Kember jêdereke demsalî ya debara jinên koçber e

Di rêwîtiya koçberiya nêzî 6 salan de, ji bo ku debara xwe bike Cemîla Şêx Elî pelên gihayê kember a ku dibe dermanê gelek nexweşiyan, berhev dike û difiroşe.

SORGUL ŞÊXO 

Hesekê – Mezopotamya erdnigariyekê wisa ye ku jin di her demsalê de dikarin pê re bijîn û bibin yek, sûdê ji ax, xêr û bêra wê ya binerd û sererd digrin. Li ser vê axê gelek giyayên bi sûd şîn tên, jin berhev dikin û difroşin bazirganan û wiha ji bo nexweşiyan dikin derman û pêşkêşî civaka hundir û derve dibe.

Ev cure li Deryaya Navîn ji peravên Atlantîkê yên Giravên Kanarya û Mexribê heta Behra Reş li Kirimê û Ermenistanê û Deryaya Qezwîn li Îranê hatiye dîtin. Li Afrîkaya Bakur û Rojhilatê Ewropaya Deryaya Navîn û Rojavayê Asyayê mezin dibe. Li gelek welatên xwedan avhewa Deryaya Navîn, weke Dewletên Yekbûyî (Kalîforniya) û Avusturalya, xwezayî bûye.

Giyayê kember

Bifikirin ku jinan ev kar nekiribûya, wê ewqas derman ji ku derê bihatana, yan jî wê sûdên giyayan bihata keşifkirin yan na?

Giyayê kember weke kulîlkek navdar e, bi karakterek estetîk a ecêb tê dabeşkirin, ji ber ku gulên spî bi pelikên binefşî û bêhnek taybetî çêdibe. Ji salek heta du salan dar mezin dibe û şaxên xwe dorfireh dike, sala sêyem jî kulîlkên wê vedibin. Dirêjbûna wê jî digihîje metroyekê. Ji 15’ê Gulanê heta 15’ê Îlonê kulîlk dide.

Kember riweka çolê ya bi strî ye û di havînê de fêkî dide, ji bo çêkirina tirşiyan li malê û çêkirina dermanên xwezayê yên alternatîf tê bikaranîn û fêkiya wê jî ji ber tama wê wiha jî tê xwarin.

Kulîlkên kember tenê rojekê dijîn û ji Gulanê heya serê payîzê pir zêde xuya dibin. Her wiha kember fêkiyên bi qasî çargoşeyî, pir-tovî yên bi navê fêkiyên kaperê tê naskirin, di heman wextê de jî toveke di her wextê de dikare were xwarin bêyî ku zirar bide tenduristiya mirov heye.

Sûdên wê yên efsûnî

Ji başkirina tenduristiya kezeb û gurçikan bigre heya dermankirina kêmxwîniyê zêdetirî 10 sûdên giyayê kember hene. Kember yek ji wan cureyên nebatan e ku sûdên wê yên mezin ji bo laş heye, ji ber ku ew tijî vîtamînên bingehîn ên wekî vîtamîna A, vîtamîna B12, vîtamîna E, vîtamîna K, û hwd. Di pêşîlêgirtina nexweşiya zehayîmerê de roleke mezin dilîze, di heman demê de ew dibe alîkar ku asta şekirê xwînê ya bilind asta kolesterola bilind kêm bike. Hestiyan bihêz dike, çavan ji nexweşiyên penceşêr û dîtinê jî diparêze û di pêşîlêgirtina penceşêrê û nexweşiyên çerm de jî aktîf e.

Rêwîtiya koçberiyê zor e lê bi hêviyê dagirtî ye

Cemîla Şêx Elî ji gundê Şêx Elî yê li ser riya bajarê Til Temir-Zirganê ye, gund li hemberî baregeha Menax a dewleta Tirk a dagirker e, nêzî 5 sal û 8 mehan e gund bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû dimîne, ji ber topbaranên bi çekên giran kevir li ser kevir nemaye. Cemîla niha li gundê Til Ruman ê Aşûriyan li ser riya Til Temir-Hesekê ligel malbata xwe di konek de dijî.

Serê sibehê, dema ku em di kolanekê re dimeşiyan û ber bi nûçeyekê ve diçûn, em çav li jinekê ketin ku li ber dara kemberê ligel keça xwe ya nêzî 9 salî û keça wê ya din a 14 salî, sekinîne û kemberê kom dikin.

Kembera bi destên xwe yê hinekirî dida hev, rengekî cuda dida westandina wê û germahiya bilind a ku dida laş û serê wê.  

Piştî sohbeteke kurt li ser berxwedana koçberan ji bo vegereke bi ewle û hêviyên ku her roj nû dibin, me nêrînek kurt ji dayikê girt.

‘Em jî xwedî mal û erd bûn lê niha em koçber in’

Cemîla Şêx Elî dibêje ku ew debara malbata xwe dike û wiha doman: "10 zarokên min hene, kesek ku ji malbatê bixebite û debara wê bike ji bilî min tune ye. Em jî xwedî mal û ax bûn lê niha em koçber in, mal û erdên me di bin topbaranê de mane." Bi gotina "Xwedê ji yên ku bûn sedema em ji mal û axa xwe koçber bibin, ne razayî be" Cemîla balê dikşîne ser dagirkeriya Tirk û êrîşên wan ên li dijî gel û xaka resen a gelê herêmê.

Giyayên demsalî piştî kemyonê berhevkirina kemberê tê

Cemîla Şêx Elî bal kişand ser awayê debara xwe û wiha got: "Piştî ku me çinîna kemyon ku ew jî cureyeke biharatan e, xilas kir, niha demsala berhevkirina kemberê ye. Giyayekî bi strî ye lê belê sûdên wê ji tenduristiyê re pir in. Tiliyên me tijî strî dibin lê em çi bikin, çi kar were ber me em dikin. Me îro dest bi berhevkirina wê kiriye, nirxê her kiloyek jî 7 hezar lîrayê Sûriyeyê dike. Em li ku bibînin, li wir radiwestin û berhev dikin."

Hêviya vegerê her kêlî xwe nû dike

Cemîla Şêx Elî di dawiyê de got ku daxwaza wan tenê vegera mal û erdê wan e, jiyana bi aramî bêyî tirs û koçberî hêviya wan a ku her roj nû dibe ye. Cemîla got: "Jiyana di konan de ne tu jiyan e, em perîşan bûne. Em mal û erdê xwe dixwazin. Em di vê kêliyê de dixwazin vegerin mala xwe."