Koçberî, berxwedan û hêvî: Çîroka Zebde ya ji Serêkaniyê
Zebde Ehmed Oso ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar maye terka mala xwe ya li Serêkaniyê bide, diyar kir ku dagirker dixwazin mala wan bifroşin û got: “Mafê kesekî nîne xaniyên me bifroşin.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Beriya 6 salan di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encama êrîşan de bi hezaran kes birîndar û şehîd bûn, bi deh hezaran jî neçarî koçberiyê bûn. Her jinek koçber a li kampên Waşokanî û Serêkaniyê, xwedî çîrokek û dîrokek tijî xemgînî û êş e û ev êş di kampan de jî berdewam dike. Tevî van êşan, jinan rêya berxwedanê bijartine da ku bi rûmet vegerin warê xwe.
Zebde Ehmed Oso ya 56 salî, nişteciheke xwecihî ya Serêkaniyê ya ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, di malbateke ji çar keç û kurekî pêk dihat de dijiya. Zebde xwest bi riya ajansa me çîroka xwe vebêje.
‘Şêr şêr e çi jin çi mêr e’
Zebde diyar kir ku feraseta ku bi hezaran salan li ser civakê hatiye meşandin rastiyê berovajî kiriye û wiha behsa çîroka xwe ya bi malbata xwe re kir: “Em 4 keç di malê de dijiyan, birayê min di malbata me de dereng ji dayîk bû. Ji ber feraseta mêran a di civaka me de, em wekî bêpiştgir dihatin dîtin û vê yekê bandorek neyînî li ser me kir. Me xwe wek qels didît. Dema birayê min jidayîk bû, em bêtir bi xwe bawer bûn û her ku ez diçûm, min bi xwebawerî digot ku birayekî min heye. Rojekê dema ez 10 salî bûm, 2 apên min û dapîra min hatin û darek di destên xwe de digirtin û êrîşî bavê min kirin. Di wê gavê de min xwişka xwe ya 16 salî dît ku darek digirt û çû ji bo piştgirya bavê min bike. Min jî darek hesin hilgirt û alîkariya wê kir. Di vê bûyerê de me alîkariya bavê xwe kir û ew parast. Ji wê demê û pê ve, em û her kes dizanibû ku piştgir ne mêr e û wekî ku tê gotin ‘Şêr şêr e çi jin çi mêr e.”
‘Min û xwişka xwe piştgirî da bav û birayê xwe’
Zebde da zanîn ku du xwişkên wê zewicîne û ew û xwişka xwe ya din di malê de mane. Zebde got ku piştî mirina dayîka xwe, herdu xwişkan xwe wek piştgiriyek sereke ji bo bav û birayê xwe dîtine û wiha pê de çû: “Em li ser erdan xebitîn û me bi hewildana xwe û bi xwêdana eniya xwe xaniyê xwe yê ji 5 ode û alavên malê pêk dihat, ava kir û me birê xwe jî zewicand. Jiyana me li Serêkaniyê pir xweş bû. Em li ser zeviyên çandiniyê dixebitîn da ku em hewcedarî kesî nebin û di rewşa aborî de alîkariya bav û birayê min bikin. Lê xaniyê me yê ku me ava kiriye, di her bilokek wê de, çîroka salan a ked û zehmetiyê vedibêje ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Niha jî, ew dixwazin bifroşin.”
‘Di şoreşê de di qada parastinê de cih girt’
Zebde diyar kir ku di Şorşê de xwe mîna parazvanek vê şoreşê dîtiye û wan deman wiha anî ziman: “Dema şoreş destpê kir, ez çûm ba bav û birayê xwe. Min ji wan re got ku ev şoreşa me ye û divê ez jî tê de rolek bilîzim. Wê demê, çend mehan di meclîsa bajarê Serêkaniyê de xebitîm û piştî wê min di komîteya parastinê ya Kongra Star de cih girt. Dema ku ez di Komîteya Parastinê de dixebitîm, di dema operasyonan de diçûm min birîndaran derman dikir û ji bo şervanan xwarin çêdikir. Di 9‘ê Cotmehê de, dema ku dagirkeriya Tirk êrîşî me kir, me li ser sînor konê xwepêşandanê vekiribû. Wê demê, bi bavê xwe re axivîm û min jê re got ku ger ew êrîşî me bikin, bila xwe xilas bikin û li benda min nemînin, ji ber ku ez ê bi hevalên xwe re bimînim da ku alîkariya wan bikim. Dema êrîş çêbû, ezman ji dûmana balafirê bû xêzên spî. Em li ser sînor bûn û bi vî awayî bajar hat lêdan. Em li qereqolê kom bûn da ku bi her tiştê pêwîst piştgirîya hêzên leşkerî bikin, wek parastina taxan, amadekirina xwarinê û hwd.”
