Rêwîtiya şervana YPJ’ê ji Fransayê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve…

Şervana YPJ'ê a enternasyonalîst Dersîm Mizgîn êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku NATO bi xwe di êrîşan de cih digre.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li Sûriyeyê ango li Kurdistanê lê belê li Ewropayê û tevahî Rojhilata Navîn rastî bertekan tên. Ji bo şermezarkirina êrîşan her kes li ser piyan e. Şoreşa Rojava ku jin pêşengiya wê dikin, bala bi sedan jinên li Ewropayê dijîn, kişandiye. Ji lewre gelek jinên ciwan bi eşqa dîtina Rojava û jiyana hestên sîstema jinan û parvekirina wê, berê xwe dan nava dilê şoreşê. Yek ji van jinan ku bi hezaran kîlometre, sînor, gelî û derya derbas kirin û gemiya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestiya Dersîm Mizgîn bû. Dersîm Mizgîn a 22 salî, ji Firansayê ye li wir ji dayik dibe, dixwîne û di nava tevgerên çepgir de têdikoşe. Rêwîtiya wê li wir nesikinî, îro li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Ji bo ku em bêtir Dersîm nas bikin û rêwîtiya wê bizanibin, me hevdîtinek pê re çêkir.

Ji Fransayê ber bi Rojava ve

Dersîm Mizgîn wiha behsa rêwîtiya xwe ya jiyanê kir: "Min di rêxistin û tevgerên çepgir de cihê xwe digirt û li gelek welatan geriyam. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de di salên 2014-2015'an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê pir deng veda, bi taybetî lehengiya şervanên YPJ/YPG'ê û sekna wan derket pêş. Bi pirsa ‘Şoreşa Rojava çi ye dixwazim nas bikim’ min berê xwe da vir. Rast e, min fîlim tamaşe dikirin û pirtûk li ser şoreşê dixwendin lê ev tenê têrê nedikir ku ez şoreşê nas bikim, ji lewre di sala 2020'an de ez hatim Rojava. Rast e Rojava ji welatê min pir dûr e lê pir cuda ye jî. Jixwe Rojhilata Navîn û Ewropa hinekî ji hev cuda ne. Dema ku hatim vir ziman û çanda gelê li vê derê ji min re cuda û zehmet dihat."

"Bextewar im ji ber naskirina tevger rêxistin malên jinan û gundê Jinwar"

Dersîm Mizgîn da xuyakirin ku ya herî zêde bala wê kişand li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê îdeolojiya jinan û sîstema wan e û wiha domand: "Di nava dîrokê de şoreşên cuda cuda hene lê yekemîn car şoreşek bi vî rengî ku wekî şoreşa jinan tê naskirin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li ser bingeha ku ez ê bersiva pirsên xwe li vir bibînim, min berê xwe da şoreşê. Ya herî zêde agahiya min li ser çêbû Jinwar bû, min pir dixwest wê derê bibînim. Ez bextewar im û xwedî şansekî mezin im ku min tevgerên jinan li vir wekî jinên ciwan, mala jin, tevger û rêxistinên jinan nas kir."

"Çîrokên koçberên Efrînê hêrs û hêviyê di dilê min de ava kirin"

Dersîm Mizgîn da payin ku ew li hemberî êrîşên dagirkeriya tirk li ser gelê Efrînê yên li Şehba dijî bi hêrs e û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku ez çûm Şehbayê, min dayik û malbatên ji Efrînê koçber bûne dîtin û li çîrokên wan ên koçberiyê guhdar kir. Wê demê hêrsa min li hember dewleta tirk a dagirker zêde bû. Li aliyekî din jî hêviyek di dilê min de afirand ku dema xwestek hebe jin dikarin li her derê xwe û civakê birêxistin bikin, ji ber tecrubeyên wan ên berê hene."

"Êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li Ewropayê kir"

Dersîm Mizgîn da zanîn ku berxwedana şervanan li dijî dagirkeriya tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ser Ewropayê bandor kiriye û wiha domand: "Berxwedana şervanan li hember dagirkeran bandoreke wê ya mezin li ser me wekî rêxistinên çepgir li Ewropayê kir. Şev û roj em li kolanan bûn, bi meşan ev dagirkerî şermezar dikir. Berê DAIŞ bû lê îro dewleteke NATO’yê ye û di vir de ferq û cudahiyek mezin heye bêguman. Li hember binpêkirin û êrîşên Tirkiyeyê hemû dewlet bêdeng in. Lê gelê Ewropayê li gelek bajaran bi meş û çalakiyên cur be cur ev dagirkerî şermezar dikirin. Meşên dirêj li Almanya û Fransayê tên lidarxistin û bi sedan ciwan helwesta xwe li wir tînin ziman. Ciwan ji vê berxwedanê bi bandor bûn û hêrsa wan a li hember dagirkerên tirk zêde bû, ji lewma ref bi ref piştî dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, hatin Rojava û tevlî şoreşê bûn. Hinek jî di beşên çêkirina belgefîlîman û nivîsandina pirtûkan de cih girtin."

Dersîm Mizgîn helwesta xwe ya li hember êrîş û polîtîkayên dagirkeriyê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman: "Dewleta tirk ne şervanan, sivîlan dike hedef û zarokan qetil dike. Niha li Efrîna dagirkirî jin tên kuştin, revandin û tecawizkirin. Daxwaza dewleta tirk îmhakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hêza vê civakê jî jin in loma jî jinan û hêza wan dikin hedef."

"Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployek navneteweyî heye"

Dersîm Mizgîn bal kişand ser hêzên ku hevkariya dewleta tirk di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dikin û wiha got: "Almanya bi xwe çekan ji bo şer difroşe Tirkiyeyê û bêguman berjewendiyên NATO'yê bi xwe di vî şerî de jî hene. Dewleta tirk ji NATO’yê re dibêje ku ger erêkirina êrîşeke nû nedin, ez ê penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bişînim Ewropayê. Penaberan wekî kaxezeke zextê li dijî Ewropayê bi kar tîne. Bêguman Ewropa jî derbasbûna penaberan qebûl nake, di vir de daxwazên Erdogan jî tên qebûlkirin. Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke navdewletî heye. Derbasbûna balafirên şer ên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê re û hedefgirtina kesayetên rêveber ên Rêveberiya Xweser, komployek bi serê xwe ye. Îro li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke navneteweyî heye Başûr, Iraq, Îran, Tirkiye, Almanya û Fransa jî NATO bi xwe jî di nav de ne. Mijara êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijareke mezin e ku hêzên NATO’yê bi xwe û hêzên kapîtalîst di nav de cih digrin."

"Zeyta Efrînê li bazarên Fransayê têne firotin"

Dersîm Mizgîn got ku berhemên zeytûnên Efrînê li Fransayê tên firotin û wiha pêde çû: "Tevahî dewletên Ewropayê berjewendiyên wan di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hene ji lewre dengê xwe li hember Tirkiyeyê nakin. Li Firansa û gelek welatên din zeyta zeytûnên Efrînê tevî sabûna wê tên firotin. Meseleya Efrînê giştî dewletên Ewropayê sûd jê digrein."

"Bila çepgir azadîxwaz û femînîstên Ewropayê berê xwe bidin şoreşê"

Dersîm Mizgîn bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Wekî YPJ enternasyonal, em axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û ger şerek dest pê bike em ê heya dawî li ber xwe bidin, şer bikin û bigihîjin serkeftinê. Tevahî hêz û tevgerên çepgir, azadîxwaz, rêxistinên femînîst ên ji bo azadiya jinan têdikoşin û dixwazin şoreşa jinan biparêzin, em bang li wan dikin ku werin tevli nava şoreşê bibin."