Komeleya Şawişka Parastina mafê jinan dike

Endama Koordînasyona Komeleya Şawişka li ser kar û xebatên Komeleyê dibêje: “Me bi armanca parastina mafê jinan di aliyê civakî, çandî, siyasî, aborî û yasayî de pêşbixînin, komele ava kir.”

LEYLA MIHEMED

Qamişlo-Komeleya Şawişka ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebat ji bo jinan dimeşîne û di aliyê aborî, civakî, zagonî û çandî de alîkarî pêşkeşî jinan dike. Di heman demê de pişgiriya jin û zarokên ku rastî tundî û ji şer derbas bûne pêşkêş dike. Komeleya Şawişka di 8’ê Adara 2012’an de avabûye. Li ser kar û armancên Komeleya Şawişka, Endama Koordînasyona Komeleyê, Nazenîn Elî nêrîna xwe parve kir.

Nazenîn Elî avabûna Komeleya Şawişka wiha tîne ziman: “Komeleya Şawişka ji aliyê komek jinan hate avakirin, bi armanca jinan di aliyê civakî, çandî, aborî, siyasî û yasayî de pêşbixîne. Her wiha li ser armanca civakek li ser dadweriya demokratîk ava bike kar dimeşîne. Komeleya me giranî dide jin û zarokan, ji ber yên herî zêde zerar, şer û pevçûnan de bedel didin ewin.”

Komeleya Şawişka 2012’an hate avakirin

Nazenîn Elî karê Komeleya Şawişka wiha parve dike: “Komeleya Şawişka di 8’ê Adara 2012’an de hate avakirin. Her wiha Komele bi kar û barên rêvebirinê radibe pêk tê û Desteya darayî, çalakî, proje, pêşengtiya çalakiyên komeleyê dikin. Di heman demê de budçeya darayî û biryarên di derbarê kar de derdixînin. Her endamek komeleyê di çerçoveya pêşveçûn, pêşxistin û di pêkanîna hemû pêwistiyên jinan de kar dimeşîni n.”

‘Komeleya Şawişka ji bo jinan projeyan pêşkêş dike’

Nazenîn Elî kar û xebatên ku ji bo jinan pêşkêş dikin, her wiha armanca wan wiha rêz kir: “Armanca sereke ya Komeleya Şawişka parastina mafê jinê di aliyê, çewisandin, tundî û zordarî de dike. Her wiha jinê di aliyê çandî, fikrî, siyasî û civakî de hişyar dike û wan perwerde dike. Ji bo jinan projeya kar ava dike û perwerdeyên pişeyî û teknikî vedike. Platformên şiyarî, perwerdeyên mîna siyasî, civakî, aborî û yasayî dide. Mafê zarokan diparêzin û pişgiriya zarokan dikin.”

‘Ji bo hişyarkirin û perwerdekirina jinan kar hate meşandin’

Nezanîn Elî Roja ku Komeleya Şawişka avabûye û kar û xebatên ku ji bo jinan pêşkêş kirine wiha anî ziman: “Roja ku Komeleya Şawişka avabûye me salona wêjeyî li dar xist ku tê de romenek ango pirtûkek hildibêjêrin û li ser naveroka wan pirtûkan ji bo jinan niqaş dimeşînin. Me projeya Tişans vekir ku têde perwerdeyên mîna dirûtin, kompîter û hemşiretiyê da jinan. Ji bo hişyarkirina jinan semîner hatine li dar xistin û di aliyê yasayî de rûniştînin mezin bi jinan re pêk hatiye. Me projeya Happy Samar vekir ji bo zarokan û têde perwerdeyên mîna kompîter, jimartin û zimanên îngîlîzî tên dayîn. Her wiha me serdana kampa Waşûkanî û Hol kir ku me pişgiriya derûnî pêşkêş kir û di warê tenduristî de me jinan perwerde kir. Li kêlek van yekan me ji bo pênceşera memikan jinan hişyar kir û broşûrên hişyariyê li ser jinan belav kir. Ji bo ku em projeyên mezintir ava bikin hevdîtinên me bi sazî û rêxistinên jinan re heye ku em projeyên xwe bi hev re kordîne bikin.”

Nezanîn Elî herî dawî jî projeyên xwe yên dema pêş wiha parve dike: “Li ser projeya diyalogê em kar û xebat dimeşînin. Her wiha armanca me ya demê pêş ewe ku hin têgehên şaş di nava civakê de belavbûne biguhêrînin. Bi riya rûniştinên diyalogyê têde mijarên mîna hevberdan, mîras, bihabûna qelenên jinan niqaş bikin û dê ev proje dê şeş meh dewam bike.”