19'ê Tîrmehê: Şoreşa Jinê ya Rojava
19’ê Tîrmeha 2012’an Şoreşa Jinê ya Rojava li Kobanê despêkir û dawî bi jiyana sîstemeke totalîter anî.
Di bin banê PYD’ê û Kongra Star de rêxistina civakî di demeke kin de pêngavên mezin avêt.
Tayîbetî qada leşkerî bi pêşengiya YPG û YPJ’ê bi şerê xwe yê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di raya giştî de hat nasîn û piştevaniyek mezin girt.
Şoreşa Civakî ya Îspanya
17 Tîrmeha 1936´an komek faşîstên Îspanya darbeya ji aliyê general Francisco Franco ve hatibû amade kirin pêkanîn.
Ji ber berxwedana gelên Îspanyayê ya li dijî darbeyê gelek bi hêz bû, darbe vegeriya şoreşê û her çu berfireh bû.
Li Barselonayê di 19’ê Tîrmehê de Şoreşa Civakî hat ragihandin û bajar li gorî pergala ´Komunîzma Anarşîst´ xwe birêxistin kir.