Li Idlibê dermanên êşbir ên bi reçete tên firotin mirovan bi xwe ve girê didin

Li bajarê Idlibê ku di bin kontrola HTŞ’ê de ye, dermanên êşbir ên ji aliyê bijîjkan ve tên dayîn, kesên ku di şer de birîndar bûne bi xwe ve girê didin. Gelek dermanxane jî dermanên wiha bê reçete û bi riyên derzagonî difiroşin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib-Piştî dagirkirina Idlibê ji aliyê dewleta Tirk ve gelê Idlibê, bi taybetî jin ji her aliyê jiyanê ve hatine dorpêçirin. Ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştîn. Koçberî, rewşa aborî ya nebaş, negirtina xizmeta tendirustiyê û zextên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî dihêle ku jin bi pirsgirêkên derûnî re rûbûrû bimînin. Gelek jinên ku çareseriyê ji wan pirsgirêkan re nabînin û ji bandora şer dernakevin, serî li rêbazên nebaş didin. Li Idlibê di demên dawî de gelek jin pirsgirêka derûnî dijîn û bi madeyên hişbir ve hatine gêrêdan. Piranî ji wan jinan jî di şer de birîndar bûne.

Piştî birîndariya xwe dest bi madeyên hişbir kir

Yek ji wan jinan jî Henadî El-Yasîn a 29 salî ye. Henadî El-Yasîn ji bajarê Erîha ye û piştî di şer de birîndar bû bi madeyên hişbir ve hat girêdan wiha dibêje "Piştî ez di şer de birîndar bûm, bi madeyên hişbir ve hatim girêdan. Di destpêkê de min dest bi vexwarina madeyan kir ji bo êşa jêkirina lingê min kêm bibe. Bi demê re min dixwest zêdetir vexwim, bi zêdekirina bikaranîna wê, ez gelek zehmetiyan di devjêberdana wan madeyan de dibînim. Gelek caran min hewl da dest jê berdim  lê belê ez bi ser neketim.

Ji bo ji hişbirê xelas bibe tedawî dît

Zeyneb Hac Taha ya 32 salî koçbera ji bajarê Meret El-Niman li kampa Herbenûş li Bakurê Idlibê dijî ji ber pirsgirêka derûnî her wiha piştî ji girtîgehê derdikeve  bi madeyên hişbir ve tê girêdan Zeyneb Hac Taha der barê vê yekê de wiha got: "Di sala min a dawî ya di fakulteya Wêjeyê de li zanîngeha Helebê ez ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatim girtin. Piştî gelek hewldanên malbata min, piştî 9 mehan ji girtîgehê hatim berdan. Min ji tirsa ku careke din werim girtin dest ji xwendinê berda. Ez ji aliyê civakê ve gelekî hatim şermezarkirin, min tu rê li pêşiya xwe nedît ji bilî bikaranîna dermanên hişbir.”

Zeyneb Hac Taha di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wê di demeke dereng de fam kiriye ku gihîştiye asteke gelekî xirab û madeyên hişbir dibe ku wê bikujin. Ji ber vê yekê ji bo ji girêdana madeyên hişbir xilas bibe biryar daye ku biçe cem bijîjkên pispor û tedawî bibîne.

Bi israra xwe dev ji dermanên hişbir berda

Rena Kelsûm a 25 salî jî got ku ew di şer de birîndar bûye û dest û çavekî xwe winda kiriye. Rena Kelsûm destnîşan kir ku ji bo ku êşa wê gelek bûye bijîjk jê re êşbiran daye û pê re girêdana wê bi van heban dest pê kiriye. Rena Kelsûm wiha gotinên xwe domand: “Bijîşk yek ji dermanên ku êşê disekinînin da min. Di wan dermanan de madeyên hişbir heye ji 2 heban rojane min kir 8. Piştî demekê min dît ku ez pê ve hatime girêdan ji ber wê min dest bi lêgerîna çareseriyê kir.”

Rena Kelsûm destnîşan kir ku bi daxwazeke mezin û bi alîkariya xizmên xwe dikaribû ji vê girêdanê xilas bibe. 5 mehan li navendên têkoşîna li dijî madeyên hişbir hatiye dermankirin û wiha pê de çû: "Ji bo min ev dema herî zehmet di jiyana min de bû lê ez dikaribûm ji van madeyan xilas bibim. Ew jî ji ber îsrara min bû ku ez dev jê berdim, awayên dermankirina min jî pir baş bû.”

‘Hinek dermanfiroş ji bo pere qezenc bikin van dermanan difroşin’

Der barê belavbûna madeyên hişbir de bijîşk Henan El-Seyadî got: "Hinek derman hene li dermanxaneyan tên firotin ji madeyên hişbir xirabtir in. Zagonên Sûriyeyê ger ne bi riya bijîjkan were xwestin van dermanan li ser dermanfiroşan qedexe dike lê belê hinek dermanfiroş hene ji bo pere qezenc bikin difroşin û tenduristiya kesên nexweş nafikirin. Li Idlibê jî tunebûna ewlehiyê hiştiye ku firoşkarên dermanan ên ku nexwendine zêde bibin. Ji ber wê dermanên hişbir bêyî bijîjkan difroşin. Eger ne ji bo pêwîstiyeke zêde be bijîjk van dermanan nadin nexweşan.”

‘Bandorek xerab li ser kesayet û civakê çêdike’

Henan El-Seyadî der barê metirsiyên ku madeyên hişbir bi xwe re tînin de jî wiha got: "Ev made girêdan û daxwaza berdewamkirinê bi xwe re tînin. Her wiha kesên van madeyan bi kar tînin dixwazin hema zêde vexwin, ev yek dibe sedema zirarên derûnî û fizîkî, bandoreke xirab li ferd û civakê jî dikin. Ger zêde werin vexwarin jî dibe ku bigihîjin asta mirinê.”

Henan El-Seyadî di dawî de diyar kir ku madeyên hişbir civakeke bi nakok ava dikin û gendeliya civakî pir zêde dibe, ji ber wê jî girîngiya pêkanîna civînên diyalogê, panelên hişyarkirinê ji şêniyên herêmê û koçberan re anî ziman.