîn û ji aliyê gelê Helepçeyê ve di salvegera komkujiya Helepçeyê de meşek ji ber tunebûna xizmetê hat lidarxistin.

Ji bo kesên di operasyonên Enfalê de jiyana xwe ji dest dan mûm hatin vêxistin

Enfal birîna gelê Kurd a nayê jibîrkirin e. Di salvegera 34’an a karesata Enfalê de li bajarokê Çemçemal 34 meşale ji bo kesên di Enfalê de hatin windakirin, hatin pêxistin. Di heman demê de li bajarê Silêmaniyê hêzên ewlehiyê pêşî li çalakiyên ku bi daxwaza dadgehkirina tewanbarên Enfalê dihatin kirin girtin. Beşek ji kes û karên Enfalê ji ber piştguhxistina hikumeta herêmê bîranîna salvegera enfalê boykot kirin.

Roja 4’ê Nîsanê li binarê Qendîlê, Silêmanî û bajarên din hat pîrozkirin

Roja 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her sal li çar paçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin. Îsal jî li Binarê Qendîlê, Silêmanî û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin, li wargeha penaberan a Mexmûrê 14’emîn mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi pêşbaziyên werzîşî û hunerî di nava dibistanên seretayî de hat lidarxistin. Li bajarokê Kelar ê girêdayî Germiyanê, RJAK’ê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer şahiyek bi dirûşma “Dem Dema Azadiyê ye” li dar xist.

 Di meha Nîsanê de dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê kir

Dewleta Tirk êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê berdewam kir. Di 14’ê Nîsana 2022’an de bi operasyona bi navê “Çengê Kilît” êrîşî xaka herêma Kurdistanê û bi taybetî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê kir û heta niha jî ev êrîş berdewam dikin. Li Başûrê Kurdistanê gel li dijî êrîşan daket qadan û çalakî li dar xistin û li çiyayên Kurdistanê jî gerîlayên Azadiya Kurdistan bi têkoşîn û berxwedana xwe êrîşên dewleta Tirk şikandin lê belê li hemberî van êrîşên dagirkeriyê hikumeta herêma Kurdistan û Iraqê bêdengî hilbijartin û serweriya xaka xwe neparastin.   

Dewleta tirk ji ber di şer de têk çû çekên kîmeyewî bi kar anî

Dewleta Tirk dema ku li çiyayan li hemberî gerîlayên Kurdistanê têk çû serî li bikaranîna çekên qedexekirî, çekên kimyewî da û li ji ber tekçûna xwe li dijî gerîlayan bi kar anîn. Di encamê de 44 gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê gihîştin şehadetê. Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel HPG bi daxuyaniyek aşkera kir ku ji 14’ê Nîsana îsal heta 14’ê Kanûnê dewleta dagirker a Tirk sê hezar û 152 caran çekên qedexekirî li dijî gerîlayan bi kar aniye cureyên çekên kîmyewî ev in: Bombeya fosfor, bombeyên termobarik, bombeyên atomî taktîk, çekên kîmyewî. Pênc hezar û 433 caran jî bi helîkopteran êrîşî herêmên gerîlayan kirine.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk herêma geştiyarî ya Perex a girêdayî Zaxoyê bombebaran kir û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn, piraniya wan geştiyaran Ereb bûn. Li gorî rapora peymangeha Kurdî- Weshinton aşkera kir, di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de li bajarê Dihok, Hewlêr, Nînowa, Silêmanî, Şengal û Kerkûkê 110 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û 186 hemwelatî jî birîndar bûn. Ev ji derveyî bandorên li ser xwezayê û jiyana li herêma Kurdistanê, bûye sedem ku bi hezaran donim zeviyên çandiniyê bişewitin.

Pêşengên gelê Kurd li Başûr bûn hedefa êrîşên dagirkeriya tirk

Dewleta Tirk gelek kesayetên çalak û têkoşer ên li Başûrê Kurdistanê kirin hedef. Di nava kesayetên têkoşer de Nagîhan Akarsel jî hebû. Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind bûye û gihîştiye lûtkeyê, li Rojhilatê Kurdistanê, tune bike.

Di meha Îlonê de serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de dest pê kirin, rejîma Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li herêmên Koyê, Pirdê, Zirgozê yên li Herêma Kurdistanê bombaran kirin û di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kes jî birîndar bûn.

