Li Taizê pirsgirêkên av û kehrebe barê jinan girantir dikin

Jinên li bajarê Taizê yê Yemenê dijîn, diyar kirin ku ji ber pirsgirêka av û kehrebeyê barê wan ê di nava malê de girantir bûye û dan zanîn ku neçar dimînin zêdetir hewldanan nîşan bidin.

HALA AL-HAŞÎDÎ

Yemen – Li bajarê Taizê yê Yemenê ji ber qutbûna av û kehrebeyê bi taybetî bandorek neyênî li jiyana rojane ya di nava malê de dike. Ji ber pirsgirêka av û kehrebeyê, pêwîstiyên serşûştin, tuwalet, cilşûştin, firaxşûştin, xwarin pijandin nayê dabînkirin, jinên ku ji ber rolên di nava malê de hatin hepskirin barê malê girantir bûye.

‘Barê me girantir dibe’

Ji jinan Hoda Saleh diyar kir ku ji ber pirsgirêka avê karê rojane yê malê barê wan girantir kiriye û got: “Şert û mercên zehmet ên ku em tê de, bandorek neyînî li beden û tendirustiya ruh a jinan dike. Bi taybetî jinên ducanî zehmetiyan zêdetir dijîn. Di nava şer de tendirustiya jinan dikeve xeterê.”

Nada Al-Maqtarî da zanîn ku kêmaniya av, kehrebe û xizmeta pêwîstiyên bingehîn, dema ku karê xwe yên rojane dikin dibe sedem zêdetir berpirsyariyê bigrin û wiha got: “Em nikarin xwe bigihîjînin pêwîstiyên tendirustiyê yên weke xwarin û dermanan.”

‘Jin zêdetir jê bi bandor dibin’

Amal Muhammad Konî ku ji derve dixebite wiha got: “Pirsgirêka avê bandorek neyînî li karê malê dike. Dema xwarin tê çêkirin, cilên tên şûştin, paqijî tê kirin zoriyên ku em rast tên zêdetir dibin.”  Amal Muhammad Konî da zanîn ku newekheviya jin û mêr di jiyana rojane de di van cureyên xwegihandinê de hê zêdetir bandorek neyênî li jinan dike û got: “Her çendî ji bo jinan xizmet kêm jî be, ji bo mêran ne pirsgirêk e! Ji ber pirsgirêka av û kehrebeyê ji ber pêkneanîna xizmetên bingehîn jin rastî şert û mercên zehmet tên. Em nikarin xwarinek bi tendirust çêbikin. Tenê ji bo em di jiyanê de bimînin hewl didin.”

Aktivîst Alaa Al-Salah a li bajarê Taizê dimîne wiha got: “Şer herî zêde bandorê li jin û zarokan kiriye û ji bo pêwîstiyên wan werin bicihanîn neçar dibin koçî cihên dûr bikin. Pirsgirêkên weke av û kehrebeyê bandorek neyênî li xwendekaran jî dike. Ji ber pirsgirêkên avê jin û zarokên keç ji bo pêwîstiyên xwe yên avê pêk bînin hewldanek zêde didin.”