Xaniyên kêm û kirêyên zêde li Sûdanê pirsgirêkan kûrtir dike

Pevçûnên ku li Sûdanê berdewam dikin bandorek neyînî li hemû qadên jiyanê dike. Hem kêmbûna hejmara xaniyên ewle û hem jî kirêya zêde jinan neçar dike ku bi pirsgirêkên xanî re rû bi rû bimînin.

MEYSA EL-QADÎ

Sûdan- Şerê di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji 15’ê Nîsana 2023’an ve bê navber didime. Di van pêvçûnên dijwar de bi hezaran kasan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) li Sûdanê 10 mîlyon mirov koçber bûne, zêdetirî 25 mîlyon mirov hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

Jinên  heremê ên ku hîn li cîhê xwe mane û tekoşîna hebûn û tûnebûnê didin ji ber kirêyên malê bi zehmetiyan re rûbûrû dimînin. Tê diyarkirin ku gelek jin ji ber bihaya kirêyan li derve mane û hinek ji wan jî ji ber mala wan ji cîhê kar pir dûr e neçar dimînin dev ji karên xwe berdin.

Mamoste Selma Etellah û Sara Etta bal kişandin ser pirsgirêkên ku ji ber kirêya giran dijîn. Selma Etellah diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve mûçe bi awayekî neqanûnî tên dayîn an jî tên kêmkirin, Selma Etellah diyar kir ku zêdebûna kirêya xaniyan wan xistiye nava rewşeke zehmet û diyar kir ku ew di xaniyekî girêdayî Rêveberiya Rêhesinî ya Sûdanê de rûdinişt û kirêya giran dida her wiha destnîşan kir ku her çend wê bi awayekî rêkûpêk kirêya xwe dida jî ji aliyê Rêveberiya Rêhesinê ve zext li wan hat kirin ku xanî vala bikin.

Eşyayên wan avêtin kolanê

Selma Etellah diyar kir ku Rêveberiya Rêhesin xwest xebatkarên xwe yên ji ber şerê li Xertûmê bê mal mane di van xaniyan de bi cih bike û wiha got: “Ji min xwestin ku beriya dema diyarkirî ya valakirinê mala xwe vala bikim. 20 sal in li herêmê mamostetiya dibistana navîn dikim. Ez di navbera ofîsên perwerdehiyê de digeriyam da ku rêyek bibînim ku ez xwe bigihînim navçeya nû ya Amriya Nû da ku biçim mala yek ji xizmên xwe. Birayê min telefon kir û got polîsan mala min vala kirine û tiştên min niha li kolanê ne.

Ji ber kirêyên zêde bar kir

Selma Etellah dema dixwest derbasî herêmeke din bibe, diyar kir ku Nivîsîngeha Perwerdehiyê ragihand ku dibistanên bajarê Kerîmayê pêwîstiya wan bi mamosteyan heye û got “Ji ber ku di dîtina xaniyek minasib de zehmetî dikişandim, min biryar da ku biçim wir. Min biryar da ku biçim gundê çaremîn li navçeya Amriya Nû. Lê belê ji ber kirêya giran, ez li rêyekê gerîyam ku ez derbasî gundê duyemîn bibim, ku di encamê de kirên zêde yên ku min nedikarî debara xwe bikim lê ez vê car jî rastî pirsgirêkên hatinûçûnê hatim."

Selma Etellah anî ziman ku mala malbata wê ya li gundê duyemîn bi qûma çolê hatiye pêçan û wiha berdevam kir: “Buroya Perwerdehiyê ji min xwest ku ez alternatîfekê bibînim. Wan diyar kir ku ez ji ber rewşa xwe ya aborî rojane nikarim di navbera her du gundan de biçim, lê ti çareyek din ji min re nemaye. Ew dixwazin di demeke ku ewlehiya min tune ye  dibistanan vekin." 

Cihê din tune ku ez biçim'

Sara Etta ya ku li Midûriyeta Avê ya Bajêr dixebitî, anî ziman ku piştî ku derbasî herêma Amriya Nû bû bi pirsgirêkên xanî re rû bi rû maye. Sara Etta, diyar kir ku ew bi awayekî demkî li mala hevalên xwe dimîne û wiha got: "Ji ber ku li herêma Amriya Nû cihê ku ez biçim tune ye.”