“Perwerdeyên havîna weke qertek ya bazirganiyê li ser zarokan tê bikar anîn”

Bê agahdarbûna ji sûd û ziyanên perwerdeyên havînan, malbat di werza havînan de ji bo zarokên xwe ne agahdar in. Pişt vê werzê bandorek ya derûnî heye û ew jî weke qerta bazirganiyê tê bi karanîn.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Werza havînê, piraniya demê baş yê xwendevanan dagirtiye, xwendevan bi mebesta ji bo hîn zêdetir xwe pêşbixe, weke ku dewama fermî heye berê xwe didin perwerdeyên havînan. Hinek xwendevan jî bo fêrbûna zimanê Îngilîzî, hûner û muzîk diçin perwerdeyên havînan, ev perwerde jî bandorên xwe yên erênî û neyînî hene, lê belê bandorên neyînî zêdetir e, ji ber dibe sedemê westandina derûniya zarokan.

Malbat bi awayek çavlêkirin zarokên xwe dişînin perwerdeyên havînan, lê belê di derbarê bandorê wan de ne xwedî zanyarîne, tenê armanca wan ew e ku zarokên wan ji zarokên derdor kêm nemînin. Li beramberî vê yekê jî perwerdeyên havînan weke qertek ya bazirganiyê tê bi karanîn.

“Perwerdeyên havînan derûniya xwendevanan diwestîne”

Rêvebera dibîstana gundê Çalawa Bêxal Elî derbarê perwerdeyên havînan ji bo zarokan bi awayek cûda pênase kir û da diyarkirin ku vekirina perwerdeyên havînan ji bo zarokan bandorên wê yên erênî û neyînî heye û wiha got: “Aliyê wê yê erênî xwendevan bi rêya perwerdeyên havînan pere dide ku di aliyê zanîstê de hîn pêşbikeve û dikare jê vê yekê sûdê bigre. Li beramberî vê aliyê wê yên neyînî ya herî sereke westandina xwendevan e, ew zarok beriya ku bibe werza havînê hertim dixwîne û dema ku di werza havînê de carek din diçe perwerdeyên havînan di weste û êd3i taqeta wî-wê namîne ku guh bide mamosta. Ji ber wê westanê bandor li ser fîzîka zarokan çêdibe, ji derveyî wê jî li ser derûniya zarokan bandor dike, ne heskirina xwendinê derdixe holê ku bandorê li ser serkeftina xwendinê dike.”

“Vekirina perwerdeyên havînan bûye qerta bazirganiyê”

Bêxal Elî da diyarkirin ku her çend vekirina perwerdeyên havînan baş û bi sûde, lê belê niha ji aliyê mamosta û rêveberan ve bûye qertek ya bazirganiyê. Sedemê vê bazirganiyê jî nebûna mûçe û qeyrana herêma Kurdistanê ye ku mamosta û rêveber neçar dimînin bi vekirinên perwerdeyên havînan dahata jiyana xwe bikin û wiha dom kir: “Ew wisan kiriye ku hêjmara perwerdeyên havînan rêjeya wê berbi kêmbûnê ve diçe, piraniya wan bi yek pergal û yek şêwaz bi kartînin ku ew şêwazek ne tendirus te. Ji ber divê perwerdeyên havînan zêdetir ji bo aramkirina derûniya xwendevanan bin û bi giştî divê ne tenê xwendin û dûbarekirina westandina derûniya xwendevanan, ji bo derbaskirina demek xweş be. Pêwîste di nava perwerdê de gelek werzîş, lêyistok û geşt hebin, mînak weke melevanî, sitranc an jî muzîk hebû ku hizrê xwendevan çalak bike.”

“Di hemû pergalên cûda yên herêma Kurdistanê de kêm û kurtî heye    “

Bêxal Elî bi bîr xist ku dema xwendevanek diçe pola 12’an ya Amedeyî, di werza havînan de diçe mamostayek taybet digre, sedemê vê yekê jî ji bîrkirina xeletiyên ku di xwendevana de ava bûye û got: “Divê xwendevan di werza havînan de geşt û gelek demên taybet û xweş  derbaz bikin, ku derûniya wan ne weste. Hemû pergala Kurdistanê kêm û kurtiyên xwe hene. Her çend di pergala perwerdeyê de hinek çareserî kiribîn jî, lê belê hîna jî di nav de kêm û kurtasî hene. Sedema vê jî nebûna perwerdeyan ji bo mamosta û rêveberan e, divê dûbarebûnên xwe nû bikin û bizanin çawa nêzî xwendevanan bibin ku dibîstan ji aliyê xwendevanan ve were heskirin û wisan lê bikim ku xwendevan ji dibîstanê hes bikin û bi karin bi awayekî bi tendirust pergala perwerdê birêve bibin.”

“Di nava civaka me de hertişr bûye pere”

Rêvebera dibîstana gundê Çalawa Bêxal Elî da zanîn ku ne şerte ku xwendevan biçin perwerdeyên havînan ku asta wan bilind bibe û pilêyek baş bîne, gelek xwendevan hene neçin perwerdên havînan, lê bi alîkariya malbat û hevalên xwe dikarîn pileyên waneyên xwe zêde bikin û wiha got: “Mixabin di civaka me de hertişt bûye bi pare û nirx, dema ku malbat pere dide perwerdeyên zarokên xwe, hîn zêdetir giringî û rêzê didin ew dibîstan û mamostayan. Divê ev fikr ji aliyê malbat û civakê ve ji holê were rakirin ku dibîstan bi xwendevanan bidin heskirin û mamosta bikarin hîn zêdetir baştir nêz bibin. Divê di dibîstanan de geşt û pêşbirkên cûda werin li darxistin û dayik û bav ji zarokên xwe dibistanê bidin heskirin.”