Jinên li gundên Mexribê dijîn ji xizmetên bingehîn bêpar in

Çalakvana hiqûqî Asfî Zehraa Sedîq der barê jinên Mexribê yên li gundan dijîn û sala par bi kerasetek erdhejê re rûbûrû man de axivî û teqez kir ku jinên li gundan ji hemû xizmetan bêpar in.

RECA XEYRAT

Merakeş- Jinên li heremên ku ji erdhêja 8’ê Îlona sala par bi bandor bûne tên paşguhkirin ji ber vê yekê bi gelek zehmetiyên mîna bêmafiyê negihîştina xizmetguzariyê bê perwerde û xizmeta tendirustiyê re rûbirû dimînin.

‘Jin ji mafên xwe agahdar nîn in’

Çalakvana hiqûqî û endama federaliya hevbendiya jinan a Merakeşê Asfî Zehraa Sedîq got ku jinên ji erdhejê zirar dîtine zehmetiyan dikşînin û wiha berdevam kir: “Zewaca di temenê biçûk de, tundî her ku diçe zêde dibe. Jin nikarin xwe bigihîjînin navendên guhdarkirinê ji ber navend gelekî dûr in. Jin ji mafên xwe yên bingehîn ne agahdar in û zagonên ku mafên wan diparêzin nas nakin. Ev dihêle ku daxwaza mafên xwe nekin. Di çarçoveya projeya "Oxfam" de pêngavên hişyarî û piştgiriyê li van herêman hatine organîzekirin, bi demê re zehmetiyên jin pê re rû bi rû ne li van herêman hatin tomarkirin.”

‘Jin bi xizaniyê re rûbûrû ne’

Asfî Zehraa Sedîq di berdevamiya axaftina xwe de got ku rêjeya jinên xwendin û nivîsandinê nizanin zêde ye û wiha pê de çû: “Devjêberdana dibistanan di nava jinan de gelek e û jin di jinûveavakirin û pêşkêşkirina alîkariyan de tune ne. Hinek zehmetî hene bandorê li edalet û çalakkirina belavbûna alîkariyan dikin, yek ji wan jî rewşa jinên hevberdayî ye ev rewş li ber çavan nayên derbaskirin her wiha jin zêde tên paşguhkirin û her diçe xizan dibin. Jin beriya erdhej li herêmê çêbibe jî li hemberî gelek zehmetiyan disekinîn.”

‘Jinên ducanî rastî zehmetiyan tên’

Asfî Zehraa Sedîq behsa ximeta tendirûstiyê ya piştî erdhejê kir û got ku piraniya herêmên zirardîtî, di nava gelek zehmetiyan de ne, mîna tunebûna nexweşxaneyan û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji bo ev zehmetî werin derbaskirin nexweşxaneyên meydanî hatin avakirin, ji ku barê welatiyan sivik bibe. Jinên ducanî jî rastî gelek zehmetiyan tên ji ber tunebûna baldariyê û saziyên tenduristiyê neçar dimînin berê xwe bidin bajarên nêz.

Asfî Zehraa Sedîq wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Pêşniyarên jinên li gundan dijîn ji jinên din ne cuda ne. Gelek zehmetî hene ku divê werin derbaskirin bêyî ku jin berê xwe bidin navendên guhdarkirinê. Divê ji bo jinên li gundan destpêkê piştgirî were dayîn û ji her alî ve piştgiriyê bibînin.”