“Mafekî ku li pey wê daxwaz hebe tu carî winda nabe”

Koçberên Kampa Waşokanî teqez kirin ku projeya avakirina avahiyên mêtingeriyê tevlihevî û qirkirina gelan armanc dike û gotin: “Mafekî ku li pey wê daxwaz hebe tu carî winda nabe.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4`yê Gulanê de projeya avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê) ragihand û diyar kir ku li wan avahiyan dê milyonek penaberên ji Sûriyeyê werin bicihkirin. Koçberên Kampa Waşokanî jî li hemberî vê projeyê helwesta xwe nîşan dan.

“Em xwedî maf in û heta em bistînin em ê li pey mafên xwe bin”

Şemsa Mihemed Bekir yek ji koçberên Kampa Waşokanî ye da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi pêkanîna vê projeyê carek din sûcekî dijmirovî pêk tîne û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk îro koçberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî bi cih dike, bi vê yekê hewl dide tevliheviyê di navbera xelkên Sûriyeyê de derbixe. Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku herêmeke bi ewle ava bike xak, bajar, malên me dagir kir. Em her dem vê pirsê ji xwe dikin çima dema çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El –Nusra di Serkaniyê de bûn, nedigot ez ê herêmek bi ewle çêkim? Her kes dizane ku çeteyên DAIŞ’ê xeter in ji bo tevahî cîhanê. Ev dide nîşan ku ew xwediyê wan e. Em tenê dixwazin bizanibin ka rola Meclisa Ewlehiyê çi ye, çima kes dengê xwe nake. Li herêmên me zarok, jin, kal û pîr tên qetilkirin, çekên qedexekirî tên bikaranîn, em ji mala xwe neçarî koçberiyê bûn û niha di bin şert û mercên herî zehmet de dijîn. Ka mafên mirovan?”

Şemsa bal kişand ser planek yekbûyî li dijî gelê herêmê û wiha got: “Hemû dewletan li dijî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûye yek. Çima dema şer li Ukrayniyayê qewimî her kesê dengê xwe kir lê li vê derê em rastî qetilkirinê tên û kes dengê xwe nake. Dewlet hemû li dijî me yek in, dewletên cîhanê û Meclisa Ewlehiyê bi biryarek dikarin rê li ber dewleta Tirk bigrin lê ev plan û qetilama ku tê meşandin bi erêkirina hemûyan e. Ji bo wê em dixwazin bibêjin ku em jî mirov in, ji mafên me ye em li ser xaka xwe û di mala ku me bi keda destên xwe ava kir xwedî bibin û mezin bibin. Em ê bi ked û berxwedana zarokên xwe QSD’ê dagirkerî û planên qirkirinê têk bibin. Em di wê baweriyê de ne ku mafekî li pey wê daxwaz hebe tu carî winda nabe”

“Pêwîst e hikûmeta Şamê li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemîne”

Minîfa Emîn yek ji koçberên kampa Waşokanî ye da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker desthilatdariya Osmanî zindî dike û wiha axaftina xwe domand: “Em xwedî mal û milk bûn, îro em çima di bin konan de ne, ev binpêkirinek e tu zagon vê yekê qebûl nake. Kîjan zagon qebûl dike kesên xerîb bînin li ser keda kesekî din bidin rûniştandin. Serêkaniyê bajarê bav û kalên me ye, keda dapîr û bapîrên me ye. Em êdî nema dizanin bang li kê bikin ji ber ku ev binpêkirin li ber çavên cîhanê tê kirin û tu kes dengê xwe nake. Em niha di kampê de dijîn, rewşa me pir xerab e, konên me kevin bûne, alîkarî ji rêxistinên mirovî nayên pêkêşkirin. Li dijî me şerek qirêj tê meşandin.”

Minîfa Emîn bang li hikûmeta Şamê kir ku Rêvberiya Xweser qebûl bike û wiha dawî li axaftina xwe kir: “Pêwîst e Hiûmeta Şamê Sîstema Rêvberiya Xweser qebûl bike, ji ber ku Rêvberiya Xweser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin kir, wan ji terora DAIŞ’ê xelas kir. Bi qebûlkirina Rêvberiya Xwser wê hemû pirsgirêk werin çareserkirin û rê li ber dagirkeriya Tirk  were girtin. Gere hikûmeta Şamê xwedî helwestek cidî be û dagirkeriya Tirk qebûl neke.”