Li Xezayê ji bo pêşxistina jinan meqaleyek lekolînê tê amadekirin

Ji bo pêşxistina mafên jinan a li Xezayê polîtîkayên bi bandor dikevin dewrê. Li gorî wê plane dê ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de plan û proje werin pratîzekirin.

NAGHEM KARAJEH

Xaza-Ji bo ku jin bikaribin xwe bigihîjînin biryarê, komek jinên ciwan beşdarî amadekirina xebateke lêkolînê ya bi navê "Ji bo pêşxistina mafên jinan li Şerîdaya Xezayê ber bi polîtîkayaên bi bandor ve" hat amadekirin. Di Çarçoveya projeya perwerdeya sivîl 2 a ku ji hêla Weqfa Pal-Think ve ji bo lêkolînên stratejîk ve hat kirin ve ev yek pêk tê.

Lêkolîner Maysûn Odeh ku yek ji beşdarên amadekirina gotara lêkolînê ye, ji ajansa me re wiha got: "Ji bo amadekirina vê gotarê, me çend perwerdeyên giran ku du mehan berdewam kir, derbas kir û di nav de gelek lêkolîn û awayên amadekirina wan ji aliyê perwerdekaran ve hene.”

Der barê naveroka lêkolînê de Maysûn Odeh diyar kir ku, ev gotara lêkolînê bi sernavê "Polîtîkayên çalak ji bo pêşxistina mafên jinan li Zîvala Xazeyê" hatiye amadekirin, ji ber ku piraniya mafên jinan tên binpêkirin, bi giranî mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî.

Ji aliyê siyasî ve di lêkolînê de, li ser derfeta jinan di biryargirtinê de û çawaniya bihêzkirina wan di warê aborî de û ragihandina deng û daxwazên xwe dizivire. Di aliyê civakî de jî bal hat kişandin ku guhertina qalibê jin jê gazinan dikin.

“Parêzvaniya dîjîtal girîng e”

Maysoon Odeh destnîşan kir ku armanca sereke ya amadekirina gotara lêkolînê ew e ku berxwedêriya jinan û rola wan di hemû astan de zêde bike û der barê bernameya perwerdeya sivîl de jî got: "Me temrînên jêhatîbûna jiyanê ji xwendekaran re, di dema bernameyê de bi kar anîn. Bal hat kişandin ser çawaniya amadekirina belgeyek lêkolînê û sûdwergirtina jê. Li ser asta kesane û pîşeyî. Ji bilî balkişandina ser girîngiya parêzvaniya dîjîtal û rola wan a di pêkanîna guhertinê de.”

Maysoon Odeh destnîşan kir ku piştî bidawîbûna bernameya perwerdeya sivîl, ji bo komek jinên ku hatine qetilkirin, dewreyên perwerdeyê hatine dayîn û wiha got: "Rola me wek perwerdekarên sivîl ew bû ku jinan li ser mafên wan perwerde bikin û peymanên navneteweyî zelal bikin. Wekî CEDAW û peymanên herêmî yên ku qanûnên Filistînê di nav xwe de dihewînin û pêşkêşî wergiran dikin ev atolye li hemû herêmên Şerîdaya Gazeyê ne.”

“Astengiyên li pêşiya jinan zêdetir di warê ewlehiya civakî û aborî de ne”

Ji aliyê din ve Rojnamevan Henîn Lolo got: “Piştî beşdarbûna min di amadekirina lêkolînê de, diyar bû ku astengiyên li pêşiya jinan di zêdekirina jinan de ji ber bêewlehiya civakî û aborî ne, her wiha tundiya civakê tê temsîlkirin. Derfetên kêm ji bo kar û karsaziyê, ji ber vê yekê jin neçar bûn ku tevli hêza kar a nefermî bibin ku ew ji metirsiya îstîsmara aborî ye.”

Haneen Lulu diyar kir ku jin di civakê de heta roja îro komên herî kêmderfet in, weke mêran mafên xwe bi dest naxin û rola wan tenê bi zayînê û bicihanîna erkên navxweî tê pênasekirin. Her wiha da zanîn ku tevî derxistina raporên Neteweyên Yekbûyî yên li ser biryar û zagonên herêmî û navdewletî ji ber ku jin yek ji pêkhateyên sereke yên civakê ne, banga bilindkirina rol û statûya jinan û bi hêzkirina wan kir û got; "Pêwîst e li polîtîkayên ku pêşengî û desteka tevlibûna jinan di hemû qad û çarçoveyê de dike dive bê lêkolînkirin."

“Pêwîst e derfetên jiyana munasib ji bo jinan hebin”

Hanîne Lulu got: “Piştî çavdêrî û lêkolînan me dît ku rêjeya beşdarbûna jinan di siyasetê de li gorî mêran kêm e her wiha di aliyê aborî de jî jin rastî xizanî, bêkarî û newekheviya kar hatine. Pêwîst e jiyana munasib ji jinan re peyda bibe, pêdiviyên wan werin bicihanîn, derfetên kar ji wan re çêbibin, planên geşepêdanê bi pêş bikevin û wan bikin yek. Di nav civakê de ji bilî pêşkêşkirina projeyên piçûk, vekirina navendek giliyên jinan û amadekirina bernameyên ku wan jêhatî dike dikeve bikevin bazara kar.”

 Hanîn Lulu bal kişand ser encamên lêkolînê û da zanîn ku dê diyar bibin, bi taybetî piştî pêşkêşkirina mekanîzmayên pêşniyarên baş ên ku rola jinan li Filistînê bi giştî, li Zîvala Xezayê bi taybetî zêde dike.