Meysa doz û xewneke ji bo pêşeroja azad di çenteyê xwe de hildigire

Meysa ya ji Serêkaniyê ku dema sêmehî bûye, bavê wê jiyana xwe ji dest daye, ji cihê ku lê dayik dibe tevî dayik û birayê xwe koçber dibin û niha bi derbasbûna refa 3’yan daxwaza bavê xwe pêk tîne.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Zarokên Rojava ew zarokên ku nîvê wan bav an jî dayikên wan di oxira azadî, edalet û wekheviyê de gihîştine asta pakrewaniyê.

Ji bo ku zarokên wan wekî xwe bin, bi zimanê xwe bixwînin û siberojek azad bi zanist ava bikin, dayîk û bavên wan ên pakrewan ji wan re bûn pir di navbera jiyana koletî û cahiliyetê û azadî û zanistê de. Li Rojava beşek mezin ji zarokan ne sêwî ne, zarokên pakrewanan in.

Her zarokek dozek e

Zarokên ku bavê xwe nedîtine, di hembêza wan de ranezane û ji hev têr nebûne, pir in. Bi hezaran serpêhatî hene ku mirov vebêje, her zarokek serpêhatiyek dozek, dengek, hêviyek û armancek bi serê xwe ye.

Bavê Meysa ya 3 mehî tenê 3 caran wê dîtiye

Meysa Rakan El-Xelef zarokek sêwî ye, bavê wê di Berxwedana Bahoza Cizîrê de di şerê li Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, jiyana xwe ji dest dide. Para Meysa û bavê wê di cîhana ku ji terora DAIŞ’ê xilas kirin de heye, ku bi aramî bijîn lê wisa nebû.

Ji ber ku jiyana koledar nepejirandin koçber dibin

Ji ber ku ne zarokên keç û ne jî jin dikarin di nava dagirkeriya ku wan tune dike de bijîn, neçarî koçberiyê dibin. Keştiya koçberiya ku ji Serêkaniyê dest pê kir, li Til Temirê, li dibistana Miseb Bin Umeyîr bi dawîbû. Lê xeyal û hêviyên wan her dem zindî ne. Meysa tevî dayik û birayê xwe ji Cotmeha 2019’an ve li dibistana ku diviyabû bibin şagirt û lê bixwînin, koçber in.

Meysa her roj bi hêviya ku ji dayika xwe digre diçe dibistanê

Meysa îsal di refa sêyem de ye, ji dibistana ku lê weke koçber rûniştiye tê, ji dayika xwe hêviyê digre çenteyê xwe û diçe dibistanê. Carna jî ew û dayika xwe bi hev re diçin dibistanê.

Li ser rûyê Meysa hinek şopên ku tenê dayikên şehîdan jê fêm dikin hene.

Dayika Meysa Sena El-Hemûd di Meclisa Malbatên Şehîdan de, di komîteya hevjîn, dayik û xwişkên şehîdan de cih digre.

Sena got ku keça wê Meysa hê 3 mehî bûye bavê wê jiyana xwe ji dest daye û niha jî temenê wê bûye 8 sal û di refa 3’yan de dixwîne. Li gorî Sena dibêje asta keça wê ya xwendinê jî baş e.

Ji ber ku kesê nas nedikir nediçû dibistanê

Sena got ku Meysa destpêkê çûyîna dibistanê red dikir, sedema wê jî spart nenaskirina zarokan û şagirtan û got: “Keça min şermok e ger kesek nas neke hevaltiyê jî pê re nake. Piştre hevalên wê yên keç ên diçin dibistanê, wê teşwîqî xwendinê kirin heta ku biryar da biçe dibistanê.”

Daxwaza bavê wê ew bû keça xwe jîr û zana bibîne

Sena daxwaza hevjînê xwe bi bîr xist û got ku hevjînê wê xwenda nebû loma daxwaza wî ew bû keça me û kurê me bixwînin.

Bavê wê her dixwest Meysa keçek zana û jîr be. Ji ber vê yekê Sena hewl dide riya zanînê ji zarokên xwe re veke da ku bibin nifşên herî zana ji bo siberojê.

Sena da zanîn ku Meysa riya aştiyê ya ku bavê wê di oxira wê de canê xwe feda kir, hilbijartiye û dest jê bernede û got: “Ji ber mirovên zana û xwenda ne weke mirovên nezan in. Bi zanayan malbatek serkeftî dibe misogeriya civakeke serkeftî jî.”

Zarokatiyek di nava şer de

Sena da xuyakirin ku zarokan dixwest li cihê ku ji dayik bûne bixwînin lê dagirkeriya Tirk nehişt zarok xweşiya çûyîna dibistana xwe bijîn. Zarokan şer di zaroktiyê de dîtine û vê yekê bandorê li derûniya wan kiriye û da zanîn ku di dema dagirkeriya Tirkiyeyê de keça wê 2 sal û nîv bûye.

Erdnîgariyê dagir kirin lê nikaribûn xewn û îradeya wan dagir bikin

Sena hedefên dagirkeriya Tirk ên ni bo şikandina îradeya jin û zarokan bi bîr xist û got ku dagirkerî negihîştiye armancên xwe, tevî ku ew koçber in û di dibistanê de dijîn lê belê xewnên wan zindî ne. Îradeya zarokên me ji îradeya me ye, em bi hev re li ser riya bidestxistina zanist û zanebûnê ne.

Em dixwazin li welatekî xwedî mafên xwe û bê şer bijîn

Sena tekezî li ser vegera Serêkaniyê ya dagirkirî kir û got ku ew dixwazin li welatê xwe bijîn bêyî ku tu dewlet ji bo binpêkirina mafên wan, êrişî wan nekin. Her wiha xwest zarokên wan dûrî şer û wêraniyê, di nava jiyana azad û bi ewle de bijîn.

Riya rast a ber bi zanînê ve

Sena di dawiyê de got ku riya herî rast, riya ber bi zanînê ve ye û soz da ku keça wê bibe xwedî pîşeyek ku xizmeta malbat û civakê bike.