8'ê Tîrmehê: Ji merceka Catherine wêneyên ravekirina dîrokê

Catherine Leroy 27’ê Tebaxa 1944’an li paytexta Fransa Parîsê hatiye dinê. Weke wênekêşa mêr jê dihesidin tê nasîn. 
Rojnameger û wênevana Fransayê Catherine hê 22 salîbû ji bo kêşana wêneyên leşkerên Emerîka li Vietnamê ketî ser rê. Di êrîşên Ted ên sala 1968’an de dîl dikeve destê leşkerên Başurê Vietnamê. Paşê di nava leşkerên Vietnamê de wêneyên kêşayî di kovara Life de hatine weşandin. 
Catherine ya ku xelata wênekêşiya eniyê girtiye, di ajansên Gamma û Sipa de xebitiye. Paşê jî di ajansên navnetewiyên Associated Press û United Press de peyîwir girtiye. Wêneyên wê di rojname û kovanên cîhanê de hatin weşandin. Ji ber wêneyên di şerê Vietnamê de kêşayî, sala 1967’an Xelata George Polk girtiye. Sala 1976’an jî ji ber wêneyên di şerê navxwiyê Lubnanê de Xelata Robert Capa girtiye. 
 Catherine filîmê ‘Operasona Mufreze ya Winda’ kêşaye. Piştî Vietnamê li Somalî, Afganistan, Îraq, Îran û Libya yê wêneyê şer kêşaye. Ji ber wêneyên di pêvajoya êrîşên Emerîka yên Trablusgarp ê de kêşayî û di kovara Time de hatîn weşandin sala 1987’an xelata wênekêşiyê girtiye. Sala 2005’an bi navê ‘Dibin Agir de li Vietnamê Wênekêş û Nivîskarên Mezin’ pirtûkek weşand. Bi Tony Clifton re sala 1982’an girêdayî dorpêça artêşa Îsraîlê ya Beyrutê pirtûka binavê ‘Xuda Giriya’ nivîsandin.        
8’ê Tîrmeha 2006’an li Santa Monica Kaliforniya ABD yê ji nava karwanê wênekêşên herî navdar çavên xwe li jiyanê girtiye.
Di şerê navxweyi yê Peru yê de êrîşên zayendî 
Di şerê sala 1980’an navbera Gerilayên Rêya Ronahiyê û artêşa Peru yê çêbûyî de gelek bûyerên tecawîzê derketin.Piştî sîh salan li ser giliyên jinan di derbarê 14 fermandarên artêşê de girêdayî mijarê lêpirsîn hat kirin.
8’ê tîrmeha 2016’an jin daketin ber Dadgeha Peru yê û doza darezandina tecawîzkaran kirin. Dadgehê jî li ser giliyê jinan biriyar da ku li ser mijarê baş lêkolîn bikin. Ger sucê derbarê fermandaran de bê şînber kirin, dê ji 8 heya 20 salan ceza bigirin.
Parêzvanên mafê mirovan didin diyarkirin ku tecawîz û êrîşên wê demê di şerê navxwiyi yê Peru yê de hatî kirin parçeyek ji polîtîkaya hikumetêbûye. Tê texmîn kirin ku wê demê bi qasî 5 hezar jin rastî tecawîzê hatine.