Li dijî pênceşêra memikê çîrokek têkoşînê
Hanan el- Hammar ji bajarê El- Cedîde yê Mexribê ye, beriya 6 salan, dema ku girêka biçûk a di singê xwe de ferq kir xeyal nedikir ku wê jiyana wê bi tememî biguherîne. Bi têkoşîn û başbûna bi nexweşiya penceşêrê de niha ê hêvî dide jinên din.
HENAN HERÊT
Mexrib – Di demeke ku gelek kes penceşêrê wek mirinê dibînin de, Hanan El- Hammar bû mînak û nexweşiyê derbas kir. Ew qehremana çîroka jinek bi hêz e ku êşa xwe veguherand hêviyê, nexweşiyê jî veguherand peyameke der barê jiyanê de. Têkoşîna wê ya bi penceşêra memikê re di sala 2019’an de destpê kir. Ferq kir ku di singê wê de giriyek heye lê belê ji ber tirsê nediçû bijîşk. Ji ber wê nexweşî bi pêş ket û dest bi pêvajoya zor a tedawiyê kir. Lê belê Hanan el- Hammar dest ji xwe berneda.
Ji êşê hêviyê ava kir
Hanan el- Hammar diyar dike ku cara yekem piştî baş bûye, xwestiye tiştên jiyane veguherîne hêviyê, di medyaya dîjîtal de kanalek vekiriye, dest bi gotina girîngiya teşxîsa zû ya nexweşiyê kiriye. Her wiha diyar dike ku bi baweriyên tirs û xelet re têkoşiyaye û wiha didomîne: “Hê gelek jin penceşêrê bi mirinê ve girê didin. Ev fikrê mirinê, dibe sedem ku şansê başbûnê yê tib pêşkêşî wan dike, bi destên xwe vala derxin.”
Hanan el- Hammar tevî zoriyên bedenî û ruhî nexwest di warê fizîkî de xwe berde û li ser wê demê wiha got: “Nexweşiyê nikaribû jinbûna min û baweriya min a jiyanê ji destên min bigre. Qayîmbûna derûnî di tedawiyê de roleke mezin dilîze. Penceşêr ne mirin e. Hinek caran destpêkek nû ye. Teşxîsa zû kitîla zêrîn a jiyanê ye.”
Vegera nexweşiyê
Hanan el- Hammar diyar kir ku piştî du salan di dawiya 2021’ê de penceşêr belavî cîgera reş û mejiyê piştê bûye û got: “Min careke din jiyanê hilbijart. Her çendî bijîşk bibêje nexweşî di qonaxa dawî de ye jî min bawer kir ku hemû tişt gengaz in. Vê pêvajoyê min bi temamî guherand. Ez fêr bûm ku zêdetir girîngî bidim xwe, tenduristiya min a ruhî û bedenî ji bo min esas be. Êdî ez mirovek din im, tiştên nû dikim, çîroka xwe parve dikim û bi alîkarîdayîna mirovan bi aram dibim.”
Hanan destekê dide nexweşên din
Vê ceribandinê bi Hananê re azweriyeke nû çêkiriye. Ji zanîngeha Yekîneyên Tendirustiyê Muhammed VI perwerde girt û belgeya ‘pisporya desteka nexweşiyên penceşêrê’ (Patient Partner en Cancérologie) girt û wiha got: “Piştî nexweşiya xwe, min perwerdeya xwe temam kir û ez terapîstek im enerjî û hîndekariya ku hevkariya nexweşiyên penceşêrê dikim didim. Ez moral didim gelek nexweşan, dibim alîkar ku êşa jinan kêm bikim da ku bi nexweşiyan re li hev bikin û ji baweriyên neyênî rizgar bibin.”
Li dijî tedawiyên bi xeter hişyarî
Hanan el- Hammar li dijî bikaranîna tiba alternatîf bi awayî xirabî hişyarî dide û dibêje: “Dermanên xwezayî û tarîfên wan, ji bo tedawiyê dibe ku rê li ber bandorên neyênî yên cidî vekin. Penceşêr nexweşiyek ew wisa ye ku jê re pisporî lazim e. Civak bi êş û tirs li nexweşxaneyên penceşêrê mêze dike. Dema behsa rakirina memikan dikim, di rûyê hinek jinan de ez xofê dibînim. Ev bertek bandorê li nexweşan dikin û dibin sedem ku beriya destpêkirinê, dest ji tedawiyê berdin.”
‘Penceşêr ne ceza ye peyamek e’
Ji bo Hanan nexweşî firsende û got: “Penceşêr sebir fêrî min kir, baweriya min bi hêz kir. Ji êşê zêdetir min başî dît.”
Hanan el- Hammar îro bi saya kampanyayên di medaya dijîtal de dide meşandin ji gelek welatan jin peymanan ji bo wê dişînin û wiha got: “Dema min bihîst ku jinek ji min re got; ‘bi saya te ez çûm kontrolê’, min hîs kir ku min serkeftina herî mezin a dinyayê bi dest xistiye.”
Peyama Cotmeha pembe
Henan el- Hammar peyama xwe ya Cotmeha Pembe wiha tîne ziman: “Penceşêr ne mirin e, destpêka jiyana nû ye. Penceşêr bû sedema weşandina porê min û ji hinek aliyan ve tenduristiya min xirab bû lê belê ez careke din hatim dinyayê. Xweşiya jiyanê ned i hejmara rojan de, di bawerî û hezkirina ji rojên em dijîn de ye.”