Jinên Filistînî zextên li ser derûniya wan ji zarokên xwe vedişêrin

Jina Filistînî ya ku kevirên ji ber şer mane dişkêne û hewl dide bi pereyê wê du nan bikire, dibêje “Ji bo ku zarokên min êşa min hîs nekin, zextên li ser derûniya xwe vedişêrim."

REFÎF ISLÎM

Xeza – Piştî sê mehan ji dorpêçkirina li ser Zîvala Xezayê û qedexekirina her cûre alîkariya mirovî, bi taybetî pêdiviyên bingehîn ên wek ar, jin neçar dimînin ku jiyana xwe bikin xeterê da ku debara xwe peyda bikin û birçîbûna zarokên xwe bi dawî bikin. Çîroka Nisrîn Siyam û Cîhan Ebd El-Selam tenê çîrokek zehmetiyan nîne, ew şahidiyek zindî ye ji bo şiyana mirovan a veguherandina êşê ji bo hêviyê û têkoşînê ji bo serkeftinê ye.

Nikarin kîloyek ar bikirin

Cîhan Ebd El-Selam derbarê xelaya ku li herêmê ji ber rêgiriyê rû daye wiha dibêje: "Tiştên xwarinê tune ku zarok bixwun. Di nava gel de pere jî tuneye ji bo kirîna pêwîstiyan. Niha bi pênc zarokên xwe re di nava zehmetî û dijwariya jiyanê de bi tenê dijîm. Hevjînê min jî ji berpirsiyariya malbatê reviyaye. Dema ku UNRWA’yê alîkarî derbasî herêmê dikir, tevî ku astengî û zehmetî jî hebûn, hinek rewşa me baştir bû. Ar bi derfetên kêm li miletê belav dikirin û me debara xwe dikir. Niha em kîloyek ar bi buhayên zêde dikirin û têra zarokan jî nake."

Ji bo zarokên xwe tûrikê ar da ser pişta xwe

Cîhan Ebd El-Selam da zanîn ku rewşa dijwar a debarê hiştiye ku berê xwe bide cihê belavkirina alîkariyên Emrîkî û wiha got: "Me bi meş berê xwe dida herêma Refahê û em di nava xeteriyên êrîşên hêzên Îsraîlî de dimeşiyan. Îsraîlê êrîşî cihên belavkirina alîkariyan dikir. Hêzên Îsraîlê rê dan sivîlan ku bi rêz û li ser zikê xwe ber bi pêş ve biçin ku bighîjin cihên alîkariyan. Lê dema gel gihîşt wir mixabin êrîş kirin. Me hemû xeterî, dijwarî û astengî ji bo ku em ji zarokên xwe re jiyanek baş biafirînin, derbas kirin. Ez ji bîr nakim dema ku karîbûm tûrikek ar derxim û li ser pişta xwe ji başûrê Zîvala Xezayê ber bi bakur ve hilgirim. Ken û kêfxweşiya zarokên min, bûn sedem ku westandina xwe ji bîr bikim."

Bermahiyên şer bûne amûrek ji bo jiyanê

Nisrîn Siyam ku ji bilî çakûç û keviran tiştek wê yî din tuneye, bawer dike ku ew ji bo zarokên xwe çavkaniyek debara jiyanê ne û zehmetiyê vediguherîne çavkaniyek jiyanê. Nisrîn Siyam wiha axivî: "Ez kevirên giran berhev dikim û dişkînim da ku di dawiya rojê de tenê bi qasî 7 dolaran qezenc bikim. Ev pereyê hindik li Xezayê têra kirîna du nanan jî nake. Lê çi ji destê min tê dikim da ku zarokên xwe sax bihêlim. Destê min hemû bûne birîn, ji ber ku karê min gelek giran û dijwar e. Zarokên min jî alîkariya min dikin da ku em zêdetir pere qezenc bikin. Rêgiriya ser herêmê jî nahêle ku projeyên din vekim û karek hêsantir bikim."

Bi ser de karê malê jî dike

Nisrîn siyam destnîşan kir ku zarokên tiyê xwe jî mezin dike ji ber ku malbata wan di encama şer de jiyana xwe ji dest dane. Nesrîn wiha dawî li gotinên xwe anî: "Keviran ji nav kavilên xaniyên bombebarankirî, yên ku ji ber kîmyewiyên ji mûşekan derdikevin jehrî bûne, berhev dikim. Toza ku ji ber lêxistin û şikandina keviran çêdibe, diçe kezeba min. Gelek xetereyên demdirêj ên vê xebatê heye, lê ti bijarteyek an alternatîfek din li ber destê min tuneye. Piştî vî karê dijwar ez karê malê jî dikim û pêwîstiyên zarokan bicîh tînim. Ji bo ku zarokên min êşa min hîs nekin, zextên li ser derûniya xwe vedişêrim."