Gulîzara ku bi guleya laşê xwe dijî: Armanca wî kuştin bû

Gulîzar Karaman a ji aliyê Azîz Karaman ê dixwest wî berde rastî êrişa bi çek hat, li hemberî îdianameya ku dozger bi sûcê ‘birîndarkirinê’ amade kiriye bertek nîşan da û wiha got: “Armanca wî zilamî ne birîndarkirin lê kuştin bû.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Gulîzar Karaman di 30'ê Gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrîşa çekdarî hat. Dema ku dayika 6 zarokan Gulîzar Karaman bi birîndariya giran ji êrîşê rizgar bû, kiryarê êrîşê Azîz Karaman jî piştî reva xwe ya 11 rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê der barê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "teşebusa kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevsera xwe" îdianame amade kir. Gulîzar Karaman bertek nîşanî îdianameyê da û diyar kir ku ji ber xeteriya fîşeka ku di bedena wê de ye dijî û Azîz Karaman bi armanca kuştinê, ne birîndarkirinê êrîşî wê kiriye.

Tundiya bi pergalî bi salan dewam kir

Gulîzar Karaman, anî ziman ku di dema zewaca xwe de rastî tundiya fizîkî û psîkolojîk hatiye û diyar kir ku ev pêvajoya şîdetê carinan ji saetên êvarê heta sibehê dom kiriye. Gulîzar Karaman, diyar kir ku ji ber îşkenceya li wê hatiye kirin carekê çena wê û pişt re jî stûyê wê şikiyaye û diyar kir ku bi salan e di bin vê şîdetê de maye. Gulîzar Karaman, anî ziman ku Azîz Karaman ji ber çenga xwe şikest serî li midûriyeta polîsan da û piştî giliyê Azîz Karaman mehekê di girtîgehê de ma û anî ziman ku piştî berdana Azîz Karaman jî heman îşkenceyê dîsa dest pê kir.

Çen û rihên şikestî

Gulîzar Karaman pêvajoya ku tê de bi van gotinan vegot: “Her roj li min dixist û îşkence li min dikirin. Ji ber îşkenceya ku min dît, çen û rihên min şikandin. Ji xeynî vê yekê goştek hişk li ser pişta min nemabû. Ez timî rastî şîdetê hatim. Min nikarîbû tiştekî ji kesî re bibêjim tenê ji ber ku dê zirarê bide malbata min."

Ber bi xwekujiyê ve hat kişandin

Gulîzar Karaman anî ser ziman ku Azîz Karaman li ser îşkenceya ku kiriye bersiva pirsên “Çima” wiha dayê “Ji bo ku tu li ber xwe nedî û xwe bikujî ez li te dixim” û jê re gotiye “bila ji min re nemîne”. Gulîzar Karaman wiha got: “Îşkenceya ku li min nekiribe tune ye. Ne tenê li min, li zarokên min jî wisa kir. Li ber çavên zarokên min çek nîşan da û ji zarokên min re digot 'Ez ê diya we bikujim'. Îşkenceya wî bi şev dest pê kir û heta sibê dom kir. Herî dawî çenga min şikest, cendirme hatin mala min. Piştî ku her tişt ji cendirmeyan re got, ez li stargehê bi cih bûm. Wê demê jî bi kuştinê gef li min dixwar. Wê demê ji ber çengê min nedikarî xwarinê jî bixwim.”

"Piştî ku ez ji stargehê derketim gule barand ser mala min"

Gulîzar Karaman, diyar kir ku piştî ji stargeha ku çûye, kiryar bi çekê li malên wan mêze kirine û di vê pêvajoyê de dest bi gefên kuştinê kirine. Gulîzar Karaman axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku ji stargehê derketim û vegeriyam mala xwe, gefên wê dîsa dest pê kirin. Got, 'Werin em aştiyê bikin, ez careke din nakim'. Min qebûl nekir ku ez careke din îşkenceyê bibînim. Dixwest îşkence li min bike û ez xwe bikujim. Ez nikarim îşkenceya ku wî kiriye jî vebêjim. Ji bo ku malbata min nebihîse, min bi mehan li vê îşkenceyê kişand. Wî zilamî jiyana min wêran kir.”

"Ez edaletê dixwazim"

Gulîzar Karaman jî anî ziman ku dozger ji buyerê re gotiye ‘birîndarkirin’ lê ya rast kuştin e, ne birîndarkirinê û wiha got: “Wî zilamî ji bo min bikuje gule li min reşandin. Ger ez nereviyama û çeka wî neqeliba wê xerabtir bûya. Dema ku wî yekem car êrîş kir, me digot qey ew dixwaze me bitirsîne, lê paşê sê jin matmayî man dema ku çek teqiya. Sê gule li bedena min ketin. Hîn jî yek ji guleyan di zikê min de heye ji ber ku girtina wê xeter e. Xwest ku min bikuje, ne ku birîndar bike. Ez edaletê dixwazim, ez dixwazim ku ew zilam cezayê ku heq dike bigire."