Bandora krîzên cîhanî û encamên wan ên mezin li ser jinan-1

Di deh salên dawî de pêşketinên zêde di warê bihêzkirina jinan û bilindkirina pêşbaziya wan di rêvebirin û biryargirtinê de çêbibû lê astengiya sereke ya li pêşiya pêşveçûnê, wêneyê paşverû yên rolên civakî ye.

Tundiya li ser jinan li pêşiya pêkanîna wekheviyê asteng e
Di  deh salên dawî de pêşketinên zêde di warê bihêzkirina jinan û bilindkirina pêşbaziya wan di rêvebirin û biryargirtinê de çêbibû lê astengiya sereke ya li pêşiya pêşveçûnê, wêneyê paşverû yên rolên civakî ye.
ASMAA FATHÎ
Qahîre -Çar şaxên herêmî yên Erebî ji aliyê jinên pispor ve hatine pêşxistin di warê rûbirûbûna krîzên mezin de, ji bo têgihîştina karesatên xwezayî, krîza darayî, şer û pevçûnên çekdarî û şer û encamên wan li ser jinan li cîhana Ereb. Ev yek di lêkolîneke herêmî de ku ji aliyê Rêxistina Jinên Ereb ve bi hevkariya Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, di bin sernavê "Krîzên mezin ên cîhanî û encamên wan li ser jin û keçan li welatên Ereb" hatiye weşandin.”
Ew şax eşkere dikin ku lêkolîna li ser qeyranên cîhanî bi çavên jinan bertekên mezin ên ku di encama van qeyranan de çêdibin, nîşan dide ku jin xwediyên şiyana beşdariya zêdekirina zanyarî rêvekirina destwerdanên civakî ye li ser bingeha dîtinek zanistî ji bo armancên pêşveçûna domdar. 
Di sala 2020'an de, cîhanê 25'e mîn salvegera "Platforma Xebata  Pekînê" pîroz kir ku tê çaverêkirin bibe şahidê bidestxistina armancên xwe yên wekheviya zayendî lê belavbûna pandemiya koronayê, hişt ku destkeftiyên di wê heyamê de hatine bidestxistin jî di xeterê de bin.
"Karesatên xwezayî"
Li gorî lêkolîna herêmî, mirovahî di rêwîtiya xwe ya bi hezaran salan de rûbirûyê gelek karesatan bûye ku bandorên wêranker li ser gel û mal û milkan hiştine û gelek welat ji ber nebûna şiyanan nikarin rûbirûyê wan karesatan bibin. Di  lîsteyê de lehî, şewat, erdhej, volkan, şimitîna axê û bahozon heye. Ji bilî nexweşiyan ku ya herî dawî jî pandemiya koronayê bû, tevahiya cîhanê di nava xwe de dihewîne. Berxwedana civakan a li hemberî karesatên xwezayî bi rewşa hişmendiya civakê, derfetên rêxistinî, hêza aborî û polîtîkayên têkoşînê ve girêdayî ye ku ji bo çareserkirina wan tedbîran digirin. 
"Şer û pevçûn"
Di şeran de êş û azara jinan ji ya mêran cuda dibe, ji ber cudabûna rol û berpirsyariyên wan, li gorî çanda civakê û nêrîna wê ya li ser jinan. Di şeran de, jin rastî kuştin, girtin, destavêtin û koçberkirinê tên. Her wiha ji ber xirabûna derfetên jiyanê ku her tim bi şer û pevçûnan re rû bi rû ne, weke hilweşîna saziyên tenduristî, perwerde, aborî û civakî gelek êşê dikşînin û bi hezaran kes bi darê zorê malên xwe terk bikin.
Jin di van şert û mercan de ji hemûyan zêdetir bi bandor dibin û serdestiya civaka baviksalarî û nirx û edetên civakî yên paşverû yên li hemberî jinan di dema şerê çekdarî de yan jî li herêmên di bin dagirkeriyê de weke alternatîfa saziyên desthilatdar ên hilweşiyayî serdest in. Her wiha zilam bi hinceta dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên xwe û malbatên xwe, hêrsa xwe ji serê jinan derdixin û jin dibin qurbaniyên tundiya mêran.
