Jinên Mexribê li hemberî diyardeya întiharê dest bi kampanyayê kirin

Bi zêdebûna diyardeya întiharê re, komeleya Mexribî "İbtîsamet Rida" a li dijî tacîza eketronîk, kampanyayeke hişyariyê ya bi navê "Click & Protect" dest pê kir.

HANAN HARITE

Mexrib- Komeleya "Ibtîsamet Rida" ji bo kesên ku malperên tora civakê bi kar tînin bi armanca bilindkirina asta zanistê derbarê tacîz û tundiya devkî li ser înternêtê, hişyarkirina ji întiharê û ji bo balkişandina ser amûrên ku Instagram ji civakê re peyda dike da ku li dijî zordariyê şer bikin, kampanya "Click & Protect" ku bi wateya destên xwe lêde û parastin bike, li dar xist.

Ji ber tundî û tacîzê pir kes ber bi întiharê ve diçin

Lêkolînên ku ji hêla ekîba komeleya "Ibtîsamet Rida" ve hatine kirin eşkere kirin ku ji sedî 62 ji ciwanên li Mexribê rastî tundûtûjiyê an tacîz li ser înternetê hatine û ji sedî 58.5 ji ciwanên bûne şahidî tundiya li dijî hin kesan, di heman demê de ji sedî 47.7 îtîraf kirine ku wan cureyek ji tundî bi kar aniye her wiha komele dibîne ku tacîz û şîdeta S-sîber yek ji wan sedemên ku mirov ber bi întiharê ve dibe ye.

Komeleya İbtîsamet Rida bi armanca kêmkirina diyardeya întîharê tevdigere

Komeleya "İbtîsamet Rida" a mexribî a li dijî întîharê hewil dide ku ciwanan tevlî kampanyayên xwe bike û koma ciwanan ku piraniya wê jinin bi armanca hestyarkirin û perwerdekirina malbat û kesan ji bo kêmkirina diyardeya întîharê di nav ciwanan de, daye avakirin.

Endamên komeleya îbtîsam Rida Mona Şeidal, Malak Harmûş û manal El-Doh jî mîna hemû endaman di nava komên ciwan de li dijî diyardeya întîhar tekoşîn dikin û hewl didin ku sedemê vê diyardeyê ji holê rakin, bi hemû hêza xwe hewl didin destek bidin ciwanan, li kêleka hin endamên komeleyên yên din hin mesaca parve dikin, idbe ku hindek normal bin ew peyam em hindek kesan ji întiharê dûr dixin.

Kampanya balê dikşîne ser rêbazên parastina ji tundiya dîjîtal

Têkildarî mijarê endama koma ciwanan a komeleya "Ibtîsamet Rida" Mona Şeidal ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di çarçoveya hestiyarkirin, hişyarkirin û têkoşîna li dijî tundiya îliktironîk ku yek ji sedemên ku mirov bi întîharê bifikire, komeleyê kampanya "Enqir wehmî" despêkir."

Her wiha Mona Şeidar diyar kir ku kampanya bi hevkariya tîmên malpera tora civakî Inistagram re hate kirin û wiha got: “Hin dîmenên hestiyar tên kişandin û piştre tên weşandin ev yek jî bi armanca bilindkirina asta hişyariyê û danasîna bandora neyînî ya tundiya bi riya înternet ji bo kesên ku medyaya civakî bi kar tînin her wiha balkişandina ser amûrên ku Instagram ji civakê re peyda dike da ku li dijî tacîzê têbikoşin ku ji mirovan re dibe alîkar ku hesabên xwe ji tiştên neyinî û çalakiyên ragihandinê yên nedilxwaz biparêzin."

"Tundiya dîjîtal encamên wê metirsîdar in"

Endama Koma Ciwanan a Komeleya Ibtîsamet Rida, Malak Harmûş diyar kir ku karê komê balê dikşîne ser diyardeya tundiya dîjîtal a sîber li Mexribê û encamên wê yên metirsîdar, bi taybetî li ser ciwanan û rêbazê parastinê ji vê yekê nîşan dide û wiha pêde çû: "Tundiya dîjîtal û tacîz dihêle ku ciwan tefkîreke neyinî bifikirin û her dem bi tena xwe bimînin, kesên ku pir bêdeng dimînin û naxwazin biaxivin di tiştên neyinî de difikirin û digihîjin asta întiharê."

“Zanîna malbatan girîng e”

Der barê ku malbat çawa bizanibin ku zarokên wan di întiharê de difikirin, endama koma ciwanan a komeleya "Ibtîsamet Rida" Menal El-doh da zanîn ku di nav destwerdanên ku kom di çarçoveya danûstandina wan bi malbatan re, wan bi komek îşaretan ji zarokên wan di dema ku difikirin xwe întihar bikin, hişyar bikin û wiha pêde çû: "dema ku ciwan (xurt û keç) bi întîharê difikirin gelek peyam hene ku ew didin diyarkirn, em jî wek koma ciwanan em wan peyaman bi malbatan re parve dikin. hin peyamên devkî yên raste rast hene ku diyar dikin ku bi awayekî domdarî dixwaze dawî li jiyana xwe bîne, lê peyamên ne raste rast jî hene wekî bi saetên dem dirêj û bi awayekî ne normal û her dem hez dike bi tenê bimîne û di asta perwerdehiyê de pir caran nêzîkatiyên cuda nîşan dide, ji ber vê yekê ew dibin serweriya fikrê ku tiştek di vê jiyanê de hewildanek hewce nake û ji ber vê yekê ne hewce ye ku xwendinê bidomîne."

Menal El-Doh da zanîn ku ev peyamên ku zarok nîşan didin wekî hişyariyekê ye ji dê û bavan re ku ji wan re diyar dike ku zarokê wan êş dikşîne û bi hewceyî destekdayînê ye, ji ber vê yekê pêwîst e dayik û bav dema ku goman kirin ku zarokên wan di întiharê de difikire pêwîst e xwe nêzî wan bikin û rasterast ji wan bipirsin, tu întiharê difikirî? Ji bo ku bikaribî wî ji nav wan fikaran derbixî û pêwîst e piştgiriya zarokên xwe bikin û enerjiyeke erênî di wan de ava bikin û bi wan bidin famkirin ku jiyan hêjayî jiyanê ye.

Guhdarîkirina zarokan ji bo derûniyê wan girîng e

Komeleya "Ibtîsamet Rida" hişyariya li ser pêwîstiya guhdarîkirina zarokan û teşwîqkirina wan bi axaftinê dike, nemaze ji ber ku nîşaneyên şermokî, navxwebûn, depresyon an û her wiha narkotîkê dikare were tesbîtkirin û bi vî rengî destwerdanê bike da ku di wextê xwe de alîkarî were dayîn û bûyerên întiharê neqewimin.