Parastin û sererastkirina civakê ji hişarykirina ciwanan destpêdike

Yek ji armancên sereke yên kampanyay Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Jinên Ciwan parastina civakê ji madeyên hişbir, şerê taybet û rawstandina tundiya li ser jinane.

NORŞAN EBDÎ

Kobanî - Bi armanca perwedekirin û pêşxistina civakê û bi taybet perwerdekirina jin û ciwanan Desteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Firatê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê perweredekirina civakê û tayîbetî jî jin û ciwana ne. Li ser vî bingehî hemleya perwerdekirina civakê ji metirsiya madeyên hişbir, şerê taybet û rawestandina tundiya li ser jinan destpêkirine. Ciwanan li Kobanê belavokên hişyariyê belav kirin û amadekariya berdewamkirina çalakiyên kampanyay bi dirûşma "Bi hev re li dijî madeyên hişbir, bi her re li dijî kaptalîzmê û bi hev re li çana xwe vegerin " hatî despêkirin dan. Di naveroka belavokê de mijarên weke ravekirina ziyanên madeyên hişbir û bandora wan a neyînî li ser kes û civakê,  her wiha sedemên ku kes madeyên hişbir bi kar tînin cîh girtine. Hevserojka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Kobanê ya herêma Firatê Xunav Xelîl li ser girîngiya kampanyayên nirxandinên giring kir.

Xunav Xelîl da zanîn ku hişyarkirina civakê bi taybet ji bo ciwan li gorî mercên heyî destpêkirina kampanyayê girînge û rewşa ku ciwan û taybet jin tê re derbas dibin pêdivî bi tiştek wiha hat dîtin. Xunax Xelîl anî ziman ku kampaniya ji sê qonaxan pêk tê û wiha lê zêdekir: "Kampaniya di nav xwe de sedemên tundiya li ser jinan û şerê taybet ê ku li dijî gelê me tê meşandin ji bilî perwerdekirina ciwanan di warê belavkirina madyên hişbir û çawaniya parstina xwe ji vê diyardeyê de giringe. Di çarçoveya vê kampanayê de me gelek palnsaziyên pêşerojê amade kirin di nav de dayîna dersan li ser madyên hişbir, tundiya li ser jinan, paqijkirina bajar ji çopê û xêzkirina tabloyên hişyariyê li ser dîwaran, organîzkririna dersên hişyariyê jî heye. Ev kampanya li ser asta Kantona Kobanê û gundewrê wê hatiye rêxistin kirin."

"Kampanya hişyariyê dê jina ji tundiyê biparêze"

Xunav Xelîl derbarê armancên sereke yên hemleyê û girêdana wê bi koma ciwanan ve da zanîn ku ew her dem dibêjin ku şoreşa şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ciwan û jinên ciwan dest pêkir ji lewma ev her du kom li pêşiya wane ne ji bo pêşxistin û belavkirin şoreşê û wiha got: "Ev tundî tevî geşedanên li herêmê berdwam dike, tevî hemû detkftiyên jinan, hîn jî tundî li ser jinan tê kirin. Di serdanên malan de derket holê ku gelek jin rastî şîdetê hatine. Zîhniyeta bavikslalrî û eşîrtî hîn jî li ser jiyana piraniya malbatên herêmê serdeste, rêjeya zewaca di temenê biçûk de hîna zêdeye û jin di hilbijatina hevberdanê û xwedîkirina zaroka de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Berdewamiya tundiya li ser jinan bû sedema ku em dest bi kampnayayê bikin û em dixebitin ku qalibên tundiyê bi  hemû şêweyên wê yên fîzîkî, derûnî yên li ser jinan bişkînin û hişyariya civakê li ser mafê jinan û wekheviya zayendî çêkin.”

"Tirkiye bi şerê jinên ciwan dike hedef "

Xunav Xelîl diyar kir ku di nava kampanyayê de têkoşîna bi madeyên hişbir û têkbirina şerê taybet heye û wiha domkir: “Tirkiye bi şerê taybet ê li ser herêmên me aramanc dike ku ciwanan ji çand û nasnameya wan dûr bixe. Dema ku welatek dagirker bixwaze bingeha civakeke pêşketî ji holê rake ji aliyê leşkerî û rewşernbîrî ve serî li şerê taybet dide û ev jî bi pêşxistina tenknolojiyê rêbazên din bi kar tînin ku civakên ku li azadiya xwe digerin xerab dikin. Belavbûna zêde ya madeyên hişbir li herêmê yek ji encamên şer e û ev jî beşeke şerê teybete. Her wiha rêjeya madeyên hişbir di nava ciwana de zêde bûye ji ber vê yekê me ev mijar tevlî hemleya xwe kir ji bo hişyar kirina koma ciwanan. Em pê bawer in ku ev hemle dê karibe xort û keçên me li ser planên dijmin hişyar bike û projeya dagirkeran têk bibe.”

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê ya herêma Firatê Xunav Xelîl got ku dagirkeriya Tirk komên ciwan hedef digire û wiha berdwam kir: "Rêbazên şer ê taybet li ser civakê bi armanca durxistina ji çanda wê û nakokî xistina navê tê kirin. Ji ber ku ciwan pişta civakê ne û armanca me di vê kampanyayê de ew e ku em ciwana perwerde bikin da ku bibin xwedî nasnameyeke siyasî û bikarin şoreşa xwe û destkeftiyên xwe ji her êrîşekê biparêzin.”

 Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampanya ji 18 'ê Adara borî ve destpê kiriye û demek diyarkirî ji bo bidawîbûna wê nîne.