5'ê Tîrmehê: Ji rêberên têkoşîna azadya jinê Clara Zetkîn

Rêbera şer û kedê Clara Zetkîn gotiye: “Li her devera ku jiyan hebe dixwazim şer bikim” û ala têkoşînê dewrê jinên li pey xwe kiriye.
Jinên li dikên dîrokê  bi şoreşê navê xwe nivîsin, bi mirina xwe jî  ala şoreşê bilind dikin.  şervana zana Clara Zetkîn, di rêya diçe serketina teqez ya jinên bindest de bûye wateya şoreş û çalakiyê.  Jiyan û çalakiya Clara yê hewceye ji nû ve bê destgirtin, ji ber di jiyana wê de, paşeroj, îroj û pêşeroja jinê, heye. 
‘Rêbera jin ya derbasî dîrokê bûye Clara Zetkîn’
Clarayê ku rêbertiya pêşniyara ‘bila jin bibin nîvê têkoşînê û şer’ kir, ev derketina wê bi tevahî dîroke. Nêzîkatî û hişmendiya di vê pêşniyarê de îfadeya xwe dîtiye, rola şoreşger ya civaka çîna karekaran û nasnameya wê hem lêpirsîn kir û hem jî rê li ber pêşketina wê vekir.  Clarayê dizanibû lingê herî girîng yê vê şoreşê jin be û ji ber serdestiya mêr nekare hişmendiyeke şoreşger bide jiyîn.  Ev pêvajo ji bo Clarayê gelek zehmet bû. Dema şert û merc li ber çavan bê girtin tê dîtin ku referans gelek qelsin û ev zîhniyet wisa bi hêsanî nayê çareserkirin. Di wê sedsalê de Clara Zetkîn di lêgerîna azadiya jinê de bû.
‘Weke min bask bi xwe ve kiriye’
Clara di Kongreya Rizgariya Parîsê ya 1982’an a 2’emîn Enternasyonalê de axaftina: “weke ku min bask bi xwe ve kirinye” got û ji kurdiyê hat xwar. Rêwîtiya wê û hemû jinên kedar bi vê axaftina wê ya di kongreyê de dest pê kir. Axaftina Clarayê ronîbûna ber jinên ji tarîtiyê derketibû vedigot. Ev ronahî weke ku bask bi xwe ve kiribûn.
‘Jin ketine bin ala sosyalîzmê’
Clarayê di 2’emîn Kongreya Rizgariya Enternasyonal de got: “Divê nîvê mezin yên cureyê mirovahiyê nebe mahkuma koletiya civakî, polîtîk. Çawa ku karker dikeve bin emrê kapîtalîzmê jin jî dikeve bin yê hevjînê xwe.” Clarayê ji têkoşîn û şoreşa jinê re dibû bersiv.
Jin hîna şer dikin
Clara ku cihê sosyalîzmê ya di îdeolojiya jinê de, cihê îdeolojiya rizgariya jinê ya di sosyalîzmê de bi îradeyek mezin vedibêje, di axaftina xwe ya dîrokî de bi van gotinan îro hîna dibe pêşenga jinên di bin ala sosyalîst de têdikoşin. 
Di 6 xalan de daxwaza Clarayê ya ji bo jinan
Clarayê di gelek kongreyan de li ser navê ked û nasnameya jinê axaftinên balkêş kir û wek bahozê derbas bû û şoreş lezgîntir kir. Di kongreya Gotha de pêşniyarên ku anî ziman jî gelek girîng bûn.  Daxwazên Clayê yên wek xal rêz kirin wiha bû: Divê qanûna parastina karkerên jin bê berfirehkirin, li beramberê kar heqdestê beramber, derfeta karê serbest, li fabrîkayan jinên kontrolvan bên bicihkirin, di mafên taybet yên jinan de wekhevî hebe.