1'ê Tîrmehê: Kovara Perasuyê Alîkar

Kovara Perasuyê Alîkar

1’ê tîrmeha 1972’an li Îngiltereyê hejmara yekem a kovara feministan a bi navê ‘Perasuyê Alîkar’ (Spare Rib) derket.
Navê xwe ji nepejirandina nêrîna Hewa ji perasuyê Adem çêbûye girt, naveroka wê jî li hemberî nêzîkatiyên tengkirina qada xebatên jinêbû. 
Kovara mehane ji ber naveroka xwe ya dewlemend di navbera salên 1972 û 1993’an de traja wê gihişt 20 hezarî.
Ruth von Mayenburg
1’ê tîrmeha 1907’an li Srbice yê Komara Çekê hatiye dinê.
Aktîvîsta siyasiya Partiya Komunist a Avusturya yê hemû temenê xwe ji bo parêzvaniya sosyalîzmê terxan kiriye.
Sala 1945’an weke sekretera giştiya têkiliyên navbera Avusturya û Sovyetê kar kir.