Li Til Temirê jin ji bo xwe parastinê perwerdeya çekê dibînin

Jinên li Til Temirê yên ji bo xwe parastinê fêrî perwerdeya çekan dibin wiha dibêjin: “Çeka îro em li ser perwerdê dibînin a kur û birayên min û rêhevalên wî ne, em ê heya dawî ber xwe bidin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Piştî gefên dewleta tirk a dagirker a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand. Li navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî amadekariyên pir xurt ji aliyê sazî û şêniyan ve hene. Jinên ji Til Temirê ji bo xwe û axa xwe parastina li dijî her cûre êriş û dagirkeriyê bi hevkariya HPC-JIN perwerdeya bikaranîna çekê dibînin.

Têkildarî vê mijarê Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin HPC-JIN Medya Memo, Hilala Eliyat û Terfa Fewaz axvîn.

"Li dijî êrîşan em civaka xwe perwerde û birêxistin dikin"

Medya Memo Endama Hêzên Parastina Civakî-Jin HPC-JIN derbarê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî û wiha got: "Ji 2012'an de êrîşên curbecûr li ser herêmên me çêdibin. Em jî wekî HPC û HPC-JIN li gorî rewşa şer amadekariyên xwe dikin û civaka xwe birêxistin dikin her wiha em perwerdeyên bîrdozî û bikaranîna çekan jî didin civaka xwe. Perwerdeya bîrdozî da ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin û di warê parastina ax, tax û komînên di bajarê xwe de jî xwedî erk û misyon bin, tê dayîn. Êrîşên li ser Til Temirê jî ne nû ne, lê em ji bo her êrîşê amade ne. Dibe ku em di çeperên pêş de cih negrin, lê em ê her kêlî bi şervanên xwe re bin."

"Heta jinên ducanî dixwazin fêrî çekê bibin"

Medya Memo bal kişand li ser fermana Şengalê a 3'ê Tebaxa 2014'an de û ev yek anî ziman: "Ji ber ku civaka Êzîdî ne birêxistinkirî bûn, êrîşên pir dijwar û ferman bi serê wan de hat. Şengal a ku jin, keç û ciwan, dapîr û bapîrên wan hatin revandin ji me re bû mînak ku em hîn bêtir di warê xweparastinê de kûr bibin û ya herî girîng fêrî bikaranîna çekê bibin. Gelê me niha amade ye, lê em hîn bêtir wan amade dikin da ku şerek çêbibe bizanibin çawa xwe biparêzin û parastina tax û komînên xwe bikin. Mînak niha gelek jinên ducanî hene, lê dîsa jî dixwazin fêrî bikaranîna çekê bibin û ew ducaniya xwe li pêş xwesteka xwe re nekirine asteng. Em ji her kesê/î re dibêjin yên ku dixwazin fêrî çekê bibin em amade ne ku alîkariya wan bikin û daxwaza me jî ew e ku her kes di vê rewşê de amade be."

"Em ê heya dawî li ber xwe bidin"

Hilala Eliyan dayika Şehît Şervan ê ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de canê xwe ji dest da, derbarê perwerdeya çekê a ku dibîne vê yekê dibêje: "Di oxira parastina vê axê de kurê min canê xwe ji dest da. Îro em xwediyê vê axê ne, şêniyên wê ê resen in. Em li vir in û em ê li ber xwe bidin her wiha ji bo rewşên giran û zehmet yên wekî îro em xwe fêrî çekê dikin. Heya nefesa dawî jî em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku îro ev çek çeka kurê min yê şehîd û rêhevalên wî ne, ez li ser vê çekê perwerdê dibînim. Dayikên pekrewanan, xwîşk û birayên wan hemû jî amade ne da ku vê axê biparêzin."

"Dijminê me pir in"

Terfa Fewaz xwîşka pekrewanên şoreşê Ş.Soro, Ş.Ibrahîm û Ş.Rustem jî derbarê rewşa ku herêm tê re derbas dibe û perwerdeya çekê a ku dibîne wiha dibêje: "Du birayê min di şerê li dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, lê yê sêyemîn bi destê leşkerên Hikûmeta Şamê li xeta cebhê a Til Temirê canê xwe ji dest da. Di roja îro de ji gelek aliyan de êrîş hene, ne tenê dewleta tirk û DAIŞ, dijminê me pir in. Em ê li kêleka şervanên xwe bin û ber xwe bidin. Îro jî li ser girtin û vekirina çekê em perwerdeyê dibînin, ji ber ku gelekî ji mere girîng e. Divê ku mezin û biçûk perwerdeyên wiha bibînin da ku em bajar û welatê xwe biparêzin."