4'ê Tebaxê: Komkujiya Sêmêlê

Desteya Wezîrên Hikumeta Îraqê di 20’ê Hezîrana sala 1933’an de asuriyan xayîn îlan dike û biriyara nijadkujiya wan dide.
Di 4’ê Tebaxa 1933’an de li derdora gundên navçeya Sêmêlê ya wêdemê ser bajarê Musilê yê Îraqê bû û niha jî ser bajarê Duhokê ya Başurê Kurdistanê ye despêkirin.  
Di êrîşan de 6 hezar asurî qetilkirin û mal û milkê wan talan kirin. Bi giştî di êrîşên nijadkujiya asuriyan a li bejahiya herêmê domkîr de 95 gund wêran kirin.
Tayîbetî bawermendên temen mezin û di nava civakê de bibandor kom kirin, hinek ji wan li sêdarê dan û yên dinê jî bi komî kuştin.
Ji wê demê ve 11’ê Tebaxê weke komkujiya Sêmêlê derbazî qeyîdên dîrokê bûye.