29'ê Tîrmehê: Xwediyê xelatên pêşengiya zanistê Dorothy

Dorothy Hodgkîn di 12’ê gulana 1910’an de li Paytexta Misrê Qahîrê hatiye dinê. Di qada zanistê de îmze avêtine bin gelek îcadên nû, mînaka lêkolîna molekûlan jî yek ji wane. Teknîka krîstalografî pêş dixîne û avayiya penisîlîn, kolesterol û molekûla insulîn dibîne. 
Ji ber van serkeftinên xwe sala 1964’an şayanê xelata madalya a Copley hat dîtin ku li Îngilistanê ev xelat tenê ji pêşengên zanistê re tê dayîn. Di beşa zanistê de Xelata Nobelê girtiye. 
Tenê ne xelatek çend xelatên girtî evin; Xelata Kimya yê ya Nobel ê, Madalyaya Copley, Madalyaya Kraliyet ê û Lomonosov Gold Medal girtiye.
Dorthy a ku ji derveyî lêkolînên zanistî gelek pirtûkên wê jî hatine çapkirin 29’ê tîrmeha 1994’an li Ilmington İngiltere çavên xwe li jiyanê girtiye.