28'ê Tîrmehê: Sendîkaya jinan

28’ê tîrmeha 1869’an li eyaleta Massachusetts a DYE yê bi navê (Daughters of St. Crispin) sendîkaya jinan a navnetewî hat avakirin.
Sala 1870’an sendîkayê biriyara jinên bi mêran re kar dikin heman heqdestê bigirin xistin dengdanê û bi piraniya dengan hat pejirandin.
Ji bo ev biriyar têkeve meriyetê sala 1872’an li sê fabrikayên Stonehamê jinan grev dan despêkirin, lê encam negirtin.
Judith Leyster
Wênesaza di sed sala 17’an de li Holandayê naskirî 28’ê tîrmeha 1609’an li bajarê Haarlemê yê Holandayê hatiye dinê.
Piştî wêneyên wê bi destnîşana wê derketin atoliya wêneyan vekir û di atolya xwe de xwendekar perwerde dikir. 
Dema jiyana xwe ji dest dide wêneyên wê di pêşangehan de bi destnîşana mêrê binavê Franz Hals dihat nîşandan.