Zayendparêziya civakî li her derê ye: Li Tunisê jin rûxmê bawernameyên bilind jî bê kar in

Li gorî statîstîk û jimareyên belavbûyî, ji ber nebûna derfetên kar, zêdetirî 180 hezar jinên xwedî bawernameyên bilind li Tûnisê bêkar in.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Bi hezaran mezûnên betal li Tûnisê hêviya xwe ya dîtina karekî ku li gorî qalîteyên wan ên xwendinê be, winda kirine. Li gorî statîstîk û jimareyên belavbûyî, ji ber nebûna derfetên kar, zêdetirî 180 hezar jinên xwedî bawernameyên bilind li Tûnisê bêkar in. Pejirandina zagona jimare 38 ya ku ji bo kesên xwedî bawernameyên bilind ên ku demeke dirêj bêkar in kar bikin, ji bo wan hêviyek bû, lê biryara ne cîbicîkirina qanûnê ji aliyê Serokê Komarê Kais Seîd ji bo her kesî şok bû.

"Ji bo peydakirina kar çirûskek hêviyê çêbû, lê hikûmetê biryara cîbicîkirina qanûnê neda"

Sena Mesahilî yek ji mezûnên zanîngehê ye ku ev demeke dirêj e bêkar maye wiha got: "Min zanîngeh qedand û di sala 2010'an de min bawernameya Bachelor a Applied di English Business de wergirt. Min karekî baş nedît ku ji bo salên westayî û hewla ku min di salên xwe yên dibistanê de derbas kir, min telafî bike. Ev 12 sal in piştî mezûnbûna xwe ez di pêşeyên weke tûrîzmê hem jî di bazirganiyê de dixebitim. Piştî 25'ê Tîrmehê ji bo peydakirina edaletê di peydakirina derfetên kar de çirûskek hêviyê çêbû, lê mixabin hikûmetê biryara ne cîbicîkirina qanûnê da û ti çareyek li pêşiya jinên xwedî bawernameyên bilind ji bilî derketina kolanan û daxwaza mafê peydakirina kar nema."

"Li Tûnisê çirûska hêviyê nemaye û rewşa mezûnan sal bi sal xerabtir dibe"

Mezûna pisporiya teknîkî ya bilind di elektrîkê pîşesaziyê de li Enstîtuya Bilind a Lêkolînên Teknolojiyê Buseyna Bin Emara jî wiha axivî: "Ev 16 sal in min zanîngeh qedandiye û heta niha min karek nedîtiye. Ez niha di kargehekê de bi meaşê kêm, yanî mîna ku min qet zanîngehê nexwendibe, dixebitim. Li Tûnisê çirûska hêviyê nemaye û rewşa mezûnan sal bi sal xerabtir dibe."

Mezûna Fakulteya Hiqûq û Zanistên Aborî û Siyasî Elfa Ebîşo jî wan anî ziman: "Min di sala 2010'an de zanîngeh qedand û ji wê demê ve heta niha min karek nedîtiye."

"Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî alîkariya jinan di peydakirna derfetên kar de dike"

Seroka Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî Radiya Jerbî diyar kir ku Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî alîkariya jinan di peydakirna derfetên kar de dike û wiha pê de çû: "Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî roleke mezin di kêmkirina bêkariya di nav jinan de dilîze. Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisî ji bo perwerdekirina jinan li ser pêwîstiya xwedîderketina li aboriyê dixebite."