Navenda Şahmeran deriyên xwe ji hemû jinan re vekiriye

Navenda Şahmeran a Tiba Xwezayî ku li kantona Şehbayê hatiye vekirin deriyên xwe ji hemû jinan re vekiriye û alîkariya wan dike.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 15'ê Çileya 2024'an de ji aliyê komîteya tendirustiyê ya Kongra Star Efrîn-Şehbayê ve navneda Şahmeran a Tiba Xwezayî li kantona Şehbayê hat vekirin. Ev navend di nav xwe de beşa jinan, spor, tedewiya fizîkî û dermanên xwezayî, dihewîne û deriyên xwe ji hemû jinan re vekiriye. Navenda Şahmeran bi armanca rêgirtina li pêşiya dermanên kîmyewî hatiye vekirin û tedewiya bi tiştên xwezayî pêşkêş dike. Der barê kar û xebatên navenda Şahmeran de endamên navendê axivîn.

'Navenda Şahmeran cihê tedewiya jinan e'

Endama navendê ya beşa jinan Mecdolîn Zêno behsa kar û xebatên xwe yên ji bo jinan kir û wiha got: "Li navendê alîkarî ji jinên koçber re tê kirin. Di navendê de beşa tedawiya fizîkî, beşa sporê, beşa jinan û beşa dermanên xwezayî hene. Bi rihê wekheviyê em di navendê de kar û xebatên xwe didin meşandin her wiha armanca me ya sereke ew e ku jin di navendê de rehet bin. Hejmar û erêkirina jinan ji navendê re gelek baş e. Rojane jinên ku pêwîstiya wan bi tedawiyê heye tên cem me û tedawî dibînin. Piranî jinên ku tên pêwîstiya wan bi tedawiya fizîkî heye û di milê bawerî û dan û standinê de em tevdigerin. Li kêleka wê em ji jinan re semîneran didin da ku bi dermanên xwezayî xwe tedawî bikin û ji dermanên kîmyewî dûr bikevin. Em dixwazin di demên pêş de zêdetir xebatên xwe berfireh bikin di nava civakê de. Her wiha gelek kesên astengdar hebûn piştî tedawiyê dest bi meşê kirin û encamên baş jî bi dest xistin. Em jî gelek kêfxweş dibin dema ku mirovek bi tedawiya me rehet dibe.

'Beşa sporê rê li pêşiya zayînên qeyseriyê digre'

Endama beşa sporê jî Emîra Sîdo behsa xebatên xwe di navneda Şahmeran de kir û got: "Em di beşa sporê de xebatên xwe didin meşandin. Em jinên ducanî di beşa xwe de pêşwazî dikin û ji wan re sporên baş li gorî tendirustiya wan hildibjêrin, da ku rê li pêşiya zayînên qeyseriyê bigirin û hewl bidin jin bi zayînên xwezayî zarokan bînin. Zayîna qeyseriyê gelek xeteriyan li ser bedena jinan ava dike lewre em riyên rast ji wan re hildibjêrin. Li kêleka wê em jinên qelew jî di nava xwe de dihewînin û bi riya sporê, vexwerina dermanên xwezayî hinekî qelewbûna wan kêm dikin."

'Bi vekirina navenda Şahmeran em kêfxweş bûn'

Dilîvan Mustafa ku nexweşiya sinêrê pê re heye û li navenda Şahmeran tedawî dibîne, dibêje: "Nexweşiya sinêrê bi min re heye û ez nikarim bimeşim, dema ku navenda Şahmeran vebû min berê xwe da navendê ji bo xwe tedawî bikim. Destpêkê nikaribûm baş bimeşiyama lê piştî tedawiyê ez niha hinekî dimeşim. Bi vekirina vê navendê em gelek kêfxweş bûn. Ez hem tedawiya fizîkî dibînim hem jî lingê xwe masaj dikim ji bo baş bibe."