Rewşa Aborî her ku diçe ber bi qeyranên mezintir ve diçe

Ji destpêka salê ve xwendekarên zanîngehê û mamosteyên bi peyman li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê ji ber nebûna mehaneyên xwe û bi fermî tayînebûnê û nedana mûçe ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê ve di nava çalakiyan de ne. Di werza zivistanê de ji ber nebûna xizmetguzariya pêwîst û sîstema avê li bajarên herêma Kurdistanê bû sedema lêhiyê û li bajarê Hewlêrê ziyanên canî û madî çêbûn.

Rewşa aborî û siyasî ya herêma Kurdistanê koçkirina ber bi welatên Ewropayê ve zêde kiriye. Li gorî daneyên federasyona bilind a seranserên penaberan li Iraq û herêma Kurdistanê diyar kirine ji destpêka salê heta 1’ê Cotmehê nêzî 75 hezar hemwelatiyên Iraqê koçberî welatên derve bûne û nêzî 38 hezar hemwelatî xelkên herêma Kurdistanê ne.

Tevî dewlemendiyên heyî gel di nava xizaniyê de dijî

Her çendî Kurdistan di aliyê neft û gaza xwezayî de welatek gelek dewlemend e jî hemwelatî ji vê dewlemendiyê bêpar dimînin. Di nava şeş mehên îsal de hikumet nikaribû neftê belav bike, ji ber wê hemwelatî neçar man ji bo germahiya werza zivistanê ji daristanan daran bibirin. Îsal ji ber teqîna xaza LPG di şeva 17’ê Mijdarê de li taxa Kazwe ya bajarê Silêmanî malek sê qat rûxiya û 15 endamên malbatek jiyana ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. Her wiha di firineke nan de li taxa Girê Basî ya bajarê Dihokê, di bûyerek teqîna xaza LPG de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Di 5’ê Gulana îsal de li Iraq û herêma Kurdistan ax barî. Pisporên xwezayê diyar kirin ku sedema vê barîna axê; ji ber tunekirina daristanan ji aliyê dewleta dagirker ve, nebûna planek ji aliyê hikumeta Iraqê û çêkirina bendavan li ser ava Dîcle û Firatê ye. Girtina pêşiya ava rûbaran li ser Iraqê ji alyê herdû dewletên Îran û Tirkiyeyê ve ku ji sedî 50’yê ava Iraqê kêm kiriye û xaka wê ber bi vê karesatê ve biriye.  

Di hemû aliyan de tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin

Ji ber dagirkerî, qeyrana aborî, siyasî û zordestiya çanda biyanî bi riya medyayê, tundîtûjiya di nava civakê û bi tayet li ser jinan zêde bûye. Çalakvan dibêjin ku ji ber kujer ji aliyê desthilatdariyê ve tên parastin û nayên girtin ev bûyer zêde dibin. Her wiha serwernebûna zagonan, biencamnebûna dozên jinan û têkdana çanda civakê ji aliyê dramayên biyanî ve vê rewşê diafirînin.

Li gorî daneyên ajansa me, tenê di sala 2022’an de 75 jin hatine kuştin, yan jî neçarî xwekuştinê bûne. Wezareta Rewşenbîran a Herêma Kurdistanê weke çareserî ji bo biryara rêgirî li dirama û bernameyên ku mejiyê civakê vala dikin derbixe, berovajî biryara rêgirîkirinê, zêdetir nûçeyên kuştinê derxist pêş.

Binpêkirin û tundîtûjiya li hemberî rojnamegeran bi taybetî ji bo jinan, di cihên ku kar lê dikin zêde bûye. Li gorî rapirsên ku hatine encamdan ji sedî 85’ê jinên rojnamevan mafên wan tên binpêkirin.

Gef, cureyek din a tundîtûjiya li hemberî jinan e, li gorî daneyên Rêxistina Wad a Almanî ku bi 260 jinan re hevdîtin li herêma Ranyayê kiriye, ji derveyî Qeladiz, Hewlêrê 110 jin rastî gefan hatine, temenê wan ji sifir heta 20 salî ye û bi rêjeya ji sedî 8.7 e.