Rewşa jinan li deverên ku şer û pevçûnên çekdarî hene wek Sûdan, Sûriye, Iraq, Lîbya û Yemenê her ku diçe xirabtir dibe û daxwazên wan bi hinceta pêşîniya çarenivîsa welatan kêm dibin û pêwîstiyên wan ên taybet di alîkariyê de tên paşguhkirin. 
"Di pevçûnan de şîdeta li dijî jinan"
Şîdeta ku di şer de rastî jinan tê, ne ji ber beşdarbûna rasterast a şer e, tenê ji ber ku jin in. Cureyên şîdetê yên ku tên meşandin wek kuştin, şîdeta fizîkî, tacîz, destavêtin, revandin, îşkence, îstîsmar, ducaniya bi zorê û sinetkirina zayendî ne. Ev yek jî dibin sedema gelek xirabûna rewşa jinan di civakê de û bandorên tendurustî û derûnî yên kûr hene ku dê heya heyamên dirêj berdewam bikin.
Şîdeta nava malê ji ber şer û pevçûnên çekdarî, ji ber koçberî û penaberiyê li nav welatan an li derveyî wê, jihevketina malbatan, hilweşîna toreyên ewlehiyê û nekarîna parastina malbatê yan dabînkirina pêdiviyên bingehîn zêde dibe. Lêkolînê nîşan da ku şîdeta li dijî jinan berbelav e û li pêşiya wekhevî û pêşketinê dibe asteng, jiyana jinan dixe metirsiyê û pêşxistina şiyanên wan û pêkanîna mafên wan ên bingehîn ên welatiyan di civakên xwe de asteng dike.
" Krîza aborî ya cîhanî"
Gerdûnîbûna aborî bûye diyardeyek ku di rastiya aborî de cih girtiye û tu welatek çiqas samanên xwezayî û mirovî dabîn bike, nikare bi aboriya xwe, ji hemû cîhanê serbixwe be lê bandora krîzan jî ji bo her welatî heye. Sîstema aborî ya cîhanî şahidê rêzekrîzên berdewam e ku bûne sedema kêmbûna rêjeyên mezinbûnê, qutbûna zincîrên dabînkirinê û nehevsengiya butçeya welatan. Ev yek di asta bilind a bêkariyê, berfirehbûna xizaniyê û kêmbûna destkeftiyên civakî de derket holê û jin bi rêjeyek zêdetir ji beşên din ên civakê ji ber encaman bi bandor bûn.
Li gorî lêkolînê, cîhana Ereb di destpêka sê hezar salan û vir de rûbirûyê hin qeyranên aborî bû ku bandorê li asta jiyana takekes û civakan kir û zêdetir li ser jinan xuya bû loma jin koma herî lawaz tên dîtin. Bandorên krîzê li gorî pozîsyona jinan di civakê de diguherin, çi jinên malê bin, çi pisporên serbixwe, çi karkerên çandiniyê û çi jî yên pîşesazî wek karker bin lê her kes vê rastiyê dibîne yên herî zêde di bazara kar de mexdûr in jin in.
"Rêjeya jinan di bazara kar de kêm e"
Lêkolîn gelek aliyên erênî li herêma Ereb di salên dawî de eşkere dike, di nav wan de zêdebûna rêjeya jinên ku di karên ji derveyî çandiniyê de dixebitin, di gel baldariya sêyeka jinên karkirî di pîşeyên bilind de li ser pileyên kariyerê yên wek bijîşkî, endezyarî, rêveberiyên bilind, û zêdebûna rêjeya karkirina jinan di warên pîşesazî yên pêşketî de wekî elektronîk, cil û berg, rêjeya bilind a pargîdaniyên biçûk ên taybet ku ji hêla jinan ve tên rêvebirin.
Gelek nîşaneyên neyînî mane, di nav wan de rêjeya kêm a tevlibûna jinan di bazara kar de û tercîhkirina xwediyên karsazên mêr li ser wan, zêdebarî baldariya li ser siyeka hêza kar a jinan di pîşeyan de û berdewamiya karên gelek ji wan di çandiniyê de bêyî mûçe.