Krîza aborî ya li Misrê herî zêde bandorê li jinan dike

Bilindbûna bihayê tiştên bingehîn metirsî û tirsê xistiye nava gelek malbatên Misirê. Jin ji vê yekê zêdetir bi bandor bûne ji ber ku piraniya wan berpirsyariya aborî ya malbatê li ser milên wan e.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Bilindbûna bihayê hemû pêdiviyên bingehîn ên jiyanê li gelek welatên cîhanê civakan tengav kiriye. Misir jî yek ji wan welatan e û li wê yên ku zêdetir ji vê krîzê bi bandor dibin jin in. Ew ji aliyekî ve ji bo debarê li karekî nû digerin ji aliyekî ve rastî zextan tên. Ji ber zextên rojana ku bandorê li tendirustiya wan a derûnî dike, jin bi zehmetiyên mezin dijîn.

Diyarkirina tiştên sereke dijwar e û zarok herî zêde zirarê dibînin

Bihabûna bihayê tiştan cudabûnê xistiye nava pêdiviyên jiyanî yên sereke û yên zêde ji bo malbat bikaribin krîza niha ya heyî derbas bike.

Rojnameger Nadia Mebrok dayika zarokek e û ji ber bilindbûna bihayê her tiştî pirsgirêkên mezin dijî. Ew dibêje ku mijar ji asta tehemûlkirinê zêdetir bûye tevî ku zarokeke wê tenê heye jî nikare hemû pêdiviyên wê bi cih bîne.

Li ser bandora zêdebûna bihayê pêdiviyan a li ser jinan Nadia Mebrok diyar dike ku bilindbûna bihayê tiştan di hemû waran de heye ji ber ku ew dayik e her dem ditirse ku nikaribe pêdiviyên keça xwe bi cih bike û bandoreke derûnî ya mezin li ser kiriye. Ev tirs jî bi demê re zêde bûye û bandorê li ser têkiliya gelek dayikan û zarokên wan kiriye.

Diyarkirina pêdiviyên sereke bi xwe gelekî dijwar bûye, dayik divê kûr bifikire ka çi pêdiviyên sereke ne û çi jî pêdiviyên duyemîn in. Di encamê de gelek tiştên duyem di rastiyê de ji bo tendirustiya zarokan a derûnî sereke ne wekî derketina derve û gera zarokan û hwd. ji tiştên ku rih û derûniya zarokan baş dike.

Lêgerîna karekî zêdetir bûye pêwîstiyek girîng

Her ku barê li ser milên malbatê giran dibe, berdêlê xwezayî lêgerîna karekî zêde ye. Tevî hemû westandinê jî jiyana zarokan di malbatê de di metirsiyê de ye.

Bi nêrîna Nadia Mebrok lêgerîna karekî zêde, bûye pêwîstiyek jê nayê revandin, gelek jin di civakên xwe de di her aliyê de hewl didin û li karekî din digerin ji bo mûçeya wan zêde bibe bikaribin pêdiviyên xwe peyda bikin.

Karê zêde bandorên neyênî li ser zarokan dike. Gelek jin êdî nikarin bi zarokên xwe re rûnin li wan guhdarî bikin, hebûn û bandora wan di malbatê de jî kêm bûye. Vê rewşê wan jinan xistiye nava du aliyan. Ew nizanin çi bikin, ji bo debarê yan jî ji bo malbatê û zarokan tiştek bikin.

 

Nadia Mebrok dibîne ku mûçeyê mehane têra pêdiviyên malbatê nake lewma jin nikarin ji ber bihabûnê pêdiviyên xwe bikirin. Pêla bihabûna rojane metirsîdar e û dibêje: “Ez di metirsiyê de dijîm û gelekî ditirsim, dema girêdayî rewşa bihabûnê tiştek dixwînim, gelekî ditirsim. Rewşa min tenê wiha nîn e piraniya malbatan di heman rewşê de dijîn.”

Jinên ku malbatan xwedî dikin berpirsyariya wan girantir e

Di rastiyê de, jinên malbatan xwedî dikin rewşa wan gelekî xirab e, ew nikarin dahatek baş li gorî rewşa giştî ya heyî bi dest bixin. Asta bihabûnê êdî sînorê tehemulê derbas kiriye.