Îsal zewaca di temenê biçûk de li Iraqê û herêma Kurdistanê zêde bûye. Li gorî daneyan di nava 10 salan de zêdetirî ji sedî 10 zarok li Iraqê beriya bibin 15 salî hatine zewicandin. Her wiha dagirkerî û şerê li Iraqê û herêma Kurdistanê bûye sedem ku 3.5 milyon zarok li Iraqê ji xwendinê bêpar bimînin û nikaribin biçin dibistanê.

Jinan li dijî hemû êrîş û dagirkeriyê bêrawestan li ber xwedan

Li ruxmê hemû astengî û tundîtûjiyê, jin berxwedana xwe didomînin. Bi boneya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna jinan a li hemberî tundîtûjiyê, rêxistinên jinan li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê çalakiyên cur be cur li dar xistin. Pêşangeha şêwekarî, semîner, şanogerî, belavkirina hişyariyan û kombûn hatin lidarxistin. Di heman demê de li baxê giştî yê Ranyayê rêxistina jinên ciwan ên têkoşer pirtûkxaneya gerok vekir û li bajaran gerand û pirtûkxane beşdarî çalakiyên roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundûjiya li hemberî jinan bû. RJAK û KJAR jî bi daxuyanî û pêşangehên şêwekariyê beşdarî çalakiyan bûn.

Di kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jinan de, hevpeymana jinên Kurdistanê ku ev rêxistin der barê jinan de çalakî li dar dixe, diyar kir ku di nava 12 salên borî de zêdetirî du hezar û 700 jin bi hincetên cuda hatine kuştin. Ev tê wê wateyê ku salane 220 jin tên kuştin yan jî neçarî xwekuştin û xweşewitandinê tên kirin.

Di roja dawî ya kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jinan de di panelek de daneyên tundîtûjiya li hemberî jinan hat aşkerakirin û tenê di nava 10 mehên sala 2022’an de 3291 bûyerên tundîtûjiyê hatin tomarkirin.

Şanoya Reş û Spî bi derhêneriya Roja Hesên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jinan li bajarê Silêmanî û Helepçeyê hat nîşandan.

Jinan kongre li ser pirsgirêka jinan de li dar xistin

Di 12’ê Adarê de li hola Tewar a bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya yekitiya jinên Kurdistanê û Komîsyona Jinan a Kongreya neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi dirûşma ‘Qirkirina jinan bi dawî bikin’ jinên çar parçeyên Kurdistanê li hev kombûn û bi şêwrekê der barê rewşa jinan li Kurdistanê nîqaş kirin.  

Di 30’ê Tîrmehê de li hola Otela Bexda ya peytexta Iraqê bi pêşengiya komeleya jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ û kesayetên jinên Iraqê konferansa navdewletî ya jinên Iraqê der barê qirkirina jinan û weke mînak jinên Êzidî bi dirûşma ‘Bi Vîna azad a Jinan em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’ hat lidarxistin.

Di 4’ê Îlonê de Sêyemîn Konfaransa Cîhanî ya jinan li Tûnisê ku ji jinên lêkolîner û neteweyên cuda ji 30 welatên cîhanê beşdar bûn dest pê kir û heta 10’ê Îlonê domiya. Di konferansê de panelên li ser zanista jinan jineolojî û rola jinên Kurd di azadî û rewşa jinan de nîqaş hatin kirin û 3’ê Tebaxê weke roja navdewletî ya têkoşîna jinan a li dijî kuştina jinan hat îlankirin.

Di 5-6’ê Mijdarê de konferansa duyemîn a jinên navdewletî li Berlînê paytexta Almanyayê bi dirûşma ‘Şoreşa me Azadkirina jinan e’  bi beşdarbûna 800 jinan, ji 41’walatên cîhanê hat lidarxistin. Jinên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn û nîqaş li ser rewşa niha ya têkoşîna jinan li cîhanê kirin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dirûşma serek ya konferansa jinan bû.

Di 2’ê Kanunê de 21’emîn şêwra giştî ya KNK’ê li welatê Holandeyê bi dirûşma ‘Bi têkoşîna rizgariya û azadiya Kurdistanê, riya serkeftinê yekitî ye’ bi beşdarbûna 300 endamên KNK’ê û zêdetirî 100 mêvanên Kurd û biyanî hat lidarxistin. Hejmarek berbiçav a jinan ji Başûrê Kurdistanê û cihên cuda di vê şêwrê de amade bûn.

