“Ger civak jinan bi awayek baş binirxîne tunditujî dê çênebe”

Ji ber sedemên fikrên mêrsalarî mezin dîtina zayenda mêr ji ya jinan, her dem di nava civaka Kurd de bi çavekî lawaz li jinan hatiye nihêrîn û girîngî nadin rola wan, her çendî ku jinan di dîrokê de ewqas ked û têkoşîn dane jî.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Dayik-jin di dîrokê de xwedî rolek bandorker in, perwerde û rêvebirina civakê, gelek şoreşên weke şoreşa kiştukal, dahênan û pêşketin bi destên dayik-jinê çêbûn. Her wiha gelê Kurd weke gelê herî kevnar ê Rojhilata Navîn her dem dayikan di aliyê perwerde, dahênan û siyasetê de pêşengî kiriye û li hemberî hemû cureyên dagirkeriyê sekiniye.

Dayik-jin malbatê perwerde kirine û xwedî rolek girîng in lê belê her dem di nava civakê de wek kesa duyem hatiye hesibandin û jin weke nezan û bêhêz lê hatiye dîtin. Civak bi giştî û bi taybet mêr girîngî nedane rola jinan.

“Divê jin ji xwe bawer bin û bibin xwedî biryar”

Jina ciwan Hacer Bekir der barê rola jinan a di nava civakê de wiha axivî û got: “Civaka Kurd civakek ku keda jinan tê de heye û li hemberî wê jî mêr mezin kirine û bûne xwedî hêz, keda mêran zêdetir tê dîtin. Di demek ku jin li gel kar dikin, erkê malbat û perwerdekirina zarokan li ser milên wan e lê belê hewldanên wan nayên hesibandin. Ger civak jinan bi awayek baş binirxîne dê tunditujî li hemberî wan neyê kirin. Wekî tê zanîn rojane tundîtujî li hemberî jinan tê kirin.”

“Zordariya mêr di nava civaka Kurd de rola jinan lawaz kiriye”

Geşbûn Elî diyar kir ku civaka Kurd ji ber fikrên paşverû yên bav û bapîran ji dîrokê ve aqilê mêrsalarî wisa kiriye girîngî nedaye jinan û got: “Ew aqilê ku niha serdest e wisa kiriye ku bawariya jinan bi wan nemîne, vê yekê wisa kiriye ku di malbatê de jiyan lewaz bibe.”

Mamostaya xananîşîn Awaz Hesên der barê rola dayik û jinan di nava civakê de wiha got: “Bi temamî erka malbatê û nifşê nû li ser milnê dayikê ye lê belê di civaka Kurd de, her dem dayik û jin lawaz kirine. Civakek bi tendirust rola dayikê bilind dinirxîne, ji ber ya ku dayik dike tu kes û aliyek nake. Rast e erk dikeve ser milên bav jî lê belê ew erk ji yê jinan kêmtir e. Ji derveyî wê jî her dem rola dayikê di têkoşîn û şoreşê de hebû heta niha jî heye, dayik zarokan perwerde dike. Lê mixabin li gorî fikrê civakê her dem keda mêr tê dîtin. Ne tenê civak di hinek malbatan de ew rola berbiçav nemaye, zarok û bav girîngî nadin hewldana jinan.”

“Rola jinan ji ya tê dîtin zêdetir e”

Şewnim Mehemed dibêje: “Herî zêde erk dikeve ser milên dayikê, di demên borî de piraniya jinan tenê erkên malê li ser milên wan bû lê belê niha ji derveyî wê karê ji derve jî dike û perwerdekirina zarok û rêvebirina malbatê li ser milên jinan e. Heta niha civakê, westandina dayikê di nava civak û malbatê de hîs nekiriye. Li beramberî wê hewldana mêran mezin dinirxînin, ev jî wisa kiriye ku di hinek malbata de girîngiya dayikê nemaye. Pêwîst e baweriya jinan bi xwe hebe û di civakê de xwedî li rola xwe dirbikevin.”