Kombûna Zenûbiya jinan li dijî şer û tundiyê hişyar dike
Kampanyayên hişyarkirinê yên ku ji hêla Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ve li kantona Tebqa hatine destpêkirin, di demeke kin de rastî eleqeyek mezin tên.

NÛR EL-EHMED
Tebqa – Hişyarî û rêxistinbûn du çek in, ji bo ferqkirina astengiyên ku jin pê re rûbirû dimînin e. Di demeke ku deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jin rastî seferberiya medyayê û gefan tên de, Kombûna Jinan a Zenûbiya gav avêtine da ku wan biparêze.
Di çarçoveya van hewldanan de, Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Tebqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Ber bi Civakeke Hevgirtî ya Ji aliyê Jinan ve Hatiye Birêvebirin" dest bi kampanyayek hişyarkirinê kir. Bernameya kampanyayê belavkirina broşûr û lidarxistina civînên biçûk a ji bo jinên li deverên gundewarî û kampan vedihewîne. Kampanya dê mehek berdewam bike.
Pêngava hişyariyê mehek didome
Ji destpêka vê salê ve, li kantona Tebqayê kuştin, xwekuştin, bikaranîna tiryakê û tundiya li dijî jinan zêde bûne. Sedem cûda dibin, lê feraseta mêran wek xwe dimîne. Ev sûc carna wek "sûcên rûmetê" û carna jî wek "sûcên perwerdehiyê" tên binavkirin, ku dibin sedema hilweşîna civakê.
Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Senaa Oso derbar bernameya pêngava ku dest pê kirine de axivî. Senaa Oso da zanîn ku li ofîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya di 14'ê Îlonê de dest bi pêngavek hişyarkirina jinan kirine û ev agahî dan: “Pêngav dê mehekê dewam bike. Pêngav, jinên li deverên gundewarî, gundan û wargehên nefermî yên li dora herêmê hedef digre. Me broşûrên hişyarkirinê li ser xetereyên bûyerên kuştin û tundiya li dijî jinan belav kir, da ku alîkariya têkoşîna li dijî van bûyeran bikin."
Armanc piştevaniya jinan e
Senaa Oso da zanîn ku armanca pêngavê, piştevaniya ji bo hemû jinan e û wiha dom kir: "Ji ber ku herî zêde jin bi şert û mercên dijwar re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê em bi komîn û meclîsan re hevahengiyê dikin da ku civînan ji jinan re li dar bixin. Di heman demê de kampanya armanc dike ku armanc û bandorên şerê taybet li ser jinan û civakê dike, sedema zêdebûna rêjeya kuştin û tundiya li dijî jinan, ji jinan re eşkare bike. Pêngav balê dikşîne ser hişyarkirina jinan a li ser pêwîstiya xurtkirin û rêxistinkirina xwe. Bi taybetî li Tebqayê di van demên dawî de bûyerên tundiyê zêde rû dane. Erka me jî, parastin û piştevaniya jinan, hêzdarkirina wan û îspatkirina rolên wan ên di civakên hevgirtî de ye."
Kampanya rastî eleqeyek mezin hat
Sanaa Oso diyar kir ku tevî qewlê kampanyayê kêm e jî, kampanyayê bandorek girîng û erênî li ser civak û jinan kiriye. Senaa Oso wiha li axaftinên xwe zêde kir: "Jin û niştecihên herêmê bi kampanyayê re eleqedar bûn û jin bi coş beşdarî civînan bûn, pirsgirêkên xwe pêşkêş kirin û li ser wan nîqaş kirin. Jinan dest bi têgihîştina maf û erkên xwe yên li hember xwe û civaka xwe kirine. Şerê taybet armanc dike ku jinan di bin zexta psîkolojîk de bihêle, bi rêya medyaya dîjîtal wêneya wan xirab bike û şantajê elektronîkî bike, ku wan ber bi hilbijartina rêbazên xeternak ve dibe, di nav de birina tiryakê, bazirganiya laşên wan û xwekuştinê heye."
Roleke pêşeng di civakê de dilîzin
Senaa Oso tekez kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke pêşeng dilîzin û di gelek waran de beşdar in û got: "Jin gelek destkeftî bi dest xistine, ji ber vê pir girîng e ku ew teslîmî vê hedefgirtinê nebin û rê nedin tu hewldanek ku wan qels bike. Bi îradeya xwe ya xurt, ew dikarin bisekinin û rêya xwe ya ber bi azadiyê ve biqedînin. Ji ber vê Kombûna Jinan a Zenûbiya hate damezrandin ku li dijî tundiya li ser jinan têbikoşe û piştevaniya wan bike. Ew jî bi riya hemleyên hişyarkirin, rêxistinkirin, hêzdarkirin û pêşxistina wan dibe."
'Jina rêxistinkirî bingeha civakek rêxistinkirî ye'
Senaa Oso bal kişand ser armanca diruşmeya pêngavê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Civatek rêxistinî û hevgirtî bê jinek bihêz û rêxistinî nayê avakirin. Ji ber ku ew bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê pêwîst e ku jin xwe rêkxistin bikin da ku bi pêşengiya jinên azad civakek hevgirtî pêk were. Divê jin xwe nas bike, parastina xwe bike, benda tirsê bişkîne da ku jiyanek hevbeş li ser bingeha malbatek hevgirtî, ava bike. Em ê kampanyayên hişyarkirinê û çalakiyên xwe yên ji bo hişyarkirina jinan, gihîştina wan a her deverek ku lê ne û parastina wan a ji şerê taybet ê li dijî wan tê meşandin, bidomînin."