Jinên Êzidî rûxmê hemû êrişan li ser şopa Bêrîvanê xwe perwerde dikin

Li Şengalê Akademiya Şehîd Binevş Agal a girêdayî Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxanê (TAJÊ) ji bo jinan dest bi dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Faraşîn kir.

EVÎN ZENDA

Şengal - Ruxmê hemû êrîşên dijwar ên bi riya çek û şerê taybet li ser sîstema xwerêvebirinê ya Şengalê, niştecihên Şengalê, bi taybetî jinên Êzidî di xebatên avakirina xwe û civaka xwe de paşve gav navêtine. Jinên Êzidî ji bo parastin û avakirina xwe kedeke mezin didin. Jin ji bo pêşxistina berxwedanê, girîngî didin xweavakirinê jî. Jinên Şengalê perwerdeyê weke pêngava yekem a xweavakirinê digrin dest. Jinên Êzidî piştî fermana 74’an ji bo tola xwe ji zîhniyeta DAIŞ’ê bigrin, di her milî de xwe perwerde dikin. Yek ji wan milan jî perwerdeya fikrî ye.

Piştî fermanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi dehan dewreyên perwerdeyê vekir. Akademiya Şehîd Binevş ji bo jinên Êzidî bu mala perwerdeyê û hema hema her mehê dewreyeke perwerdeyê vedike. Dewreya perwerdeyê ya vê mehê bi navê Şehîd Faraşîn bi beşdarbûna 7 jinan dest pê kir.

Jinen ku beşdarî perwede bûn dibêjin ku ew kêfxweş in îro dikarin xwe perwerde bikin, bi saya perwerdeyê fêr dibin û fêr dikin.

“Bi saya fikrên Rêber Apo pergala li Şangalê ava bû”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Şengalî girîngiya perwerdeyê ji bo jinên Êzidî û hestên xwe anî ziman û wiha got: “Em li ser gelek beşan perwerde dibînin. Perwerde me li ser jin û malbat, li ser rastiya serokatî, şerê taybet û gelek mijarên din. Em çiqas xwe perwede bikin jî kêm e. Em bi her tiştê xwe deyndarê Serok Apo ne. Em çiqas xwe perwerde bikin ewqas pêşketin û xurtbûn di civaka me de wê çêbibe. Di rastiya serokatî û jiyana serokatî de, ji zaroktiya wî heya roja me ya îro tekoşîn heye. Hewldana wî ji bo me gelek watedar bû. Her wiha derketina serokatiyê gelekî gurhertin di civaka me de çêkir. Di civaka me ya Êzidî de herî zêde jî jin ji fikrên Rêber Apo bi bandor bûn. Em li ser fikrên Serok Apo têdikoşin. Sîstema ku di Şengalê de ava bûye li ser fikr û keda wî ava bûye.”

Bi perwerdeyê hêza xwe afirandin

Endama Meclisa TAJÊ ya gundê Digurê Cîlan Jiyan jî nêrînên xwe anî ziman û wiha pêde çû: “Her tiştekî ku ji bo mirov heqîqetê îfade bike, ew ji bo me dibe perwerde. Ev 5 roj in em di perwerdeyê de ne. Em 7 kes in û ji bo me hem jiyan hem jî perwerde gelek baş derbas dibe. Berê em gelek tiştan nizanibûn. Em jin gelek bê zanebûn hatibun hiştin. Em di malê de  zindankirî bûn. Îro em ji dewletê bigre heya her cure zordestiyê li ber xwe didin. Civaka me ji dewletan ditirsiya lê niha her dem em xwe perwerde dikin tirsa xwe derbas dikin. Ev cesaret  bi saya fikrên Serok Apo çêbû. Em bawer dikin ku wê rojek serok Apo were û ev roj wê bibe azadiya Êzidiyan. Em bi fikrên serokê xwe bi hêz bûn.”  

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku Şehîd Feraşîn Şenglî îsal di 19’ê meha Nîsanê de, di êrîşa artêşa Iraqê ya li ser asayîşa Êzidîxanê de şehîd bû.