‘Min hewl da malê bişewtînim lê mal şêrîn e’
Zebde behsa kêliyên dawî yên xatirxwestina ji mala xwe kir û got: “Cihê îstasyonê ji mala me bi qasî nîv seatî dûr bû, lê min dixwest wê bibînim. Di nava guleyan de û topebaranê de ez bi meşê cara dawî çûm ku mala xwe bibînim, balafirek li ezman topebaran dikir. Ez ketim hundirê malê û min çaqmak vêxist. Min dixwest malê bişewitînim, lê min nekarî vê yekê bikim, ji ber ku ew mala ku min bi zehmetî ava kiriye, beşek ji laşê min e. Wê kêliyê topebaran dijwar bû, min xatir xwest û deriyê hewşa xwe girt û vegeriyam cihê xwe. Dema ku bombebaran dijwartir bû, em neçar man ku ji bajêr derkevin. Wê demê, ez çûm Til Temirê û li nexweşxaneyekê ji bo alîkarî û dermankirina birîndaran xebitîm.”
‘Çîroka êşa koçberiyê destpê kir’
Zebeda tekez kir ku salên destpêkê yên koçberiyê ji bo wan pir zor û zehmet bûye lê jiyanê afrandine û wiha domand: “Piştî ku bajar hat dagirkirin, em hatin kampa Waşokanî û li vir çîroka koçberiyê, zehmetiya wê û kêmbûna alîkariyê destpê kir. Em qet nedifikirîn ku em ê van zehmetiyan bi vî rengî bibînin. Di sala me ya yekem de li kampê, me gelek gelek zehmetî dîtin. Heta ku me çadir girt, em li ser hesîrê bûn û dinya cemed bû, baran dibariya, di bin konê de derdiket û em rastî nexweşiyan hatin. Di kampê de me birçîbûn, serma û kêmbûna cil û bergan dît, lê dîsa jî ez li vir mam. Ez du salan li kampê mam û bavê min mir. Ez bi vê yekê zêdetir êşiyam. Bavê min bi hesreta vegera Serêkaniyê çû ser dilovaniya xwe. Gelo mafên mirovan li ku ne? Çend roj derbas dibin, 6 sal dagirkirin û ev perîşaniya me kêm nebûye, berovajî vê yekê zêde dibe. Ez ji kampê derneketim û neçûm sînor. Ez li vir mam da ku vegerim û ez ê vegerim. Ji ber ku gava kesek daxwaz bike, tu maf winda nabe”
‘Gelê Kurd zîrek e, ger em li çolan bin em ê jiyanê biafirînin’
Zebde anî ziman ku gelê Kurd, zîrek e û wiha pê de çû: “Ger em li çolê werin bicihkirin, em ê li wir bijîn û jiyanê biafirînin. Li vir, li kampê, me karûbarên xwe birêve birin, em rastî zehmetiyan hatin û bi berxwedana xwe em ê biserkevin. Rojê hezar caran, hesreta vegera Serêkaniyê nû dibe.”
‘Parastin ji bo jinan oksîjen e’
Zebde diyar kir ku ji bo jiyanek azad pêwîstî bi fikrandina rojane li ser girîngiya parastinê heye û wiha got: “Parastina jinan wek oksîjen, av û nan e. Çawa ku em rojane dijîn û li ser difikirin, divê em li ser parastina xwe jî bifikirin. Ger em xwe neparêzin, kî dê me biparêze? Ez ji karê xwe yê di Komîteya Parastinê de pir hez dikim û ez ji parastina gelê xwe, bi Ereb û Kurdê xwe hez dikim. Her duşem em bişev derdikevin da ku kampekê biparêzin. Amûrên malê ger em wê neparêzin, ew ê were şikandin an jî were dizîn. Ji ber vê yekê, parastin ji bo jiyanê pir girîng e.”
‘Heya 90 salî bim jî ez ê parastinê bikim’
Zebde behsa hezkirina xwe ya ji rêxistina Kongra Star kir û anî ziman ku ewê heya roja dawî ya emrê xwe, parastina wê bike û wiha got: “Ez niha 56 salî me û eger ez bibim 90 salî, ez ê berdewam bikim ku xwe û kesên li dora xwe, bi taybetî Kongra Star, biparêzim. Ez ê her gav li wir bim da ku wan biparêzim. Kongra Star tê wateya nefesa ku ez dikşînim, ji ber ku ew ji bo rizgarkirina jinan a ji niheqiyê bi dijwarî dixebitin.”
‘Em ê vegerin Serêkaniyê û deriyê hewşa xwe bi destê xwe vekim’
Zebde di dawiya axaftina xwe de ji bo dewleta Tirkiyeyê peyamek da û wiha got: “Em ne şirîkê tiştekî ne. Mafê we tune ku hûn mal û axên me bifroşin. Mafê we li ser me tuneye. Bes e ev niheqî û em dixwazin vegerin malên xwe. Em ê li ber xwe bidin û vegerin Serêkaniya xwe û ezê deriyê hewşa xwe bi destê xwe vekim.”