Îsal jinan destkeftiyên giring bi dest xistin

Qeyran û nakokiyên siyasî pêşî li jinan negirt, îsal cih û destkeftiyên jinan di aliyê siyasî û rêveberiyê ve zêdetir bû. Di vê çarçoveyê de di kongreya sêyem a Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê de Tara Hesen û Selam Abdullah weke hevserokên nû hatin hilbijartin.

Endama berê ya parlamentoya Iraqê Ala Talabanî bi biryara Emîndariya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê weke şêwirmenda Mihemed Şiya Sûdanî hat destnîşankirin.

Leyla Emer yekem jin bû weke seroka şaredariya Silêmaniyê hat destnîşankirin. Ev di demek wisa de ye ku sala borî cara yekem e jinek peywira cîgirê parêzgayê Silêmanî girt.

Wezîra darayî ya Iraqê cara yekem di dîroka welat de jinek bi navê Teyîf Samî ye û her wiha biryar ew e ku yek ji berendamên peywira cîgirê serokomar Aliye Îmara girt ku yek ji parlamentara dema çarem a parlamentoya Iraqê li bajarê Bexdayê ye.

Di warê hunerî de saleke têr û tije bû

Di aliyê hunerî û rewşenbîrî de jin xwedî rol bûn. Gelek pirtûkên edebî û perwerdeyî weke ‘Jiyana bajar a ji derveyî xetê’ û ‘Vegera Kerkûk’ bi nivîsa Nermîn Osman ‘ Awirên jinê ji bo jiyan’, Rêzan Hesen ‘Şewnum Gelayî ruhek’ Tara Emîn Sepan û ‘ Bingehê Jin Jiyan Azadî’ ji belavkirina akademiya Jineolojî ‘Cîhanek tijî hest û mêşên hingiv’ û ‘Gera mirov û rêgez’ Şîrîn Tahir, di heman demê de ‘Kurdistan di nava çar dîwaran de ye’, ‘Her dem Kurdistan di dilê min de ye’, ‘Jiyana min di sêbera mirinê de maye’ Suzan Heme Tate Berzencî, ‘Jin û tevgera dîrokê’ Razî Eshed, du kurtefîlmên 18-19 Yusuf roja Hesen û gelek berhemên din ên jinan hatin nasandin û belavkirin.

Ji bo aborî proje hatin amadekirin

Di aliyê aborî de jinan çend projeyên hevbeş ava kirin e. Weke cihê şûştina wesayîdan, fêrkirina şofêriya jinan, kafe, çêkirina kilaşan, firoşgeha pêwîstiyên jinan, kargehên nan, firoşgeha şîrînî û vekirina dewreyên perwerdeyên dirûtinê û çendîn projeyên din li Helepçe, Ranya, Kerkûk, Çoman, Mawet, Hewreman û Silêmaniyê hatin vekirin. Ji derveyê vê jin salane bi berhemên xwe yên Kurdewarî beşdarî festîfalên navdewletî û navxweyî dibin.

Tîma bêbandorkirina bombeyan hat avakirin

Cara yekem li sînorê bajarê Silêmaniyê tîme bêbandorkirina bombeyan ku ji jinan pêk dihat û karê bêbandorkirina bombeyan li herêma bombeyî yên Şarbajêr, Pêncewîn kar kirin. Ev tîm ji aliyê komek amojgariyên bombeyan ve hatiye avakirin û niha jî 10 jinan tê de dest bi kar kirine.

Kesên astengdar gelek pêşangehên karên destan vekirin

Beşek ji civakê xwedî pêwîstiyên taybet e. Lê belê niha asta hişyariya kesê nagihîştiye radeya ku baş tevbigerin. Di rapirsîna herî dawî ya wezareta plandanînê de derket ku di milyon û 200 hezar malbatan de kesek xwedî pêwîstiyên taybet e, 580 hezar û 342 jê jin û zarokên keç ên xwedî pêwîstiyên taybet in. Bi taybetî li hemberî hemû astengiyan salane kesên xwedî pêwîstiyên taybet çend pêşangehên berhemên karên destan û berhemên hunerî vedikin û hunera xwe pêşkêş dikin.