Jinên Yemenê ji bo El- Faşerê banga lezgîn kirin

Li Sûdanê sivîl, bi taybetî jin û zarok rastî binpêkirinên giran û xelayê tên. Civaka navnetewî ji bo sekinandina sûcên li El- Faşer tên kirin û rizgarkirina sivîlan, bangên mudaxeleya lezgîn dikin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Sûdan, dibe şahidê pevçûnên ku ji 2023’an heta niha didome. Bi taybetî sûcên wehşî li dijî jin û zarokên tê kirin. Binpêkirinên herî giran, li bajarê El- Faşerê ku paytexta eyaleta bakurê Darfûrê ye ku li bakur û rojavayê welat cih digre, hate jiyîn.

Li gorî Rêxistinên Mafê Mirovan û raporên Netewên Yekbûyî, li El- Faşerê binpêkirinên giran ên wek komkujiyên komî, tecawîz, destdirêjiya sîstematîk li dijî jin û zarokên keç, talan, şewitandin, dorpêç, xelaya xwarin û dermanan hate jiyîn.  Li gorî Netewên Yekbûyî, ji destpêka pevçûnan heta niha, zêdeyî milyonek kes ji El- Faşerê reviyane, nêzî 260 hezar sivîl ku nivê wê zarok in, hê bi awayek bê alîkarî asê mane.

Rêxistina Efûya Navnetewî da zanîn piştî ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajar kontrol kir, di nava sê rojên destpêkê de 36 hezar kes daketine rêyan û koçî Tavîla, Mellît, Kebkabiya û herêmên din kirine. Piraniya yên reviyane birîndar, birçî, bê av û di nava travmayan de bûne. Li gel xwe tirs, tundî, û çîrokên winda hildigirtin.

Şermezarkirina berfireh

Dinya binpêkirinên li hemberî sivîlan, bi taybetî jin û zarokan ên li El -Faşerê bi tirs û fikar temaşe dike. Jinên Yemenê jî hêrs û nerazîbûnên xwe anîn ziman û banga li civaka navnetewî kirin ku bi awayek lezgîn bikevin nav liv û tevgerê. Aktivîst Amal eş-Şumeyrî anî ziman ku êdî bûyerên li Sûdanê, ne pevçûnek siyasî ya di navbera aliyan de ye, bûye çalakiyek ku sûc dike û wiha got: “Ev pêkanînên wehşî li dijî jin û zarokan, naşibe tu şerên berê. Êdî ev ne şerek e, sûcek eşkere yê mirovî ye. Mixabin pevçûnên li Sûdanê hemû zagonên navnetewî binpê kir. Mafên herî bingehîn ên zarok û sivîlan hatin binpêkirin. Dinya wê van binpêkirinan tu caran jibîr neke.”

‘Divê jin dengê xwe bilind bikin’

Aktivîsta civakê Dalia Mihemmedî diyar kir ku binpêkirinên li Sûdanê sûcên bêrehm ên li dijî jin û sivîlan e û banga pêkanîna hiqûqa navnetewî li aliyan kir. Dalia wiha got: “Hedefgirtina sivîlan a bi qestî, şewitandin, êrîşên sekvanî, ev hemû sûcên şer in. Em vê wehşetê şermezar dikin û em dixwazin civaka navnetewî bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê. Ez bang dikim ku jin werin parastin û ji bo pêkanîna edaletê ji bo mexduran pêwîstî bi piştevaniya jinan heye û divê jin hemû li dijî van binpêkirinan, dengê xwe bilind bikin.”

Xela û binpêkirin

Endama Kolektîfa Wehj a avabûna jinê Amîra Mihemed destnîşan kir ku sûcên li Sûdanê, li dijî hemû normên hiqûqa navnetewî û mirovî ne û wiha got: “Welatên ku destek didin aliyên ku li Sûdanê şer dikin û fînanse dikin, hevkarên van sûcan in.”

Di rapora dawî ya Fona Alîkariya Zarokan (UNICEF) û Rêxistina Çandinî û Xwarinê ya Netewên Yekbûyî de, hat diyarkirin ku li Sûdanê bêewlebûna xwarinê û kêmxwarin li herêmên şer gihîştiye asta xeter, xela bi lez belav dibe.

Saziyan banga lezgîn a bidawîkirina pevçûnan, xwegihandina alîkariya mirovî ya bi ewle û bê asteng kir û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina zêdetir mirinan û parastina jiyana mirovan, ev gav girîng in.”