Ji bo hestiyên ku hatine dîtin malbatan xwestin testa DNA’yê were kirin

Hestiyên aîdê mirovên winda yên li cihên girêdayî navenda JÎTEM'ê hatin dîtin, ji malbatan re bû hêvî. Malbatan xwestin li ser hestiyên ku hatine dîtin lêkolînek berfireh were kirin û ji bo testa DNA’yê bang li dozgeran kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di pêvajoyên herî dawî de li Riha û Amedê li herêmên ku dihat gotin di salên 90’î navenda JÎTEM’ê bûn, hestiyên mirovan hatin dîtin. Hestiyên ku di dema kolandinên li bajaran de hatin dîtin bi biryarên dozgeriyê hatin komkirin, nayê zanîn ka li ser hestiyên ku hatine dîtin lêkolînek DNA’yê hatiye kirin an na. Malbatên windayan der barê hestiyên hatine dîtin de axivîn û bang kirin ku divê dozger ji bo testê gazî malbatan bikin û rêxistinên mafên mirovan jî şopdarên mijarê bin. Malbatan diyar kirin ku ji bo têkoşîna bi salan a li qadan didomînin, encamek bigre divê hestiyên hatine dîtin baş bên lêkolînkirin.

Hestiyên hatin dîtin ji malbatan re bû hêvî

Di salên 90’î de bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin û di cînayetên kiryar nediyar de bûn qurban. Piştî cînayetan, malbatan bi hêviya pirskirina aqûbeta windayan dîtina kevirê gorêk li gelek bajaran dest bi çalakiyan kirin. Malbatên ku niha li bajarên wekî Amed, Stenbol, Îzmîr û Êlihê her roja Şemiyê li hev dicivin, pirsa xizmên xwe yên winda dikin.

Du birayên wê hatin qetilkirin

Yek ji xizmên windayan a ku tevli çalakiya li Amedê tê lidarxistin dibe Îffet Mutaş e. Îffet Mutaş a ku du birayên wê yên bi navê Mehmet û Alî Tekdag di salên 90’î de hatin qetilkirin, bi salan e ji bo dîtina kiryarên birayên xwe têdikoşe. Îffet Mutaş anî ziman ku ew bi hêviya dîtina hestiyek ketine vê riyê, got ku ew amade ye ji bo lêkolîna hestiyên di pêvajoya dawî de hatine dîtin xwînê bide.

“Ez amade me ku ji bo DNA’yê xwînê bidim”

Îffet Mutaş diyar kir divê beriya hestî bên windakirin lêkolîn bên kirin û bi van gotinan axaftina xwe domand: “Çend sal in em li vir in, çavên me li riya wan e. Birayê min ji Mijdara 94'an vir ve winda ye, wêneyên wî di destê min de ye, li vê qadê me. Em jî wek mirovên din dixwazin biçin ser gorên xwe, rûnin û dua bikin. Ger em destên xwe li axa wan bixin dê hinekî dilê me rehet bibe. Niha ne gor, ne hestî û ne jî cenazeyên me hene. Em tenê hestiyên xwe dixwazin. Ez amade me ji bo testa DNA’yê xwînê bidim.”

“Hestiyan winda dikin û nîşanî mirovan nadin”

Xizmekî din a windayan Ferîde Gundem jî diyar kir ku ji bo dîtina hestiyên xizmên xwe bi salan e têdikoşin. Ferîde Gundem dibêje ku ew hestiyên birayê xwe yê hatiye qetilkirin çi dibe bila bibe dixwaze, wiha axivî: “Em jî dixwazin hestiyên xwe bibînin. Em dizanin ku ew najîn. Em dibêjin qet nebe bila hestiyên wan hebin û gorek me ya ku em biçin serê wê hebe. Dayik û bavê min hemû bi vê hesretê jiyan û mirin. Hestiyan winda dikin û nîşanî mirovan jî nadin. Ev mirov her hefte ji bo dîtina hestiyan tên vir, tu kes ji bo kêfê nayê. Xwedê heqê kesên hatine windakirin nehêle.”